Roja Jinan a Cîhanî

Roja Jinan a Cîhanî an jî Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê cejnek e ku her sal wek xala sereke ya tevgera mafên jinan tê pîrozkirin. Roja Jinan a Cîhanî bi çalakî û daxuyaniyên ku li seranserê cîhanê tê lidarxistin balê dikişîne ser mijarên wekê wekheviya zayendî, mafên ducaniyê, tundî û destdirêjiya li ser jinan.[1][2] Di destpêka sedsala 20an de bi palpiştiya tevgera gerdûnî ya dengdanê ya jinan ve Roja Jinê ya Navneteweyî ji aliyê tevgerên kedê yên li Ewropa û li Amerîkaya Bakur derketiye holê. Di heman demê de dîsa di destpêka sedsala 20an de bi cejneke nûjen 8ê Adarê ji aliyê Vladîmîr Lenîn ve wekê cejna Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatiye ragihandin.[3][4] Di 1977an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî roja 8ê adarê wekê "Roja Jinên Kedkar a Cîhanî" hatiye qebûlkirin.[5]
Pîrozbahiya herî pêşîn a ku hatiye ragihandin "Roja Jinê" bû ku ji aliyê Partiya Sosyalîst a Amerîkayê ve li bajarê New Yorkê di 28ê sibata 1909an de hatiye organîzekirin. Pîrozbahiya Partiya Sosyalîstên Amerîkayê dibe sedem ku delegeyên alman di Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî ya 1910an de li Kopenhagê "Roja Jinê ya Taybet" her sal were organîzekirin.[6] Piştre di sala pêş de yekem xwepêşandan û bîranînên Roja Jinan a Cîhanî li seranserê Ewropayê hatine lidarxistin. Vladîmîr Lenîn di 1922an de ji bo rêzgirtina rola jinan a di Şoreşa Rûsyayê de di 1922an de 8ê Adarê weke Roja Jinê ya Cîhanê diyar kiriye. Cejn piştî danasîna wê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve di sala 1977an de bûye cejneke cîhanî ya sereke.[4]
Roja Jinan a Cîhanî li seranserê Kurdistanê li gelek bajar û navçeyan di 8ê adarê de ji aliyê jinên kurd ve tê pîrozkirin.[7][8][9]
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Her çend ev roj di asta navnetewî de di salên 1970î de hatibe qebûlkirin jî, bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê ya weke rojeke hevbeş a jinên cîhanê rastî salên 1800î tê. Di 8ê adara sala 1857an de jinan li New Yorkê grevek li dar xistin. Jinan bi greva xwe daxwaz dikirin, ku saeta wan ya kar dakeve 8 saetan û heqdestekî weke hev ji wan re were dayîn. Lê belê di encama grevê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 100 jin di encama vê bûyerê de mirin.[10][11]
Piştî greva 1857an, têkoşîna rêxistinî ya ji bo mafên jinan di salên 1900î de dest pê kir. Di sala 1903an de, li Amerîkayê "Koalîsyona Sendîkayên Jinan" ji bo parastina mafên aborî, siyasî û kesane yên jinan hate damezrandin. Di yekşema dawî ya sibata 1908an de, jinên sosyalîst li New Yorkê ji bo mafên dengdan, siyasî û aborî meşek li dar xistin, ku wekî yekem xwepêşandana "Roja Jinan" tê qebûlkirin.[12]
Li DYAyê lêgerîna jinan ya ji bo mafên xwe, di sala 1909an de ji bi beşdariya 2 hezar kesî xwepêşandanek pêk hat û piştî vê xwepêşandanê bi beşdariya 20-30 hezar jinên karkerên tekstîlê greveke giştî hate destpêkirin. Karkerên jin di greva xwe de dixwestin, ku şertûmercên xebata wan were başkirin û heqdestek baş ji wan re were dayîn. Koalîsyona Sendîkaya Jinan pêwîstiya jinên di vê grevê de pêşwazî kir û kefaleta jinên ku di vê xwepêşandanê de hatibûn girtin da.[13]
Têkoşîna Jinên amerîkî, jinên Ewropayê jî bi tesîr kiriye. Di sala 1910an de li Kopenhagê Duwemîn Konferansa Jinên Sosyalîst a Navnetewî hate li darxistin. Di konfresansê de Clara Zetkin derbarê rojeke jinan ya cîhanî pêşniyar kir, ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman, û pêşniyara wê hate qebûlkirin. Piştî vê biryarê ku rojeke teqez nehate diyarkirin, yekem Roja Jinan a Cîhanî di 19 adara 1911an de li Almanya, Awistralya û Danîmarkayê hate pîrozkirin. Giringiya vê rojê ew bû ku keyê Prusyayê di sala 1848an de hin reform mohr kiribû û di nava van reforman de jin karibin mafên xwe yên dengdanê bikarbînin. Lê belê ev reform nehate pêkanîn.[14]
