Rolav

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rolav
JidayikbûnKobanê
NeteweKurd
PîşeStranbêj
Salên çalak2014 - niha
biguhêreBelge

Rolav, hunermendeke kurd e ku li bajarê Kobaniya Rojavayê Kurdistanê di sala 1992an de ji dayik bûye û li Helebê (Sûrî) mezin bûye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rolav di nav malbateke hunerî de mezin dibe û bi piştgirtiya malbata wê û bi dengê xwe yê xweş dibe xwedan hesteke pir nazik di nava malbat û hevalên xwe de, Rolavê di sala 2014an bi rengekî fermî dest bi karê muzîk û gotina stranên kurdî kir ku li bajarê Helebê komeke muzîkê bi navê Heyv afirandin û yekem strana xwe Oy Yarê tomar kirin ku ew stran bû sedema serkeftina komê û ew kom bû xwedan cemawerek pir mezin ku ev tişt dihêle Rolav bihêztir karê xwe yê muzîkê bidomîne û bi vî rengî Rolavê di heman komê de gelek stranên kurdî yên gelerî nûjen kirin û bi stîl û şêweya xwe belav kirin, Rolav [http://avestakurd.net/blog/2019/05/05/vidyo-keca-ku-di-van-rojan-de-li-ser-sosyal-medya-meshur-bu-ye/ bû xwedan cemawereke gelek mezin û fireh li her çar aliyên Kurdistanê]]

Rolav di gelek aheng û festîvalên fermî de bi dengê xwe beşdar bû û hate vexwendin, mînak :

  • Konserta di awazan de em jiyana xwe dibînin (Heleb)
  • Festivala roja cîhanî ya dijî tendutujiya li dijî jinan bi riya rêxistina (UN)
  • Konserta ji bo piştgirîya zarok û jinên penaber bi riya komeleya (Levantina)

Di sala 2019an de ji ber rewşa lawaz ya şerê ku li Sûriyê diqewime, Rolav neçar bû ku berê xwe bide Almanyayê û jiyana xwe li wir berdewam bike, niha Rolav li bajarê Hannoverê dijî û bi karê muzîkê yên nû û xwendina endazyariyê mijûl e.

Çend stranên Rolavê li ser medyayên civakî wekî YouTube û Facebook bi nav û deng in.

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Osrux lil sema (2016) Olûb (2016) Eşir irûş (2016)

Vîdeografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Oy yarê Cover (Hozan dîno)
  • Yar meleke Cover (Gelerî)
  • Ay gewrê Cover (M. Şêxo)
  • Min te dîtbû Cover (R. Îsko)

Girêdanên derva[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

YouTube

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

http://avestakurd.net/blog/2019/05/05/vidyo-keca-ku-di-van-rojan-de-li-ser-sosyal-medya-meshur-bu-ye/