Ramayana

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rama bi Sita'yê re li ser textê, di hembêza wan de zarrokên wan Lava û Kusha. Li pişt textê Lakshmana, Bharat, û Shatrughna disekinin. Hanuman li ber textê xwe tewandiye. Valmiki jî li çepê ye.

Ramayana (bi sanskrîtî: रामायणम्, Rāmāyaṇam), destaneke ku ji aliyê helbestvan Valmiki ve hatiye nivîsîn e.

Ramayana ji heft beşan pêk tê. Tê de 24.000 beyt henin. Li cihanê pir bi nav û deng e, û li Hindistanê jî bi tevî destana Mahabharata, destanên ku herî zêde tên nasîn in. Li ser jiyana Prens Ramayê -ku ev prens ji nû ve welidîneke îlah Vishnuyê bû- hatiye nivîsîn. Herwiha di vê destanê de li ser kultûra Hindûyan ya kevin, dînê wan, jiyana wan a civakî û siyasî pirr agahî tê dayîn.

Wekî di destana Yewnanan, rêwîtiya Odysseus'ê a ji Troya'yê heta İthaka'yê, Prens Rama jî ji bakura Hindistanê heta başûra Hindistanê seyahet dike û di dawiya rêwîtiyê de jî digihîje Seylanê.

Destana Ramayanayê piştî destana Mahabharata, li Hindistanê destana herî girîng tê hesibandin. Mahabharata, helbesta herî mihîm ê ku heta niha hatiye nivîsîn tê hesibandin û ji aliyê tu kesî ve nehatiye nivîsîn. Lê Ramayana destaneke ku ji aliyê Valmiki ve hatiye nivîsîn e. Baş naye zanîn ku kengê hatiye nivîsîn lê tê şirovekirin ku di navbera sedsalên 4 û 2'an ya beriya mîladê de hatiye nivîsîn.

Dema ku Rama, kevana îlah Şiva'yê dikişîne û dişkene. (Wêne:Raja Ravi-Varma)

Ramayana ji 7 beş û 24.000 beytan pêk tê. Tê texmînkirin ku beşên heftan û heştan paşê hatine îlawe kirin. Rama di vê destanê de wek ji nû ve bi cisim bûna Vişnu'yê tê ber me. Di pirtûkên din de; lehenga insaneke dinimîne. Wextê ku mirov ji berhemên nû re ji aliyê islûbê ve dinêre wekî berhemên berê bêkemasîtî tine ye. Lê versiyona Ramayana'yê a nû li dijî vê nerînê bi aweyek bêkemasî hatiye vegotin. Li gorî, hin lêkolîneran: pir kêm beyt orijînal mane, gelek tişt hatine lê zêde kirin û gelek tişt jî hatine guherandin.

“Ramcaritamanas” a ku Tulsidas nivîsîye, versiyoneke Ramayanayê a bi zimanê hindî ye. Li Hindistanê ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Ramayana, piştî ku çanda Hindûyam li Başûr-rojhilatê Asyayê belav bû, di kevneşopên Balî, Kamboca û Taylenda'yê jî bi gelek îfade û gotinên neteweyî cih girtiye. Ji van versiyonan yê ku herî zêde tê zanîn Ramaikan'a Taylendayî ye. Ev berhem di sedsala 18'an de bi xwestina Şah Ramayê II. hatiye nivîsîn.

Kurteya Mijarê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bavê Sita'yê -herwiha şahê jî- ji Sita'yê re soz dide ku wê ew bi kesa ku kevana îlah Şiva'yê bikaribe bikişîne re bide zewicandin. Rama vê kevanê dikişîne û dişkêne. Lê jina şahê ya duyem, vê sozê dişkêne û Rama, xwestiya wî Sita'yê û birayê Rama Lakşman'ê dişîne sirgûne. Eşqa Rama û Sita'yê, piştî micadeleya bi gelek zoriyan û sirgûneke 14'ê, bi zewacê bi dawî dibe. Ev çîroka mezin di micadeleya tarîtî û ronahiyê de wekî biserketina ronahiyê tê şayesandin.

Beşên Ramayanayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Bala Kanda (Zarrokî)
  2. Ayodhya Kanda (Bajarê Ayodhya)
  3. Aranya Kanda (Daristan)
  4. Kişkindha Kanda (Kişkindha)
  5. Sundara Kanda (Xweş)
  6. Yuddha Kanda (Şerr)
  7. Uttara Kanda (Dawî)

Ramayana; her çiqas di çapana dinyayê de pirr bê zanîn jî; di sînora Hindistanê de gerdîş bûye, veguherîyê aweywk jiyanê ê ko baweriya dînî aniye. Gelek zarrokên Hindî bi çîrokên ku ji Ramayana'yê hatine hildan re mezin dibin. Gelek beşêm destanê, ji lîstikên ku di rêûresman da tên nîşandan, fîlm û pirtûkan re bûye mijar.

Di destanê de; Rama hêz û dilpakî ye; Sita (Rama dixwaze pê re bizewice) dilsozî ye; Rawana xirabî ye; Lakşman hezkirina birayan sembolîze dike. Ji efsaneyên di mitolojiya Hindî de heta merasiman, ji jiyana daristanê heta evînê gelek mijar bi hostayî hatine neqşandin. Bi zêdeyî dilsozîya Dharma'yê hatiye neqşandin û carine bi amûrên ku li hewayê difirin re, bi artêşa ku ji meymûnan pêk te re û bi behsa çêkên "xerîb", ev destan wekî "xeyalê zanistî" jî tê xuya. Mîmarî, wêje, raks û lîstikên Başûr-rojhilatê Asyayê ya si sedsalên heştan de tîne bîra me.

Karakterên Ramayanayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şerrê Lanka'yê ku di navbera Rama û Ravana de ye, Sahibdin, Udaipur, 1649-53

Dasharatha · Kausalya · Sumitra · Kaikeyi · Janaka · Manthara · Rama · Bharata · Lakshmana · Shatrughna · Sita · Urmila · Mandavi · Shrutakirti · Vishvamitra · Ahalya · Jatayu · Sampati · Hanuman · Sugriva · Vali · Angada · Jambavantha · Vibhishana · Tataka · Surpanakha · Maricha · Subahu · Khara · Ravana · Kumbhakarna · Mandodari · Mayasura · Sumali · Indrajit · Prahasta · Akshayakumara · Atikaya · Lava · Kusha

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev gotar ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.