Rakêş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rakêş gerstêrkan di xulgeha wan li dora Royê radigre.

Rakêş (bi îngilîzî: gravitation) ew teoriya ku dibeje hemû tiştên xwedî bariste hewl didin hevdu berve xwe bilivînin. Di jiyana rojane de, rakêş weke hêzek ku giranî dide tiştan tê famkirin. Rakêş Erd û gerstêrkên din li dora Royê û Heyv li dora Erdê radigre. Rakêş dibe sedema qewmîna diyarde ya kêş û vekêş a ava okyanûsan. Herwisa sedema hebûna Erd, Roj, û gelek tiştên din di valagehê de her dîsa rakêş e. Heger rakêş neba îro van baristeyên mezin (stêran û gerstêrkan) jî nebûn.