Rûnbirêşk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cureyek rûnbirêşkê

Rûnbirêşk, çerxetûn, exlewik, miqilk, tawe, padedank, panik alaveke pêjgehê ye.

Ji bo biraştin, qelandin û heger kûr be herwiha bo kelandinê ye. Helbet mirov dikare bo kar û armancekê din jî bikar bîne. Berê ji xweliyê dihatin çêkirin. Îro ji gelek lajwerdan, gelek cureyên wê hene.

Serpêhatiya rûnbirêşkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tê gotin cara berê li Mezopotamyayê hatiye bikaranîn. Panna gotine jê re, ango pan (pehn, alava pan). Ev nav derbasî gelek zimanên rojavayî bûye. Grekiyan têganon gotine. Bi texmînî ji Hindistan an îraniyan (fars, kurd, belûç ûêd.) derbasî komên xelkê Mezopotamyayê bûye, lewra koka bêjeyê bi zimanê îndo-aryanî ye.

Hin ji formên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelek awayên rûnbirêşkê hene ku her yek ji wan mirov dikare bi awayekê bi nav bike:

Rûnbirêşka çerçiyan
Çerçiyan mêzînên xwe carnan bo biraştinê jî bikardianîne. Niha jî cure rûnbirêşkên ku bişibin sîniya mêzînan ku hema bigire dora wan nîne wisa tê binavkirin.
Rûnbirêşka beroşkî
Gelek kûr in, bo biraştina, qelandin an qijilandina xwarinên hêsan in. Xwarinên ku zû diqelin, diqijilin an dikelin. Bo mînak qelandina loviyên teze.
Rûnbirêşka Lyonî
Ji navendê berî bi gloverka devedorê kanalên herikînê yên gloverkî hene. Bo rûn belav bibe wisa kirine lê rûnê wekhev belav nake. Bo biraştina goştên bi hestî baş e.
Rûnbirêşka masiyan
Glover e, mezin e ku masî bi giştî bicih bibin.
Mînakek rûnbirêşka masiyan
Rûnbirêşka kloran
Dora wan hinekê bilind e û ji lajwerdên nermane ne. Li Bakurê Kurdistanê pirranî ji bafonê ne.
Rûnbirêşka Blini
Wekî ya kloran e, bêhtir kûr e. Kêmzêde 12 cm dora wê heye.
Rûnbirêşka hêkê
Glover an bigoşe ne. Cure cure ne, gorî daxwazê navenda wan wekî pêpelûkan in an berî bi çeperê kûr in.
Rûnbirêşka paella
Herwiha paellera ji paella pirranî mezin e û bo agirê kuçikê tê bikaranîn. Ango agirê derve. Peyva paella bi zimanê katalanî tê wateya rûnbirêşk.
Rûnbirêşka paella
Rûnbirêşka wekî balîfa marê
Dişibe balîfa marê (qepûşk) yan boxriyê. Bo cure kateyan e ku him dirûvê dide, him jî wekhev dipijîne.
Rûnbirêşka biling
Bo agirê derve ye, pirranî ji hesinê ye. Biraştin an qelandina serûpêyan bikêr e.
Rûnbirêşka duçepil
Du destikên wê hene. Kûr in. Him bi argunê, him bo kuçikan dibin.
Rûnbirêşkên pêjgehên aşxaneyan
Mezin, bi elektrîkê yan gazê ne. Gelek cureyên wê hene. Karê aşpêj hêsantir dikin.
Makîyakînabe
Çargoşekî ye (Japon).