Roj TV

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji ROJ TV hat beralîkirin)
Ji bo maneyên din li Roj binêre.
Roj TV
Destpêk1ê adara 2004an
Dawî3ê tîrmeha 2013an
Welat Danîmarka (Kopenhag)
Zimankurdî, tirkî, erebî, farsî, ingilîzî, suryanî
Qada weşanêWorldwide
Navê kevnMED TV (1995-1999)
MEDYA TV (1999-2004)
MalperRoj TV
Berdestî
Peyik
Intelsat 1 W11092 H SR 15551
Eurobird 9A11843 V 27500 3/4
Nillsat11355 V 27500 3/4

Televîzyona kurdî Roj TV di sala 2004an de hat saz kirin. Bi kurdî, tirkî, erebî û farisî weşanê kir. Bi riya satelitê Roj TV li tevayê Kurdistanê, li Rojhilata Navîn, li Ewropayê û li Afrîkaya Bakur dikarbû were temaşe kirin.

Bingeha ROJ TV li bajarê Kopenhag a Danîmarkayê hatiye danîn. Kompaniyeka mediya ye û li ser bingeha pêdiviyên netewa kurd, li Kurdistan û Mezopotamyayê hatiye damezirandin. Ev televîzyon li ser bingeha objêktîvbûn û serxwebûnê kar û xebata xwe pêş de dibe. Bernameyên ROJ TV li gor pîvanên weşana Danîmark û pîvanên Ewropayê tên çêkirin.

ROJ TV di 21ê sibatê de dest bi weşana testê û di 1ê adara 2004an de bi resepsiyoneke vekirinê bi fermî dest bi weşanên asayî kir. Ji gulana 2004an û şûnda Roj TV di înternetê de zindî tê temaşe kirin (Weşana zindî - kEditor).

Prodîksiyona ROJ TV li bajarê Belçîka Denderleuw e.

ROJ TV rojane rêze bernameyan pêşkêş dike. Ji nûçeyan bigir ta bernameyên dokumanter, fîlm, şahî, çandî û yên zarokan. Ev bername bi sê zaravayên sereke yên Kurdî; Kurmancî, Soranî û Dimilkî û bi zimanên Suryanî, 'Erebî û Tirkî tên pêşkêşkirin. Mebesta sereke ya naveroka hemû bernameyan baldayîna ser pêşketina civakî ye.

Profîla Temaşevanên Kurd ên ROJ TV, 40 mîlyon e ku tenê Kurdin. Ev kanal bi rêya satelaytê digehêje Kurdên li 77 welatan.

ROJ TV, di heman demê de ji reklam û peyamên bazirganî re vekiriye. Her wiha di warê tenduristî, tevgera mirovanî, dîrok, şêwaza jiyanê, zanist û teknolojî, xoza, perwerde û wekî din de derfeta rêklam kirinê maqûl dibîne. Wekî din di warê sponsor kirinê jî de derfet û mecal hene.

ROJ TV, di 22ê kanûna paşîn de, weşanên wê ji ser seteleyte Eutelsat´ê û Eurobird´ê hat birrîn. Balyozê giştî yên DYA'yê li Enqereyê Francis Ricciardone, Got ku "Me ji dostên xwe yên ewropî rica kir ku weşanên Roj tv were girtin." Lê ROJ TV, dîsa weşanên xwe da domandin. ROJ TV, televizyona kurd, ya netewî ya. Lê li gorî hemû komên civakê û cudahiyên civakê ên ku li Kurdistanê hene weşanê dike. ROj TV, qedaxaya li ser zimanê kurdî şikand. Ji ber vê yekê jî, hertimî herîşên dewletê lê bûn. Roj tv, piştî wê birrîna weşanên wê ji ser Eutelsat û Eurobird, piştre bi hefteyekê li ser peyka Intelsatê bidest weşanên kir. Lê çend ku weşanên wê ji ser pyekê hatin birrîn jî, bênavber roj tv weşanên xwe li ser Internettê domand, heta ku carek din çû ser peykê û weşanên xwe domand.

Li Kurdistanê, televizyona ku herî zêde tê temaşa kirin a. Ji ber ku dîrok, çand, komelgeriya kurdistanê diihê berçav, ji bo kurdan bû televizyona yekem, Lê bi heman sedemê ji ber ku çand û dîroka kurdistanê weşana wê kir, bi hedefa hêrîşên dewletê ku lê dibin jî. Ji ber ku pêşî li pêşketina kurdan û çanda were girtin, herîş lê bûn.

Bername[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bernameyên Siyasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bernameyên Civakî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bernameyên Çandî û Hunerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bernameyên Zarokan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Xalxalok

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]