Here naverokê

Roza Erîzîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Roza Erizin hat beralîkirin)
Roza Erîzîn
Jidayikbûn1982
Esilkurd
HevwelatîTirkiye
DestûrnameZanîngeha Mermereyê
Konservatuara Aramê Dîkran
PîşeDerhêner
Mamoste
biguhêreBelge

Roza Erîzîn (jdb. 1982 Ezirgan), derhêner û mamosteya kurd e.

Di sala 1982an de li Erzinganê ji dayik bû. Di Zanîngeha Marmarayê di beşa Şêwirmendiya Psîkolojîk de perwerde bû. Dibistanên seretayî û yê navincî li Erzinganê qedand. Vê gavê li Amedê mamostetiyê dike. Di sala 2010an de li Konservatuara Aramê Dîkran a Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê dest bi perwerdehiya sinemayê kir û di sala 2012an de perwerdehiya xwe qedand. Defter yekemîn kurtefîlma wê ye. Duyemîn kurtefîlma wê ya bi navê Bayêkûr di 4emîn Mîhrîcana Filman a Antaqyayê ya Cihanî de kete nav fînalîstan[1].

  • 2016: Bayêkûr, Derhêner
  • 2013: Defter, Derhêner[Nîşe 1]
  • 2013: Ayna Gördü (Neynikê Dît), Derhêner li gel, Türkan Kılıç, Eda İzci, Neslihan Bulut, Emine Odabaşı Salgın, Güliz Kuluğ Laçin, Avşin Atlıhan[Nîşe 2]
  1. ^ (kurdî) Defter li ser Youtubê
  2. ^ (tirkî) Neynikê Dît li ser Youtubê