René Cassin
Bo bîranîna Cassin li Forbach, Fransa
René Cassin (jdb. 5ê çiriya pêşîn a 1887an li Bayonne; m. 20ê sibata 1976an li Parîs) dîplomat û dadnasekî fransî bû. Xwedî gelek payeyan bû.
Sala 1968î bo amadekirina wî ya Danezana gerdûnî ya mafê mirovan, Xelata Nobel a aşitiyê dane wî.
Di malbateke Cihû de hatibû jiyanê. Ji ber wê di şerê cîhanê yê duyem de jiyana wê tê guhertin. Ew li dijî dagikeriya Nazî yên Almanyayê, tevlî refê berxwedan û azadiya Fransa dibe. Piştî bidawîbûna şer di gelek sazî, zanîngeh hwd de kar dike.