Pîrozkirina 8 adarê weke Roja Jinan a Cîhanî jî di sala 1972an de bi rêxistineke mezin ya bi navê "Tevgera Adarê" ya li Sidneyê hate kirin. Piştî ku Neteweyên Yekbûyî navbêra salên 1975 û 1985an weke "Dehsala Jinên Neteweyên Yekbûyî" îlan kir, di 16 kanûna 1977an de jî 8 adarê weke "Roja Jinan a Cîhanî" hate îlan kirin, da ku her sal were pîrozkirin. Di salên piştî vê de welatên endamê Neteweyên Yekbûyî 8ê adarê weke Roja Jinan a Cîhanî qebûl kirin.[15]
Kronolojiya Roja Jinan a Cîhanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 08.03.1857 rûdana Kargeha cil û berga li New York.
- 1889 Kongreya damezrandina Înternasyonala Diduyan li Parîsê hate bestin.
- 18.03.1911 êkemîn ahenga Roja Jinan a Cîhanî.
- 08.03.1917 mangirtina jinan li kargahên li Rûsya çarî û destpêkirina şoreşa şibatê.
- 1918 mafê dengdanê bu jinê li Elmanyayê.
- 1920 konferansa afretên komunîst li Moskowa
- 1921 konferansa afretên komunîst ya diduyan li Moskova
- 1975 sala jinan
Mafên jinan li Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gotara bingehîn: Mafên jinan li Kurdistanê
Dîroka Roja Jinan a Cîhanê û mafên jinan li herêmên kurdan bi têkoşîna gerdûnî ya ji bo wekheviyê ve girêdayî ye. Bi saya fikrên sosyalîst û femînîst ên ku li seranserê cîhanê belav bûn, hişyariya mafên jinan li Kurdistanê jî zêde bûn. Lêbelê, jin hê jî li hemû parçeyên Kurdistanê bi avahiyên baviksalarî yên bihêz re rû bi rû ne[16], ku mafên wan sînordar dikin, wek mînak ji ber rolên kevneşopî, zewacên bi zorê û gihîştina sînordar a perwerdehiyê.
Ji bo jinên kurd ev roj xwedî wateyeke taybet e, ji ber ku daxwazên wan ên dîrokî û yên niha ji bo rizgariyê û azadiyê pêş dixe. Lewma li herêmên kurdan tevgereke jinan a berbiçav pêşketiye, ku bi roja cîhanî ya jinan re têkildar e. Ev roj ne tenê ji bo balkişandina li ser mafên jinan tê pîroz kirin, lê herwiha ji bo rola wan a navendî di guherîna civakî de tê nirxandin. Têkoşîna wan a bi dehan salan a li dijî zordariya baviksalarî, marjînalbûna siyasî û cudakariya çandî, 8ê adarê dike rojeke girîng a berxwedan û rizgariyê. Fermo tevgera jinên kurd roja 8ê adarê wekî xalek girîng di têkoşîna xwe ji bo civakeke wekhev dibîne.[17]
Jinên kurd li hemû parçeyên Kurdistanê bi awayekî aktîv ji bo mafên xwe têkoşiyane. Di vê pêvajoyê de, wan ne tenê piştgirî dane tevgerên femînîst, lê gelek caran di guherînên civakî û siyasî de jî roleke navendî lîstine.[18][19][20]
Mafê perwerdehiyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gotara bingehîn: Hapsa Xan
Perwerdehiya jinên kurd di dîrokê de hem ji ber avahiyên baviksalarî û hem jî ji ber zordariya siyasî ya Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê bi giranî hatiye sînordarkirin. Rolên kevneşopî, xizanî û cudakariya dewletê ji bo demek dirêj gihîştina jinan a perwerdehiyê asteng kirin. Gelek keçên kurd ji dibistanê hatin dûrxistin an jî di temenekî biçûk de hatin zewicandin[21][22], bi vî awayî fersenda pêşxistina xwe ya rewşenbîrî û aborî ji wan hate stendin.[23]
Tevî van astengiyan, ji zû de jinên wêrek hebûn ku ji bo perwerdehiyê têkoşiyan. Di salên 1920î de, Hapsa Xan yek ji yekemîn dibistanên keçan li Başûrê Kurdistanê damezrand, ku gaveke girîng bû ji bo perwerdehiya jinên kurd. Lêbelê, gihîştina perwerdehiyê ji bo jinên kurd bi giştî hê jî bi giranî sînordar ma, ji ber ku zexta siyasî û civakî nehîştin ku bila fersendên wekhev wekî yên mêran ji bo jinan re jî hebe. Zordariya dewletê li ser jinan bi taybetî giran bû. Li Tirkiyê û Îranê bikaranîna zimanê kurdî li dibistanan ji bo demeke dirêj qedexe bû. Ev bû sedem ku gelek zarokên kurd - bi taybetî keç - ji pergala perwerdehiyê werin dûrxistin.
