Ragnar Lodbrok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ragnar Lodbrok
Kuştina Ragnar Lodbrok ji aliyê Hugo Hamilton ve



Mertal
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ragnar Lodbrok leşker û keyekî vîkîngan a ku axên Brîtanyayê dagirkerî û talan kiriye. Di çavkaniyên latînî, anglosaksonî û frankî de agahiyên derheqê destanên wî de pir in. Watêya navê wî "şalê bipirç" an jî "şalê bimû" ye[1].

Gelo Ragnar kesekî rast e an mît e?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Destana Ragnarê niha her çiqas populer be jî di jiyaye an go ji kesekî efsaneyî ye nayê zanîn. Hemû çavkaniyan de heman hizr ew e ku ew di sedsala 9em piştî zayînê jiyaye lê çavkaniyên binivîsî derheqê wî yên herî kevn di sedsala 13em de li Îslendayê hatine nivîsandin. Navê wan destanan Saga ne û piranî li ser zarokên Ragnarê hatine nivîsandin. Ji ber wê dîroknas zehf yeqîn nakin kesekî wisa jiyaye, lê tê zanîn ku zarokên wî jiyane. Ew yek jî wisa tê şîrovekirin ku kesên ku zarokên Ragnarê tên zanîn dibe ku eslê xwe bigihînin cihekî navdar wan agahiyên ne rast jî peydakiribin. [2]

Di nav destanên Ragnarê de tiştên mîtolojîk jî pir in lê di nav destanên wî de tiştên ku dîrokê de derbas dibin jî hene. Çavkaniyên neyarê vîkîngan jî vê yekê teyîd diken ku leheng bi rastî jî jiyaye. De sedsala 9em piştî zayînê de salên xwe yên çalak bihurand lê heta ku bê te nivîsandin pir çîrokên mîtolojîkê jî jê re hatiye tekildarkirin. Lehengên vîkîngan ku wê sedemê de jiyane ji bo serbilindiyê eslê xwe gihandin wî û destanek wisa tikilhev derket holê.[3]

Li gorî Çavkaniyan agahiyên derheqê Ragnarê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sagaya Ragnar Lodbrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Sagaya Ragnar Lodbrok

Saga di sedsala 13em de li Îslendayê bi zîmanê îslendî hatiye nivîsandin. Ew di nav çavkaniyên derheqê Ragnarê herî çêtir ji ber ku derheqê lehengiyên wê pir zêde agahî di nav wê de cih digre. Di nav sagayê de Ragnar wek bav û kalê malbatekî îslendî tê qese kirin. Heta ku mirina Ragnarê didome çîrok.

Di nav sagayê de behsa jina duyem ya Ragnar Aslaugê jî dike. Derheqê Aslaugê de dibêje ku ew keça Sigurd ve Brunhildayê ye. Bi wî şiklê saga di nav mîtolojiya germanî jêgirtinan dike

Ragnar kurê keyê Danîmarkayê Sigurd Ring ye. Ew wek mîrzeyekê şerwan hat mezinkirin. Li gelê xwe dilovan, hemberê neyarên xwe dijwar bû. Peywira wî ya yekem bi daxwaza mîrê Gotelandê Herrud kuştina marê mezin an go ejderhayê bû. Şalê xwe pê pirçan pêçand, saya vê yekê xwe xwîna ejderhayê parast û ejderhayê pê rimekî kuşt. Mîr jî keça xwe Thorayê ji bo zewacê diyarê wê kir. Du kurên wan bu bi navê Eirek û Agnar.

Demekî şûnde jina wî mir ew jî dest bi talana kir. Çû Norwêcê li cotgehekî rasta Krakayê hat dilê wî kete wê. Ragnar pê mamik û pirsan wê dide ezmunê Kraka hemûyan dizane ji ber vê yekê Ragnar ji wê ra teklîfa zewacê dike. Ew jî teklîfê qebûl dike.

Ew keçika bi navê Kraka bi rastî ne keça gundiyekî bû ji binemaliyekî biesl dihat nevê wê jî Aslaug bû. Di demekî şûnde keyê bavê Aslaugê keça xwe dide Ragnarê, Ragnar paşî dihese ku Kraka ne keça gundiyekiye, dotmîrek e. Lê pêşbiniyek jî didene wî, dibêjin heger ji Aslaugê re bizewice ti kurekî wî yekê çav-mar çêbî lê dîsa jî dizewicin.[4] Pêşbinî rast dibe, zarokên wan Sigurdê Çav Mar ji dayik dibe. Ji wê pêştir di Ivarê Bêhestî ku diroka vîkîngan de lehengê herî mezin, Bjornê Rûhesin, Hvitserk û Rognvald jî zarokên wan in.

