Ronahî (kovar)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ronahî

Ronahî kovarek mehanî bû. Ji alî Celadet Alî Bedirxan ve di sala 1942an hetanî sala 1944an hate weşandinê. Kovar hemû li ser hev 28 hejmar derket. kovar her 15'de roja jimar derdiket Ronahî xwerû bi zimanê kurdî, bi zaravayê kurmancîya jorîn û bi tîpên Latînî bû. Kovara Ronahî di germiya şerê cîhanê yê duyem de hate weşandinê. Naveroka wê bi giranî li ser bûyerên şer e. Nûçeyên şer, çekên nû derketî, rewşa cepha şer, jiyana gelan, lehengiya leşkeran, qehremaniya fermandaran û hwd, hemû di nav rûpelên Ronahî’yê de cîh girtine. Kovara Ronahî li dij Faşîzm û Nazîzmê bû. Kovar bi her awayî pesnê şerê cepha demokrasiyê didan û li dij Faşîzmê radiwestiya. Kovara Ronahî bi nûçeyên şer, gotar, çîrok, şîrove û wêneyên xwe ve kovarek magazîna nûçeyên şer bû. Loma jî pirraniya nûçe û wêneyên wê li ser şer bû. Lê, li gel van nûçeyên şer jî, di nav rûpelên Kovara Ronahî de li ser folklor û wêjeya kurdî jî gelek nivîs hene.

28 hejmarên Kovara Ronahî ji alî weşanxana Jîna Nû hatiye berhevkirinê û hemû hejmar li ser hev di ebata pirtûkek mezin de hatiye weşandinê. Çapxana Jîna Nû pêşgotinek li ser kovar û xwediyê wê nivîsandiye û di pêşgotinê de gelek agahdarî didin xwendevanan. Pirtûka mezin a berhevkirina hemû hejmarên Ronahiyê li ser hev 584 rûpel e. Di nav rûpelên kovarê de gelek îmzayên hêja û navdar hene. Nivîskarên kurd, li ser jiyana kurdan, têkiliyên civakî di nav wan de, û li ser gelek tiştên din nivîsandine. Wan gelek çîrok, stran, serpêhatî û helbestên kurdî di nav rûpelên Ronahî'yê de çap kirine.

Xwedî û berpirsiyarê kovarê Celadet Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Hesen Hişyar, Cigerxwîn, û her w. d. gelek nivîsên hêja nivîsandin e. Simaîlê Serhedî, Bişarê Segman û Mele Enwer jî gelek çîrok, lêkolîn, werger û helbest nivîsandine. Serokê serîhildana Sasonê Evdirehmanê Eliyê Ûnis û serokê serîhildana Agirî Îhsan Nurî jî di kovara Ronahiyê de nivîsandine û keda xwe xistine nav rûpelên Ronahiyê.

Kovara Ronahî jî wek kovara Hawar û rojnama Roja Nû, di warê edebî û ziman de xwediyê rûmetêk bilind e. Çîrok û helbestên ku di nav rûpelên Ronahiyê de hatine weşandinê di nav wêjeya kurdî de ciyekî payebilind girtine.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]