Lê tevî van dijwariyan, jinên kurd xwe bi rêxistin kirin û bi awayekî aktîv ji bo perwerde û wekheviyê têkoşiyan. Di salên 1990î de, rêxistinên mafên jinan ên mîna KAMER li bakurê Kurdistanê derketin holê, ku bi taybetî bernameyên ji bo pêşvebirina perwerdehiya jin û keçan dane destpêkirin. Piştî serhildana li Rojavaya Kurdistanê di sala 2012an de, yekem dibistanên kurdî hatin damezrandin, ku tê de perwerdehiya jinan jî roleke navendî lîst.[24]
Îro gihîştina perwerdehiyê ji bo jinên kurd ji berê zêdetir û hêsantir e, lê gelek dijwarî hê jî hene. Zewacên bi zorê, xizanî û cudakariya civakî hê jî asteng in, ku riya perwerdehiyê ya gelek jinan dijwar dikin. Tevgera jinên kurd hê jî bi biryar e ku ji bo fersendên perwerdehiyê yên wekhev têbikoşe.

Jin û siyaset
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gotara bingehîn: Hevserokatî


Rola jinên kurd di siyasetê de mijareke pirreng û dînamîk e, ku li parçeyên cuda yên Kurdistanê bi awayên taybet pêş ketiye. Tevî dijwariyên hevbeş, jinên kurd pêşkeftinên girîng bi dest xistine û tevlêbûna xwe ya siyasî xurt kirine.
Li Bakurê Kurdistanê tevgera jinên kurd bi tevgera rizgariya kurd re girêdayî ye. Jinan di partiyên siyasî de, bi taybetî HDPê de, roleke girîng lîstine û bi tundî ji bo wekheviya zayendî têkoşiyane. Serkeftineke berbiçav damezrandina prensîba hevserokatiyê ye, ku destnîşan dike ku postên siyasî divê her dem ji aliyê jin û mêrekî ve bi hev re bêne meşandin.[25][26][27]
Li Başûrê Kurdistanê jinan li Herêma Kurdistanê bandora xwe di saziyên siyasî de bi berdewamî zêde kirine. Qanûn û rêziknameyên kotayê hatine destnîşankirin ji bo pêşvebirina beşdariya siyasî ya jinan. Lêbelê, dijwarî hê jî hene, bi taybetî li herêmên gundewarî, ku pratîkên kevneşopî berdewam dikin. Her wiha ji sala 2025ê û pê de qanûneke nû heye, ku destûrê dide ku keç ji neh saliya xwe ve bêne zewicandin. Ev yek dikare bandorê li beşdariya siyasî ya wan jinan bike.[28]
Li Rojhilatê Kurdistanê jinên kurd beşek ji tevgera jinên Îranê ya berfireh in û bêwestan li dijî zordariya dewletê û ji bo wekheviya zayendî têdikoşin.[29] Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî bûye sembola sereke ya berxwedanê.[30] Lêbelê, beşdariya siyasî ya jinan ji ber qedexeyên dewletê bi tundî hatiye sînordarkirin.[31]
Li Rojavayê Kurdistanê jinên Kurd di warê siyasî û leşkerî de roleke berbiçav lîstine. Yekîneyên Parastina Jinên Kurd (YPJ) di şerê li dijî DAIŞê de naskirina navneteweyî bi dest xistine.[32] Di rêveberiya xweser a Rojava de, prensîbên femînîst di makezagonê û di pratîka siyasî de hatine bicîhkirin.[33]
Jin, Jiyan, Azadî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gotara bingehîn: Jin, Jiyan, Azadî

Tevgera "Jin, Jiyan, Azadî", ku li hemû cîhanê wekî "Woman, Life, Freedom" tê zanîn, koka xwe di tevgera jinên kurd de digire.[34] Dirûşm di salên 1990î de ji aliyê tevgera jinên kurd ve, ên ku di nav PKK (Partiya Karkerên Kurdistanê) de cih digirtin, hate afirandin. Li gorî dirûşmê, rizgariya civakê tenê bi rizgariya jinê pêkan e. Dirûşm ji tevgera rizgariya kurd tê û ji aliyê jinên kurd li bakurê Kurdistanê û rojavaya Kurdistanê ve hate bikar anîn.
