Rojavayê Asyayê
Rojavayê Asyayê | |
|---|---|
| |
| 29°10′00″Bk 47°36′00″Rh / 29.166667°Bk 47.6°Rh | |
| Parzemîn | Asya |
| Pêk tê ji | |
| Rûerd | |
| Nifûs | 296.392.034 (2023) |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Rojavayê Asyayê herêmeke erdnîgarî ye ku herêma herî rojavayê Asyayê ye rave dike. Ev herêm ji tevahiya Anatolyayê, tevahiya Kurdistanê, Nîvgirava Erebî, Îran, Mezopotamya, Şam, girava Qibrisê, Nîvgirava Sînayê û Qefqasya Başûr pêk hatiye.[1][2] Herêm bi qenala Suweyşê li Misirê ji Afrîkayê veqetandî ye û bi rêyên avê yên tengava Dardanelê tengava Stembolê û bi hewza qefqasya mezin ji Ewropayê veqetandî ye. Asyaya Navendî li bakurê rojhilat û Asyaya Başûr jî li rojhilatê herêmê ye. Diwanzdeh derya li dora herêmê hene (li gorî gera saetê) Deryaya Egeyê, Deryaya Marmarayê, Deryaya Reş, Deryaya Qewzînê, Kendava Farsê, Kendava Omanê, Deryaya Erebî, Kendava Adenê, Deryaya Sor, Kendava Akabayê, Kendava Suweyşê û Deryaya Navîn e.
Her çiqas gelek caran her dû têgeh bi heman wateyê bi were bikaranîn jî, Rojavayê Asyayê û Rojhilata Navîn ne yek in. Rojhilata Navîn têgeheke siyasî ye ku ji aliyê erdnîgarên rojavayî ve hatiye afirandin û li gorî çarçoveya siyasî û dîrokî, di dîrokê de gelek deverên asyayî dihewîne lê Rojavayê Asyayê têgeheke erdnîgarî ye ku xwedî rastbûn û xwedî lihevkirineke giring e.
Rojavayê Asyayê rûberek 5.994.935 km² erd digire nav xwe û nifûsa herêmê nêzîkî 313 milyon kes e.[3][4] Ji 20 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî ku bi tevahî an qismî di nav herêmê de ne ku 13 ji wan welatên ereb in. Welatên herî qelebalix ên li Rojavayê Asyayê Kurdistan, Îran, Tirkiye, Iraq, Erebistana Siûdî û Yemen in.
Di nexşeya erdnîgarî ya cîhanê ji bo tomarkirina belavbûna nebatan (WGSRPD) de, Rojavayê Asyayê Nîvgirava Erebistanê nagire nav xwe û Efxanistan di nexşeyê de ye.[1]
Danasîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Têgeha "Rojavayê Asyayê" bi awayekî pragmatîk tê bikaranîn û pênaseyeke "rast" an jî bi gelemperî qebûlkirî ya têgehê tune ye. Pênaseyên têgeha herêmê bi gelemperî lê ne bi tevahî, bi pênaseyên têgeha Rojhilata Navîn, Rojhilata Deryaya Navîn û Rojhilata Nêzîk (ku ji hêla dîrokî ve nas e lê îro bi berfirehî nayê bikaranîn) re li hev tên.[5]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b "Wayback Machine" (PDF). www.nhm.ac.uk. Roja gihiştinê 15 adar 2026.
- ^ "Wayback Machine" (PDF). www.fao.org. Roja gihiştinê 15 adar 2026.
- ^ "World Population Prospects". population.un.org. Roja gihiştinê 15 adar 2026.
- ^ "Wayback Machine". population.un.org. Ji orîjînalê di 27 sibat 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 adar 2026.
- ^ Society, Sharon Omondi in (11 adar 2019). "What Is The Difference Between Near East and Middle East?". WorldAtlas (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 15 adar 2026.