Roswell (rêzefîlm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Roswelll
Cure Drama, Aşop, Honaka zanistî
Dublajkirina kurdî Tune
Muzîka vebûnê Dido – Here with me
Bestekar * Joseph Williams
  • Will Edwards
  • Jon Ernst
Welat  DYA
Hejmara sezonan 3
Hejmara beşan 61
Mawe 42 hûrdem
Kanal The WB
Weşana ewilî 6 kewçera 1999
Rewşe Xelas
Bernameyên têkilîdar Roswell, New Mexico

Roswell rêzefîlmekî honaka zanistî ya amerîkî ji hêla Jason Katims ve ye. Fîlmê pîlotî li ser bingeha pirtûkê "Roswell High" e, ku ji hêla Laura J. Burns û Melinda Metz ve hatî nivîsandin û ji hêla Pocket Books (DYA) ve hat çapandin. Li Keyaniya Yekbûyî, pêşandan hem wek Roswell High û hem jî wek Roswell hat weşandin. Rêzefîlm yekem car ji sala 1999an heta 2002an li televîzyonê hate weşandin. Ew li ser xwendekarên dibistana bilind Max û Isabel Evans û Michael Guerin, ku ne mirov lê candarên derasayî ne ku li Roswell, New Mexico di 1947an de bi keştiyek esmanî li ser erdê hilweşandin. Rojek Max jiyana hevdibistaniya xwe Liz Parker difilîtîne, ew balê li ser rayedaran dikişîne - û jiyana bêdeng ku rê li sê ciwanên li Roswell girtiye, xwedan dawiya nişkek e.

Çîroka çarçoveyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zan, Vilandra, Rath û Ava (piştre di rêzefîlmê de wekî "çarên keyaniyê" tên zanîn) carekê endamên malbata keyî ya rojgera Antarê bûn. Antar parçeyek pergala rojgerî ye ku ji pênc rojgerên ku ji hêla hestên hişmend ve hatine vebirin ku di destpêkê de bi hev re di nav aşitiyê de bûn. Serwerê dijmin Kivar rojekê êrişî rojgerên cîranê xwe kir û kontrola Antar girt. Zan, ku wê demê de keyê Antar bû, jina wî Ava û xwişka wî Vilandra, û her wiha cîgirê Zan, Rath, bûne qurban. Piştî mirina wan, DNAyê wan û DNA yê mirovanî ji bo afirandina du komên durehên biyanî-mirov an klonên çarên keyî hatin bikaranîn.Di rêzefílmê de, ev Max (Zan) û Isabel Evans (Vilandra), Michael Guerin (Rath) û Tess Harding (Ava) ne. Ew klon hatin şandin ku ew ji Kivar biparêzin. Ew ê rojekê vegerin û aşitiya Antar vegerînin.

Keştiya esmanî bi Max, Isabel, Michael û Tess (û komek din a klonan û çar parêzkar wan re) di sala 1947an de li Roswell, New Mexico hat hilweşandin. Artêşa Dewletên Yekbûyî kapsûlên enkubê yên deresayî û du Antariyan sax dîtin, û ji bo vekolîna xwe avêtin bingehek leşkerî. Bi alîkariya balafirvanekî hewayî ya ciwan, candarên deresayî dikar bûn bi kapsûlê birevin. Nasedo (yek ji wan du parêzkarên sax) li ser çolê New Mexico di komek keviran de veşartiya.Zêdeyî 40 sal şûnda, Max, Isabel û Michael bi temenê şeş-salî de kapsulên xwe hiştin. Klona çaremîn, Tess, ku di kapsûla xwe de ma bû, paşê ji hêla Nasedo ve hat dîtin û mezin kirin. Max û Isabel digel dêûbavên xwe yên birêz Philip û Diane Evans xaniyek dilovanî û aram dîtin. Ji aliyekî ve, Michael, di lênêrîna bavê manewî ku bi kotekî ye û her wiha alkolîk e.

Di destpêka rêzefîlmê de, Max, Isabel û Michael niha 16 salî ne û xwendekarên li Dibistana Bilind a Roswell in. Ew gelek baldar in ku balê nedin û her gav li cem hevdû bimînin. Ew dizanin ku ewna candarên deresayî ne, lê ne ku ew ji ku derê tên û çima ew li ser Erdê ne.


Şêwaza vegotinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her çend ku naverok di rêzefîlm de li ser çarenûsa Max, Isabel û Michael e, lê Liz Parker bi giranî rola vebêjerê digire.Hema hema her beş bi kêmanî sehneyek heye ku Liz nîşan dide dema ku ew di rojnivîska xwe de dinivîse.