Reşreşk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Reşreşk
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Parçe: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Kom: Ranunculales
Famîle: Ranunculaceae
Cins: Nigella
Cure: N. sativa
Navê zanistî yê latînî
Nigella sativa
L.

Reşreşk an hebreş (Nigella sativa), cureyek e hêşînahî ye ku ji famîleya giyaziviran (ranunculaceae) kulîlka dawetê) tê hesibandin.

Şayîs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nigella sativa
Bizrikên reşreşkê

Bejna wê 20 – 80 cm bilind dibe. Pelên wê li ber navtengê derdikevin, kesk an jî hinekî zerane bi awayek guherbar derdikevin û dişibin yên sibitê (Lepidium sativum). Kulîlkên wê spî, peyaziyane yan jî binevşî ne. Pelên kulîlkan dilane yan jî hêkane ne. Di derdorên nava kulîlkê de 30 -50 tozdankên dolkirinê hene. Fêkiya wê wek qapsûlek girover, ji 5-6 dûzî, di serê her dûzî de tîrikek wek antênên radyoyan heye û dişibe ya xaşxaşê . Di nava wê qapsûlê de bizrek hûr û reş heye. Ji wî bizrî re “reşreşk” (an jî kunciyên reş) tê gotin.

Gelek cûreyên reşreşkan hene . Lê yên herî navdar misrî, şamî, afrîkî û yên kûvî ne (çolî-bejî) . Têdahiyên wan heme-heme wek hev in. Tiştên wan ên ji hev cuda, rengê kulîlkan û bilindahiya bejna wan in.

Bikaranînên bijîşkî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rûnê Nigella sativa

Ji reşreşkê rûn tê derxistin û ji bo gelek cûreyên dermanên xweristî di sanayiya dermanan de tê bikaranîn.Rûn an zeyta reşreşkê ji aliyê kîmyayî ji elementên din peyda dibe: tirşiyê linoleyîk(18.2), thymoquinone, dithymoquinone, melansîn, nigelîn, damasenîn û tanînan. Melansîn dibe jehrî ku bi qasiyên pir were bikaranîn.[1] Herwiha wek biharbêhn (biharat) ji bo çêjin û tamxweşkirinê li ser hemû cûreyên xwarinên hevîrî tê reşandin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Mohammad Hossein Boskabady, Batool Shirmohammadi (2002). "Effect of Nigella Sativa on Isolated Guinea Pig Trachea" (PDF). Arch Iranian Med. 5 (2): 103–107. Ji orîjînalê (PDF) di 4 çiriya paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 tîrmeh 2013.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]