Rêvebirina Desteya Yekîtiya Ewropayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Rêvebirina Desteya Yekîtiya Ewropayê ji aliyê dewlet-endamê Yekîtiya Ewropayê ve pêk tê. Dewlet-endamê rêveber xwedî mafê girtina biryarên giştî ye. Ew maf ji hêla hikûmeta dewleta rêveber ve tê bicîanîn. Her dewlet-endam anegorî lîsteya ji milê Desteya Yekîtiya Ewropayê ve diyarkirî, bi qasî şeş mehan tevahiya YE bi rê ve dibe. Serokwezîrê dewleta rêveber ji bo şeş mehan dibe Serokê Desteya Yekîtiya Ewropayê.

Rêveberiya sêdemî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sîstema rotasiyona şeşmehane êdî ji zû ve bûye mijara rexneyan. Sedema wê jî ew e ku di nav şeş mehan de dewletê rêveber pê re nagihîne ku xebata xwe rêxistin bike, lewma karê destpêkirî nîvcî dimîne. Piştî ku YE berfireh bû û hejmara endaman gihîşt 25’an, pêwîstiya bi guhertina sîstema rêvebirina YE derket holê. Ji sala 2007’an û pêve sîstema rêvebirinê formeyeke nû wergirt, navê formeya nû “rêvebiriya kolektîv a sêdemî” ye. Êdî rojeva kar û barên YE ji bo salek û nîv tê diyarkirin, ango piştî ku rojev diyar dibe, li ser pêkanîna wê sê dewlet-endam radiwestin (her yek – 6 mehan). Piştî 6+6+6 mehan (ango piştî ku sê dewlet dewra xwe ya rêvebirinê bi dawî dikin), dema ku dor tê dewlet-endamê nû rojev ji nû ve tê diyarkirin û vê carê sê dewlet-endamên din li ser rojeva diyarkirî radiwestin.

Plana rêvebirina Desteya Yekîtiya Ewropayê:

[https://web.archive.org/web/20140715004852/http://italia2014.eu/it/ Girêdana arşîvê 2014-07-15 li ser Wayback Machine www.italia2014.eu

]

Sal 1 Çileyê — 30 Hezîranê 1 Tîrmehê — 31 Kanûnê
2000  Portûgal  Fransa
2001  Swêd  Belçîka
2002  Spanya  Danîmarka
2003  Yewnanistan  Îtalya
2004  Îrlenda  Holenda
2005  Lûksembûrg  Keyaniya Yekbûyî
2006  Awistriya  Fînlenda
2007  Almanya  Portûgal
2008  Slovenya  Fransa
2009  Çekiya  Swêd
2010  Spanya  Belçîka
2011  Mecaristan  Polonya
2012  Danîmarka  Kîpros
2013  Îrlenda  Lîtvanya
2014  Yewnanistan  Îtalya
2015  Letonya  Lûksembûrg
2016  Holenda  Slovakya
2017  Malta  Keyaniya Yekbûyî
2018  Estonya  Bulgaristan
2019  Awistriya  Romanya
2020  Fînlenda