Rêzeçiyayên Transantarktîk
| Rêzeçiyayên Transtartîk | |
|---|---|
Çiyayên Transantarktîk li bakurê Ava Vîktoryayê, li nêzîkî Pozika Robertan. | |
| Bilindayî | 4.528 m |
| Cih | Antartîka |
| Koordînat | 85°Bş 175°Ra / 85°Bş 175°Ra |
| Cure | Rêzeçiya |
Rêzeçiyayên Transtartîk (bi înglîzî: Transantarctic Mountains) cûreyeke rêzeçiyayên kevirîn ê bilindkirî ye (bi piranî sedîmentî) ku li Antarktîkayê li devereke berfireh dirêj bûye. Rêzeçiya bi hinek navberan li seranserê parzemînê, ji Pozikê Adare, li bakurê Axa Vîktoryayê heta Axa Coatsê dirêj dibe. Rêzeçiyayên Transtartîk Antarktîkaya Rojhilat û Antarktîkaya Rojava ji hev vediqetînin ku hejmarek komên çiyayî yên bi navên cuda vedihewînin ku ji rêzeçiyayên biçûktir pêk tên ku beşên biçûk ên rêzeçiyayê ne.
Ev rêzeçiya cara yekem di sala 1841ê de ji aliyê James Clark Ross ve li cihê ku paşê ji bo rûmeta wî wekî Ross Ice Shelf hate binavkirin, hatiye dîtin. Cara yekem di dema Sefera Neteweyî ya Antarktîkayê ya Brîtanî ya salên 1901-1904an de hatiye derbaskirin.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Rêzeçiya di navbera Deryaya Rossê û Deryaya Weddellê de dirêj dibin ku tevahiya firehiya Antarktîkayê, ji ber vê yekê rêzeçiyayê vê navê wergirtiye. Bi dirêjahiya nêzîkî 3.500 km Rêzeçiyayên Transantarktîk yek ji dirêjtirîn rêzeçiyayên li ser rûyê Erdê ye. Çiyayê And ê Antartîkayê zêde dirêjtir in, ji ber ku rêzeçiyayên ji Pozikê Adare heta Çiyayên Şahjin Maud bi Çiyayên Transantarktîk re hevpar in lê ji wir jî di nav Çiyayên Whitmore û Çiyayên Ellsworth re heta Nîvgirava Antarktîk dirêj dibin. Berfirehiya rêzeçiyayan di navbera 100 û 300 kîlomêtreyan de diguhere ku sinorê di navbera Antarktîkaya Rojhilat û Antarktîkaya Rojava de pêk tîne. Pelê Cemedê ya Antarktîkaya Rojhilat li aliyê nîvkada rojhilat bi tevahî dirêjahiya TAM-ê dorpêç dike lê li aliyê nîvkada rojava ya rêzeçiyayan bi Deryaya Rossê li Erdên Vîktorya ji Pozikê Adare heta Tengava McMurdoyê, Qeşaya Rossê ji Tengava McMurdo heta nêzîkî Qeşaya Skotê û Pelê Cemedê ya Antarktîkaya Rojava li pişt wê ve hatiye sinordar kirin.
Bilindahiyên mezin û geliyên asê yên TAMê hinek ji wan çend cihên li Antarktîkayê ne ku bi qeşayê nehatine nixumandin ku gir a herî bilind ji 4.500 metreyan ji asta deryayê bilindtir e. Geliyên asê yên McMurdo li nêzî Tengava McMurdoyê ne û diyardeyek taybetî ya Antarktîkayê temsîl dikin ku peyzajên ku ji ber barîna pir kêm û rakirina qeşayê di geliyan de bê berf û qeşayê ne. Çiyayê herî bilind ê TAMê Çiyayê Kirkpatrickê ye ku bi bilindî ya 4.528 mêtre bilind e û di nav rêzeçiyayên Şahjin Alexandra de ye.
Jiyannasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pengûen, fok û teyrên deryayê li perava Deryaya Rossê li Erdê Vîktoryayê dijîn lê jiyana li hundirê rêzeçiyayên Transantarktîkê bi bakterî, lîken, alg û kiyarkan ve sinordar e. Daristanên berê ku rûyê Antarktîkayê girtibûn, di nav wan de gelek çamên Wollemi û darên bejahî yên Nothofagus başûr hebûn.[1] Lêbelê bi sarbûna hêdî hêdî ya ku bi belav bûna Gondwana ve girêdayî, ev daristan hêdî hêdî winda bûne. Tê bawerkirin ku darên dawîn ên li parzemîna Antarktîkayê li Çiyayên Transantarktîkê bûn.[1]
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Çiyayên Transantarktîk cara yekem di sala 1841ê de ji aliyê ajovanê keştiyê James Clark Ross ve ji Deryaya Rossê hatiye dîtin. Ev rêzeçiya astengiyeke xwezayî ye ku divê ji bo gihîştina Cemsera Başûr ji Shela Cemedê ya Rossê were derbaskirin.