Saga hinek din jî derheqê serpêhatiyên Ragnar û zarokên wî de dewam dike. Saga sondxwarina Ragnar diqede. Ragnar dibêje ez tinnê pê du keştiya Brîtanyayê dagir bikem[1].

Ragnar Lodbrok û Kraka, August Malmstrom (1880)

Çîroka lawên Ragnar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Çîroka Lawên Ragnar

Ew çîrok jî wek sagaya Ragnar Lodbrok li Îslenda yê sedsala 13em an jî 14em hatiye nivîsandin. Ew çîrok wek pêşketiya sagayê ye. Hûrgiliyên wê zêdetir in. Di nav vê çîrokê de Ragnar wek împeratorekî tê qesekirin. Di nav împeratoriya wê da keyaniya Înglistan, perçeyekî Danîmarkayê, Almanya, Baltikê , Swêd ve Norwêcê ye û ew hemû welatan da jî kurên wî key in. Ji sagayê cudatir Ragnar vê carê kurê keyê Swêdê û ya Danimarkeyê key Hring e. Ew jî ecêb e ku tu têkiliyên çîrokê ji Îslandayê re tine lê çîrok li Îslendayê re hatiye nivîsandin.

Çîrok piranî li serpêhatiyên lawên Ragnar û tolhildana Ragnar ye. Li wir jî Thora diya Eirek û Agnarê, Aslaug jî diya Sigurdê Çav Mar, Ivarê Bêhestî Bjornê Rûhesin û Hvitserkê ye[çavkanî hewce ye].

Helbesta Ragnar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Helbesta Ragnar

Ragnarsdrápa li Norwêcê di sedsala 13em bi zimanê norsîya kevn hatiye nivîsandin. Helbest ji helbestvanê qesrî yên norwêcî Bragi Boddason re hatiye barkirin. Heman demê de di nav helbestê de Ragnar mertalekî diyariyê zilamekî binavê Bragiyê dike. Lê ne gengaz e ku birastî jî tekiliyek wisa çê be. Dibe ku ev tenê jêgirtinek be[1].

Krákumál (Mirina Qijikê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Krákumál

Wateya peyva Krákumál "mirina qijikê" ye. Lê helbest wek "Strana mirina Ragnar Lodbrok" jî tê zanîn. Bi zimanê norsiya kevn di sedsala 12em de hatiye nivîsandin. Helbest piranî li ser mirina wî yên efsaneyî disekine.

Ragnar ji aliyê key AellaNorthumbriayê tê girtin û mirinekê dijwar benda wî bû. Ew hate avêtin di nav çalekî ku di nav çalê tije mar bû û tê bawerkirin ew wî helbestê çaxê di devê maran de gotiye. Lê ev agahî jî dibe ku rast nebe. Ji ber ku helbest ne xwedî hûrgiliyên çanda Danîmarkayê bû.

Di helbestê da Ragnar hemû şer û lehengiyên xwe tîne ser ziman. Ji xwe pê peyvên "me ji şûr da nîşa wan" dest pê dike. Di bandora jehrê behsa tolhildana xwe yên ji aliyê zarokên wî dike. Paşî behsa mirina xwe dike û dibêje Odîn ti wî qebûlê Valhallayê bike ji ber wê dibêje ku "ez bi kenê xwe bimirim (læjandi skalk deyja)".[1] Helbest di nav xwe de cudahiyên ji sagayan jî cih dike.

Hin Çavkaniyên Din[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

1- Gesta Danorum[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev pirtûk jî di sedsala 13em de li Danîmarkayê hatiye nivîsandin, ji bîlî çavkaniyên din di nav wê çîrokê da behsa jina sêyema Ragnarê Lagerthayê dike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d Groeneveld, Emma. "Ragnar Lothbrok". World History Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 adar 2023.
  2. ^ https://www.historic-uk.com/HistoryUK/HistoryofEngland/Ragnar-Lothbrok/
  3. ^ https://www.historic-uk.com/HistoryUK/HistoryofEngland/Ragnar-Lothbrok/
  4. ^ https://uzayla.com/ragnar-lodbrokun-esi-prenses-aslaug/