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li Rojavayê dirûşmê di têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞê de bi awayekî aktîv bi kar tînin. Ev dirûşm paşê ji aliyê çalakvanên mafên jinên Îranê ve, bi taybetî piştî kuştina Jîna Emînî di îlona 2022an de, hat wergirtin, berî ku li hemû cîhanê belav bibe.[35] Fermo, bi saya tevgera jinên kurd û protestoyên li Îranê, dirûşm li cîhanê belav bû. Îro tevgerên femînîst li Ewropa û DYAyê di xwepêşandanên ji bo mafên jinan de slogan bi kar tînin. Bi vê dirûşmê, jinên kurd li hemû cîhanê ji bo piştgiriya tevgerê xwepêşandan li dar dixin.[36][37]
Têkoşîna jinên kurd a bi dehan salan a li dijî zordariya baviksalarî, zordariya dewletê û fûndamentalîzma dînî bû îlham ji bo protestoyên li Îranê û li seranserê cîhanê.[38][39]
Binerê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Day, International Women's. "About International Women's Day". International Women's Day (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 adar 2025.
- ^ Nations, United. "International Women's Day". United Nations (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 adar 2025.
- ^ Day, International Women's. "History of International Women's Day". International Women's Day (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 adar 2025.
- ^ a b Nations, United. "Background | International Women's Day". United Nations (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 adar 2025.
- ^ Nations, United. "Background | International Women's Day". United Nations (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 7 adar 2025.
- ^ International Socialist Congress (1910). International Socialist Congress, 1910; Second International Conference of Socialist Women (bi îngilîzî).
- ^ "Li Serhedê pîrozbahiya 8'ê Adarê". ANF News. Roja gihiştinê 8 adar 2025.
- ^ "Li Silopiyayê çalakiya 8'ê Adarê: Azadiya jinan mifteya civaka demokratîk e". ANF News. Roja gihiştinê 8 adar 2025.
- ^ "Li Curnê Reş şahiya 8'ê Adarê". ANF News. Roja gihiştinê 8 adar 2025.
- ^ Day, International Women's. "History of International Women's Day". International Women's Day (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 adar 2025.
- ^ "Women's History Month". National Women's History Museum (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 adar 2025.
- ^ "Women's History Month – Women's Suffrage". www.fulcolibrary.org (bi îngilîziya amerîkî). 28 sibat 2022. Roja gihiştinê 6 adar 2025.
- ^ "About this Collection | Women of Protest: Photographs from the Records of the National Woman's Party | Digital Collections | Library of Congress". Library of Congress, Washington, D.C. 20540 USA. Roja gihiştinê 6 adar 2025.
- ^ Nations, United. "International Women's Day". United Nations (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 adar 2025.
- ^ Day, International Women's. "About International Women's Day". International Women's Day (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 adar 2025.
- ^ admin_bis (22 kanûna paşîn 2024). "Kurdish Women: Agents of Change in the Struggle for Identity, Equality and Liberation". Institut du Genre en Géopolitique (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 7 adar 2025.
- ^ "Botschaft zum 8. März von Kämpferinnen der YJA Star". ANF News (bi almanî). Roja gihiştinê 5 adar 2025.
