Here naverokê

Ronahî TV

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ronahî TV
Destpêk20 Cotmehê, 2011
WelatRojavayê Kurdistanê
ZimanKurdî, Erebî
Qada weşanêRojhilata Navîn
Malperhttps://ronahi.tv/
Berdestî
Peyik
Eutelsat Hotbird 13B12520 Polarîte V Sembol: 27500
Eutelsat 7 West A11354 Polarîte V Sembol: 27500
Medyaya bi Streaming
Ronahî TVhttps://ronahi.tv/

Ronahî TV, televîzyoneke kurdî ye ku li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişloyê hatiye avakirin. Ronahî TV bi zimanê kurdî û erebî weşan dike û bi diruşima "dengê aştî û azadiyê" li ser perspektîva wekhevî û aştiyê dixwaze dengê xwe bigihîjîne çar perçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn.

Bi pêşketina şoreşa azadiyê ya li Sûrî û Rojavayê Kurdistanê, televizyona Ronahî TV jî dest bi pêvajoya amadekariyên berfereh kir. Ji bo rastiya bûyerên şoreşê ji raya giştî re werin ragihandin televizyona Ronahî dest bi qonaxa nû ya weşana xwe dike. Rêveberiyaya Ronahî TV ragihand ku ew ê di nava demeke kurt de jî, ji bo weşana 24 saetan bi bernameyên xwe yên nû û dewlemend weşanê bike.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]