Zimanê sîlezî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Sîlesî (ziman) hat beralîkirin)
Ziman û zaravên Ewropaya navend û rojhilat
G1: Sîlezî

Sîlezî an jî zimanê şîlezî (bi sîlezî: ślůnsko godka, ślůnski, carina jî pů našymu) zimanê xelkê herêma Sîlezyaya Jorîn a Polonyayê ye. Li Çekya û Almanyayê jî tê axavtin. Li gor mirovjimêriya Polonyayê ya sala 2011an li dor 509.000[1] kesan zimanê sîlezî wek zimanê xwe yê zikmakî dan zanîn. Sîlezî nêzîkî zimanê polonî ye, ji bo vê yekê ji layê gelek zimannasan ve wek zaravayekî polonî tê hesibandin.

Alfabeya sîlezî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yek alfabeya sîlezî tune ye. Sîlezîaxêv, bi giştî, zimanê xwe bi tîpên polonî dinivîsin. Lêbelê, di sala 2006an de alfabeya sîlezî ya nû hate sazkirin. Ev alfabe ji deh awayên nivîsînê yên cuda cuda pêk dihêt. Bi pirranî, li ser înternetê û li Wîkîpediyayê jî tê bikaranîn.

Aa Bb Cc Ćć Čč Dd Ee Ff Gg Hh Ii Jj Kk Ll Mm Nn Ńń Oo Pp Rr Řř Ss Śś Šš Tt Uu Ůů Ww Yy Zz Źź Žž

Çend dîgraf jî hene: Ch Dz Dź Dž.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]