Riya Ketelanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Riya Ketelanî di ber Camp Nou a Barselonayê re derbaz bû.
Riya Ketelanî li Bakurê Ketelonya (li Fransayê) destpê dike û ber bi başûr heta ku digehe sînora welatê Valensiyayê.

Riya Ketelanî (bi ketelanî: Via Catalana) yan jî Riya Ketelanî ber bi Serbixwebûnê (Via Catalana cap a la Independència) xwepêşandaneke mezin bû ku ji rêzeke 1.600.000 mirovên aştîxwaz ên dest bi dest girtî pêk hat. Xwepêşandana ketelanparêz ji bo roja neteweyî ya Ketelonyayê ji hêla 14 rêxistinên civata sivîl a ketelan ve hat lidarxistin û di roja 11ê îlona 2013an de hat çêkirin. Dirûşma xwepêşanderan ew bû: Independència! ("Serbixwebûn!").

Zincîra mirovan di dirêjahiya riya romanî ya Via Augusta ji bakur ber bi başûrê Ketelonyayê ve bi awayekî aştîxwaz û bi şayîne hate çêkirin û zêdeyî 400 km dirêj bû.

Mafê çêkirina referendûmê (Dret a Decidir)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Civîna Neteweyî ya Katalonyayê (bi ketelanî: Assemblea Nacional Catalana) ev xwenîşandan pêşniyaz kiriye da ku di roja neteweyî ya ketelanan de xelkê Ketelonyayê bikaribe daxwaza xwe ji bo mafê çêkirina referendûmeke di sala 2014an de nîşan bide hikûmetên Spanya û Ketelonyayê û pêşkêşî bernameya dewleta serbixwe bike. Dirûşmeke din jî hebû: Fem via!; bi wateya "De em riya xwe çêkin!" yan jî "Bila em bi lez bikin [ber bi serbixwebûnê]!"

Riya Ketelanî di Ketelonyayê ve diçe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rêza mirovan di dirêjahiya Via Augusta ya romaniyan de meşiya û di zêdetirî 86 bajaran re derbaz bû; ji bakur ber bi başûr: El Pertús, la Jonquera, Pont de Molins, Figueres, Santa Llogaia d'Àlguema, Bàscara, Orriols, Sarrià de Ter, Sant Julià de Ramis, Girona, Fornells de la Selva, Riudellots de la Selva, Tordera, Pineda de Mar, Calella, Sant Pol de Mar, Canet de Mar, Arenys de Mar, Caldes d'Estrac, Sant Andreu de Llavaneres, Mataró, Vilassar de Mar, Premià de Mar, El Masnou, Montgat, Badalona, Sant Adrià de Besòs, Barselona, l'Hospitalet de Llobregat, Esplugues de Llobregat, Sant Just Desvern, Sant Feliu de Llobregat, Molins de Rei, Sant Vicenç dels Horts, Cervelló, Vallirana, Ordal, Cantallops, Sant Cugat Sesgarrigues, Olèrdola, Vilafranca del Penedès, Santa Margarida i els Monjos, la Ràpita, l'Arboç, Castellet i la Gornal, Bellvei, el Vendrell, Roda de Berà, Creixell, Clarà, Torredembarra, Altafulla, Tarragona, Reus, Riudoms, Montbrió del Camp, Mont-roig del Camp, l'Hospitalet de l'Infant, l'Ametlla de Mar, El Perelló, l'Ampolla, Camarles, l'Aldea, Amposta, Sant Carles de la Ràpita û Alcanar.

Wênedanka Riya Ketelanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]