Reşad Şeref

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Reşad Şeref, nivîskarekî kurd e ku di sala 1967an de li gundê Sewêdiyê li herêma Dêrikê, rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe xilas kiriye, paşê li bajarê Dêrikê xwendina amadeyî û navendî xilas kiriye. Di sala 1989an de peymangeha teknîkî beşê mekanîk li bajarê Hesîçeyê xilas kiriye. Di sala 1987an de dest bi nivîsa çîrokê kiriye, hem bi erebî hem bi kurdî û gotarên rojnamevanî dinvîse.

Di sala 1998an koçî paytexta Sûriyê Şamê dibe. Li Şamê tevlî grûbên nivîskar û rewşenbîran dibe û şevbuhêrkên kurdî li dardixe. Di sala 2000î de pirtûka xwe ya kurteçîrokan bi navê Mirina hîmekîa li Bêrûdê çap dike[çavkanî pêwîst e]. Ji ber tunebûna nasnama welatê xwe û hin aloziyên siyasî koçî Ewropayê dibe û li welatê Swîsreyê cî digire. Yek ji endam û damezirînerên Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ye.

Çavkanî[biguherîne]