Rojiya mirinê ya 14'ê tîrmeha 1982'an

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Rojiya mirinê hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search

Rojî Mirinê ya 14'ê tîrmeha sala 1982'an destpêkirina berxwedaneke rojiya mirinê ya girtîyên PKK'ê bû. Bûyer di navbera rojên 14'ê tîrmehê û 17'ê rezberê 1982'an de çêbû.

Çar endamên PKKMehmet Hayri Durmuş, Kemal Pir, Ali Çiçek û Akif Yılmaz di 14'ê tîrmeha 1982'an de li girtîgeha Amedê dest bi rojiya mirinê kiriye.

Armanca; Rojî Mirinê[biguherîne]

Girtîyên PKK'ê yên girtîgeha Amedê, li dijî êrîşên rejîma 12'ê Îlonê û rêzanîye wê ya tunekirin û şemartinê ya li ser gelê Kurd protesto kirine.

Piştî Durmuş, Kemal Pir, Akif Yılmaz û Ali Çiçek, girtîyên din wek Mustafa Karasu, Çavgun, Kılıç, Kavak û Kankılıç jî tevlî Rojî Mirinê bûne[çavkanî pêwîst e].

Encama Protestoyê[biguherîne]

Di encamê de di 7'ê rezberê de Kemal Pir jîyana xwe ji dest da, dû re di 13'ê rezberê de Mehmet Hayri Durmuş, di 15'ê rezberê de Akif Yılmaz, di 17'ê rezberê de jî Ali Çiçek mirine.

Çavkanî[biguherîne]