Reqe (anatomî)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Reqe an jî spîka çav (bi îngilîzî: sclera, white of the eye) çîna derva ya çav e[1].

Reqê çîna derva ya çav e.

Çavê mirov ji sê çînan pêk tê. Çîna derve reqe û korniye lixwe digire. Çîna naverast ji koroyîd, tenê kûlkdar û rengîneyê pêk tê. Çîna navî jî toreyê lixwe digire.[2] Reqe ji bestereşaneya rîşalî yên spî û rîşalên qaîşokî pêk tê.[3] Çîna rîşalî çînek req (zexm) e, ev çîna zexm ji bo girêdana masûlkeyên çav tê bikaranîn.[1] Reqe ji xeynî aliyê pêşîyê, goga çavê ji alîyê paşî, herdu kêlekê û ji aliyê jêr ve dipêçe. Li aliyê pêşiya goga çav de reqe diguhere, dibe wekî perdeyek ron (şefaf) ev beşa reqeyê wekî korniye tê navkirin. Ronahi pêşî ji korniyeyê derbas dibe ko bikeve nav çav.[1] 5 ji 6 parên (5/6) rûyê derva yê goga çav ji aliyê reqeyê ve, 1 ji 6 parên ( 1/6) rûyê goga çav jî ji korniyeyê pêk tê.[3] Li aliyê paşîya goga çav de reqê tenik e, demarên bînînî ji vê beşa tenik a kunikî de derbas dibin.[3] Reqê pêkhateyên nav çav diparêze, herwisa ji ber zexmiya reqeyê, şeweyî (şikil) gogî ya çavjî tê parastin.[4] Palikên çav, bijang û birû reqeyê diparêzin ko ji derva toz û pirtik nekevin çav[5].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  2. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  3. ^ a b c Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  4. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.