Resûlê Mistê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Resûlê Mistê (z. 1866 Şehrezûr - m. 1908 Stembol) fizîknas, helbestvan û nivîskarê kurd bû.[1]

Navê bavê wî Mehmûd e. Di sala 1866an de li bajarê Şehrezûrê ji dayik bûye û perwerdehikî baş dîtiye. Bi xwe kurdî, tirkî, erebî zanibûye dûre zimanê fransî jî hîn bûye.

Resûlê Mistê ji bo av kişandinê makîneyek îcad kiriye. Çûye Stembolê li ser fizîkê pirtûk nivîsiye bi wesîta Ebdurehman Samî ve ji Siltan Ebdulezîz şandiye. Ji bo xebatên xwe wextekê çûye Wan, Mûsil û Besreyê jî. Çar sal jî li welatên Ewropayê maye.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Mihemed Emîn Zekî Beg, Navdarên Kurd û Kurdistanê