Robert Hofstadter

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Robert Hofstadter

Robert Hofstadter (jdb. 5ê sibata 1915an, New York City; m. 17ê çiriya paşîn a 1990an, Stanford/California) fizîknasekî navdar ê DYAyî bû. Sala 1961î, bi tevî Rudolf Mößbauer, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Di malbateke Cihû yê ji Polonya koçber bûne hatiye jiyanê. Sala 1938î zanîngeha Princeton bidawî dike. Di şerê cîhanî yê duyem de, di agirbarandina firokekeyên şer de peywirdar dibe. Piştî şer dîsa vedigere Princetonê. Wê demê li ser tîrêjên înfrarot lêkolînan dike.

Di nava salên 1950 û 1985î de li zanîngeha Stanford dersdariyê dike. Ji bo pîvandin û lêkolînên mîsogerî li ser nûkleonan, lêkolînên mezin dike. Rewşa têgihîştina neutron û protonan baştir dike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]