Here naverokê

Rewşa madeyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Rewşa madeyê bi xwezaya girêdan û livîna hûrtirîn perçeyên ku madeyê pêk tînin, tê diyarkirin. Bi gotineke din, rewşên madeyê ew şêweyên bingehîn ên madeyê ne ku ji hêla livîna atom û molekulên xwe û hêza pêwendiyên di navbera wan de, bi awayekî berbiçav ji hev ferq ne.[1] Loma rewşên klasîk ên madeyê, ango biring, şile û gaz, dikarin bi rêya hestkirinê û li ser bingeha taybetmendiyên wan ên mekanîkî û reolojîk ên makroskopîk ên ferq, werin naskirin.[2] Herwiha fizîk şêweyên din ên madeyê jî ku di biyosfera Erdê de bi awayekî xwezayî çênabin an jî kêm caran têne dîtin, wekî rewşên madeyê qebûl dike. Mesele plazma, ya ku Roj pêk tîne, wekî rewşa çarê a madeyê tê hesibandin.[3]

Hin made, wekî krîstalên şile, materyalên vîskoelastîk an jî heliyayiyên polîmerên xwedî zincîrên pirî dirêj, dikarin taybetmendiyên her du rewşên biring û şile yên madeyê nîşan bidin. Camên ku ji polîmerên ataktîk ên xwedî girseya molekulan a bilind pêk tên, bi gelemperî wekî madeyên biring têne hesibandin; herçend di rastiyê de ew tenê şileyên wisa ne ku dînamîkên wan, ligorî pîvanên wextê yên têgihiştina însanan, zehf yavaş ne.[4]

Divê têgîna "rewşa madeyê" ji têgîna "qonax" a tengtir were ferqkirin. Di nav materyalekê de, qonax herêmeke ferq ye ku bi taybetmendiyên kîmyayî û fizîkî yên yekreng tê xuyangkirin. Rewşa yekane ya madeyê dikare pir qonaxan bigire nav xwe. Mesele madeyên biring ên homojen dikarin di guhertoyên krîstalî yên ferq de di germahî û zextên ferq de hebin; ew guherîn dikarin bi rêya veguherînên enantiotropîk werin veguheztin û her yek qonaxek ferq pêk tîne. Têkelên nehevseng dikarin di rewşek biring an şile a yekreng a madeyê de hebin wexta ku gelek qonaxên pêkhateya kîmyayî ya ferq dihewînin. Ji bo gaz û plazmayê, têgînên "rewşa madeyê" û "qonax" dikarin wekê hevmane werin bikaranîn.

Made bi rêya guherîna qonaxê ji rewşeke xwe derbasî rewşeke din dibe; ew pêvajo dikare bi guherîneke di rewşê de, wekî guherîna germahî, zext an qewareyê, pêk were. Sinorên di navbeya rewşên curbecur ên madeyê de, di qada rewşê ya wê madeyê de, dikarin bi riya diyagramên qonaxê bi awayekî grafîkî bên nîşandan.

  1. Gutzow, Iwan; Schmelzer, Jürn (1995). The Vitreous State (bi îngilîzî). Berlin, Heidelberg: Springer Berlin Heidelberg. r. 7. doi:10.1007/978-3-662-03187-2. ISBN 978-3-662-03189-6.
  2. Group, Thieme. "Chemie". eref.thieme.de (bi almanî). Roja gihiştinê 16 tebax 2026.
  3. Stroth, Ulrich (2018). Plasmaphysik: Phänomene, Grundlagen und Anwendungen (bi almanî) (Çapa 1). Berlin, Heidelberg: Springer Berlin Heidelberg. doi:10.1007/978-3-662-55236-0. ISBN 978-3-662-55235-3.
  4. "An introduction to polymer physics | WorldCat.org". search.worldcat.org (bi almanî). r. 11. Roja gihiştinê 16 tebax 2026.