Derbasbûna yekem a çiyayên Transantarktîk di dema Sefera Neteweyî ya Antarktîk a Brîtanî ya di salên 1902-1904an de li Çiyayên Qeşiyên yên Rossê pêk hatiye. Komeke kifşê di bin fermandariya Albert Armitage de di sala 1902an de gihîştine bilindahiya 2.700 mêtreyan. Piştê saleke din, komeke bi serokatiya Robert Falcon Scott, derbasî Rojhilatê Antarktîkayê bûne ku di devereke ku niha wekî Çemê Ferrarê tê zanîn ku navê xwe ji jeologê seferê girtiye re, derbas bûne. Berî ku bi rêya heman cemedê vegerin, wan beşek ji Axa Vîktoryayê li ser Antarktîkayê dîtine. Di sala 1908an de, koma Ernest Shackleton çiyayan bi rêya Çemê Beardmore derbas kirine. Scott di sala 1911an de vegeriya heman cemedê ku di heman demê de Roald Amundsen jî bi rêya Çemê Axel Heiberg ji rêzeçiyayan derbas bûye.
Heta dema ku mîsyonên wekî Operasyona Highjump û Sala Jeofîzîkî ya Navneteweyî (IGY) bi berfirehî karanîna wênekêşiya hewayî kirin û li ser lêkolînek berfireh a tevahiya parzemînê sekinîn, piraniya rêzeçiyayan heta dawiya salên 1940 û 1950an nehatibûn kişfkirin. Navê "Çiyayên Transantarktîk" cara yekem di gotareke sala 1960an de ji aliyê jeolog Warren B. Hamilton ve, piştî xebata wî ya qada IGYê ku li ser vê rêzeçiyayê hatiye nivîsandin.[2] Piştre jî di sala 1962an de ji aliyê Komîteya Şêwirmendiyê ya Navên Antarktîkayê ku rayedarek Dewletên Yekbûyî ye li ser navên erdnîgarî hatiye pêşniyar kirin. Ev binav kirin a bi tevahî raveker (berevajî gelek navên din ên erdnîgarî li ser Antarktîkayê) niha di asta navneteweyî de tê pejirandin.
Jeolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çiyayên Transantarktîkê ji rêzeçiyayên din ên parzemînê ku bi piranî ji volkanî ne, pir kevintir in. Ev rêzeçiya di dema vebûna Sîstema Riftê ya Antarktîka Rojava ya ber bi rojhilat ve ku nêzîkî 65 milyon sal berê di destpêka senozoyî de dest pê kiriye, bilind bûye û di demek kurt de piştî bilindbûna çiyayan rûyê çiyayan bi qeşayan hatiye girin.[3]
Çiya ji tebeqeyên sedîmenter pêk tên ku li ser bingehek ji granît û ginaysan dirêj dibin. Tebeqeyên sedîmenter kevirên qûmê, kevirên silt û komirê yên Koma Super a Beaconê vedihewîne ku ji serdema silûrî dest pê kiriye û heta serdema jurasiyê berdewam kiriye. Gelek dever, Koma Super a Beaconê ji aliyê bendav û sîlên Ferrar Dolerîtê yên serdema jurasiyê ve hatiye girtin. Gelek fosîlên ku li Antarktîkayê têne dîtin ji deverên di nav van formasyonên sedîmenter de ne.
Qeşaya ji Qada Qeşayê ya Antarktîkaya Rojhilat bi rêya rêze cemedên derketinê di nav Çiyayên Transantarktîk re diherike nav Deryaya Rossê, Shela Qeşayê ya Rossê û Qada Qeşayê ya Antarktîkaya Rojava. Ev cemed bi gelemperî li gorî rêzeçiyayan berbi berjêr diherikin û rêzeçiyên jêrîn û komên lûtkeyan çêdikin. Tê texmînkirin ku gelek ji van cemedên derketinê şopên şikestekên jeolojîk ên mezin dişopînin. Lêbelê teoriyên herikîna qeşayê dibe ku di lêkolînên daneyên nû yên ji lêkolînên radarê yên ku dikevin qeşayê yên dawî de ji nû ve werin nirxandin ku hebûna sê geliyên kûr ên binqeşayê yên ku berê nenas bûn eşkere kirin ku bandorê li "topografiya binqeşayê ya çiyayî ya di bin dabeşa qeşayê de" dikin.[4] Ev taybetmendiyên erdnîgarî dibe ku bandorek girîng li ser model û hesabên têkildarî herikîna qeşayê di herêma Çiyayê Transantarktîk de dikin.[4]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b Ravallion, Julie (2000). "New Wollemi Pine found". Danthonia: newsletter of the Australian Network for Plant Conservation. 9 (3): 5–5. doi:10.5962/p.374118. ISSN 1039-6500.
- ^ U.S. Geological Survey Professional Paper (bi îngilîzî). U.S. Government Printing Office. 1960.
- ^ Barr, Iestyn D.; Spagnolo, Matteo; Rea, Brice R.; Bingham, Robert G.; Oien, Rachel P.; Adamson, Kathryn; Ely, Jeremy C.; Mullan, Donal J.; Pellitero, Ramón; Tomkins, Matt D. (21 îlon 2022). "60 million years of glaciation in the Transantarctic Mountains". Nature Communications (bi îngilîzî). 13 (1): 5526. doi:10.1038/s41467-022-33310-z. ISSN 2041-1723. PMC 9492669. PMID 36130952.
- ^ a b Winter, Kate; Ross, Neil; Ferraccioli, Fausto; Jordan, Tom A.; Corr, Hugh F. J.; Forsberg, René; Matsuoka, Kenichi; Olesen, Arne V.; Casal, Tania G. (2018). "Topographic Steering of Enhanced Ice Flow at the Bottleneck Between East and West Antarctica". Geophysical Research Letters (bi îngilîzî). 45 (10): 4899–4907. doi:10.1029/2018GL077504. ISSN 1944-8007.