Regina Ice

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Regina Ice
Jidayikbûn
Maria Iscusitu

11ê çiriya pêşîn a 1984an(1984-10-11) (39 salî)
PerwerdeZanîngeha Bûkareştê
PîşePornostêrk
Salên çalak2006-2014
biguhêreBelge

Regina Ice ( jdb. 11ê çiriya pêşîn a 1984 li Bûkareşt , Romanya ) pornostêrkeke karnebes ya romanyayî ye.

Jiyana wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Regina Ice, bi navê rastî Maria Iscusitu, li Bûkareşt, Romanya di çiriya pêşîn a 1984 de ji dayik bû. Piştî qedandina lîseyê, xwe li Zanîngeha Bûkareştê tomar kir û li wir zimanên biyanî xwend.[1] Piştî xwendina salekê biryar da ku dev ji xwendinê berde û li benzînxaneyekê dest bi kar kir.[1] Piştî du salan wê di otêlekê de li Bûkareştê dest bi kar kir wek model û resepsiyonê. Di tebaxa 2006 de, ew çû Budapeştê (Mecaristan) da ku dest bi kariyera xwe wekî pornostêrk bike.

Di sibata 2008 de, ew ji hêla Twistys ve wek "Treat of the Month" hate hilbijartin.[2]

Di salên 2009 û 2010 de ew di Xelatên AVN de ji bo Hunermenda Jinê ya Biyanî ya Salê bû berendam. Wekî din, di sala 2010an de jî ji hêla Eurozotic ve ji bo xelata baştirîn sehneya seksê di hilberînek biyanî de hate berbijar kirin.[3]

Hin fîlmên wê Sex Carnage 2, Glamour Dolls, Orgy In Ibiza, Ritual, Twisty Treats 3 û Fuck My Throat in.

Di sala 2014an de, piştî 148 fîlman, wê biryar da ku dev ji lîstikvaniyê berde.[3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b "Regina Ice" (bi îngilîzî). Milky Way Channel. Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2022.
  2. ^ "Twistys Treat of the month for February 2008 : Regina Ice" (bi îngilîzî). Twistys. Ji orîjînalê di 28 adar 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2022.
  3. ^ a b "Info "Eurozotic"" (bi îngilîzî). adultfilmdatabase. Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2022.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]