Here naverokê

Reşwan (eşîr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Reşî hat beralîkirin)
Êla Reşwanê

Belavkirina êla Reşwanê

Agahiyên gelemperî
Hoz Xelîkan
Sefkan
Çelikan
Çeqelan
Oxcîyan
Omeran
Bilikan
Delikan
Molikan
Kelan
Xisor
Mendolan
Zerikan
Rumiyan
Hecîleran
Bereketan
Cudikan
Mehinan
Hecîban
Xidiran
Qereçor
Terziyan
Nasiran
Mifikan
Esil Kurd
Ziman Kurmancî, devoka Reşoyî
Belavbûn Gurgum
Semsûr
Meletî
Entab
Anatoliya Navîn
Bakurê Iranê
Xorasan
Heleb
Efrîn
Demografî
Gelhe 350.000
Bawerî
Dîn Elewîtî, sunîtî (henêfî), şiîtî Ezîdîtî

Reşwan[a], êleke kurdan e. Xelkên êla Reşwan bi zedêyî li dor Meletîyê, Semsûrê, Dîlokê, Xorasanê û Anatoliya Navînê dimînin[1]. Bo dîn, xelkê Reşwan Misilman in û pirê li Sunîtî (gorê mezhebê henefî) yan jî li Elewîtî bi kêmanîya Şiîtîya Ceferî girêdayî ne. Êzdîtî jî di nav de tê dîtin.[2][3][4]

Di dema osmaniyan de kesên vê êla kurdan wek gelekî serbixwe dihatin dabilandin: di gelek salname û pirtûkên osmaniyan de ji reşwaniyan wek Kara Ulus, bi wateya "Neteweyê Reş", tê behskirin. Hemû parêzgarên parezgeha Edene heta sedsala 19an ji vê êla kurdan bûn. Di sedsala 18an de osmaniyan bi zordarî vê êlê ji hev parve dikin: hin tîrên (qebîle) reşwanan li Reqqa, hin li Anatoliya Navîn û bakur, hin jî li rojavayê Sûriyê tên bicîkirin. Kesên reşwan li Anatoliyê (Qonye, Çorûm, Yozqad, Amasya, Enqere û Qirşehrê) belav bin jî, ziman û çanda xwe heta îroj parastine, bi taybetî ên li rojavayê Sûriyê hatin pişaftin û dest ji kurdî û çanda kalê xwe berdan e.

Êla Reşwanê îro

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di lîsteyên pirtûka Mehrdad Izady ya êl û eşîrên kurdan de çend eşîrê bi navê Reşwend tên ditin. Li Qesra Şirîn û Lekistanê êşîreke bi navê Reşwend dijî. Eşîr bi eslê xwe elewî ye.

Li Semsurê, bi taybetî jî li Kolikê êla herî mezin reşiyan e. Reşiyê, li herêmên Kolikên çiyayî bi temamî, li deştê jî 1/4an belav bûnê. Sinorên xwe ji gundê Narinceyê yî giredayî Kolikê dest pê dikê heta bakurê çemê Kolikê û navçeya Sincik bi temamî dike nava xwe û heta navçeya Tutê dirêj dibe. Bê guman, êlên mîna canbegî (îkîzce, adali, ekîncî, eceler, bostanli û hwd), mirdêsî (Narince), şadî, cêlikî û yen din jê hene ku parçêyek ji wanî li Anatoliya Navîn dijî.

Serjimara reşiyan nêzikî 250 hezar e.[çavkanî hewce ye] Kolikê serjimara xwe 100 hezare û ji % 80'ê xwe; Sincik 10 hezar in û gîştik, Çelîkhan 25 hezar e û ji % 60'î xwe; Pinarbaşi û Kûrû Dere jî 20 hezar in û tevahî Reşî ne.

Bicihbûnên û gunden Reşî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Anatolîya Navîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Lîsteya bicihbûnên û gunden Reşî li Anatolîyê[5][6]
Nav bi Kurdî Eşîr/qabîle Navçe Navê serkaxezê
Altlar Omeran Qulek, Qonye Altılar (tr.)
Bîrtalik, Qonye Omeran Qulek, Qonye Acıkuyu (tr.)
Bûmsiz Nasiran Heymene, Enqere Bumsuz (tr.)
Çoplî Omeran Qulek, Qonye Yeşiltepe (Çöpler) (tr.)
Şayîplî Mîfikan Boztepe, Kîrşehîr Harmanaltı (tr.)
Qerejdax, Xelikan Xelikan Qulek, Qonye Karacadağ (tr.)
  1. ^ Hem jî Reşî, Reşû, Reşwend, an Reşan tê gotin.
  1. ^ "De midtanatolske kurdere - en ufortalt historie" (bi danîmarkî). Jiyan.dk. 16 tebax 2011. Ji orîjînalê di 27 nîsan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 adar 2015.
  2. ^ "Aşiretler, derneklerle kültürel bağları güçlü tutmaya çalışıyor" (bi tirkî). 14 tebax 2015. Ji orîjînalê di 8 kanûna paşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 hezîran 2020.
  3. ^ Madih (2007), r. 11.
  4. ^ Kâtib Çelebi; İbrahim Müteferrika; Hagen, Gottfried; Dankoff, Robert; Csirkés, Ferenc; Curry, John J.; Leiser, Gary (2021). An Ottoman cosmography: translation of Cihânnümâ. Handbook of oriental studies. Leiden Boston: Brill. r. 463. ISBN 978-90-04-44132-3.
  5. ^ Kurdish tribes of Central Anatolia / Orta Anadolu'daki Kürt aşiretleri / Eşîren Kurdên Anatolia Navîn - Part 1 URL: https://umap.openstreetmap.fr/ru/map/kurdish-tribes-of-central-anatolia-orta-anadoludak_270108#10/39.549059/34.422226
  6. ^ İç Anadolu Kürtlerinin İlçe ve Köyleri URL: https://candname.com/tr/?p=21891