- ^ "GCSP Article | How Kurdish Women Are Transforming and Democratising the Middle East". www.gcsp.ch (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 7 adar 2025.
- ^ admin_bis (22 kanûna paşîn 2024). "Kurdish Women: Agents of Change in the Struggle for Identity, Equality and Liberation". Institut du Genre en Géopolitique (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 7 adar 2025.
- ^ Ilhan, Ebru (1 kanûna paşîn 2023). "The Transformation of Kurdish Women from Victimization to Liberation through Learning under Oppression in Turkey: A Phenomenological Study". All Graduate Theses, Dissertations, and Other Capstone Projects.
- ^ "Communication for Behavioral Impact (COMBI): Plan For Decreasing Child Marriage In Kurdistan Region (KR) – IRAQ (2016) - National Women Machineries". nwm.unescwa.org. Roja gihiştinê 7 adar 2025.
- ^ "Who Speaks for Me? Ending Child Marriage". PRB (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 7 adar 2025.
- ^ Alizadeh, Hooshmand; Kohlbacher, Josef; Mohammed, Sara Qadir; Vaisi, Salah (1 nîsan 2022). "The Status of Women in Kurdish Society and the Extent of Their Interactions in Public Realm". Sage Open (bi îngilîzî). 12 (2): 21582440221096441. doi:10.1177/21582440221096441. ISSN 2158-2440.
- ^ "Kurdish women receive education in their mother language in Qamishlo". JINHAGENCY News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 7 adar 2025.
- ^ "Hevşaredarên jin ên HDPyî wê 58 bajaran bi rê ve bibin". bianet.org. Roja gihiştinê 8 adar 2025.
- ^ "Em ê xwe û bajarê xwe bi xwe bi rê ve bibin". hedep.org.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 8 adar 2025.
- ^ "Kadın Meclisimiz Eşbaşkanlık Dosyası'nı tanıttı: Bu topraklarda kadın özgürlükçü bir sistem kuracağız". hedep.org.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 8 adar 2025.
- ^ Talal, Maria; Abdullah, Hala (22 kanûna paşîn 2025). "'The end of women and children's rights': outrage as Iraqi law allows child marriage". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 8 adar 2025.
- ^ Hajiagha, Azad Rahim; Hamelink, Wendelmoet. "Kurdish women's activism in Iran: struggle for re-conquest of the public sphere". Identities. 0 (0): 1–20. doi:10.1080/1070289X.2024.2424700. ISSN 1070-289X.
- ^ Bodette, Meghan (26 îlon 2022). "A Feminist Revolution is Challenging Iran's Regime". Kurdish Peace Institute (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 8 adar 2025.
- ^ "Iran: Two Kurdish Women at Risk of Execution | Human Rights Watch" (bi îngilîzî). 22 kanûna paşîn 2025. Roja gihiştinê 8 adar 2025.
- ^ The role of Kurdish women in the new Syria (bi îngilîzî), 17 kanûna paşîn 2025, roja gihiştinê 8 adar 2025
- ^ "Kurdish Women in Rojava: From Resistance to Reconstruction – Peace Research Institute Oslo (PRIO)". www.prio.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 adar 2025.
- ^ "Jin*, Jîyan, Azadî / Zan*, Zendegi, Āzādi / Woman*, Life, Freedom / Frau*, Leben, Freiheit". www.adk.de (bi almanî). Roja gihiştinê 7 adar 2025.
- ^ "Woman, Life, Freedom | Iran, Movement, History, & Jina Mahsa Amini | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 17 sibat 2025. Roja gihiştinê 7 adar 2025.
- ^ Mukriyan, Rojin (12 îlon 2023). "The Global Impact of Jin, Jiyan, Azadî". The Kurdish Center for Studies (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 7 adar 2025.
- ^ "„Jin Jiyan Azadî" auf den Straßen Europas". ANF News (bi almanî). Roja gihiştinê 7 adar 2025.
- ^ ANHA (18 îlon 2024). "Jin, Jiyan, Azadî slogan became a cornerstone of changing women reality". ANHA (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 7 adar 2025.
- ^ Piller, Ingrid (3 çiriya pêşîn 2022). ""Women, life, freedom" – the slogan swimming against the global tide". Language on the Move (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 7 adar 2025.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]