Sîstema ABO û komeleyên xwînê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Mirov dibe ku ji ber hin sedeman neçar bimîne,ji mirovek din xwîn werbigire. Wekî mînak mirovên bi nexweşiya kêmxwînî (anemî) an jî bi şêrpenceya xwînê ne, pêdiviya wan bi xwînwergirtinê heye. Herwisa ji ber birîndarbûnê an jî niştergeriyê jî mirov xwînber dibe û xwîna mirov kêm dibe, loma boy van kesan jî pêdivî bi xwînwergirtinê heye[1] . Tekane çavkaniya xwînê, laşê mirov e, ango heke pêdivî bi xwînê hebe, divê xwîn ji xwînbexşerek bên peydakirin. Lê taybetmendiya xwîna hemû mirovan ne wekî hev e. Ji boy xwînguhaztinê divê xwîna xwînbexşer û xwînwergir guncav bin. Hetanê destpêka sedsala bîstan ji hîn mirovati ji derheqê xwînguhaztinê de xwediyê zanyariyê ne bû. Cara pêşîn zanyarê Awustrî Karl Landsteiner (Karl Lendşitaynir) (1868–1943) di sala 1901 î de vedîtina komeleyên xwînê pêk anî û sîstema ABO ê ava kir[2]. Ji wê rojê şûn ve êdî mirovatî ji rêbaza xwînguhaztinê pê hesiya.

Erk û pêkhateya xwînê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Xwîn
xaneyên xwînê

Şaneya xwînê beşek ji bestereşane ye. Wekî hemû şaneyan, xwîn jî ji xane û şileya navbera xaneyan pêk tê[3] . Xwîn ne şaneyek req, lê şaneyek avî ye. Şaneya xwînê ji xaneyên xwînê û plazmaya xwînê pêk te[4]. Xaneyên xwînê sê cure ne; xiroka sor, xiroka spî û perikên xwînê. Xaneyên xwînê di nav plazmaya xwînê de diherikin. Yek ji karên sereke ya xwînê dabînkirina bergiriya laş e. Li dij hokarên nexweşiyê di nav plazmaya xwînê de proteînên taybet hene, navê van proteînan dijeten e. Dijeten ji aliyê lîmfexaneyan(xirokên spî ) ve tê berhemkirin[2]. Heke dijepeydaker (hokara nexweşiyê) bikeve nav laş, dijeten xwe bi rûyê dijepeydakeran ve girê didin û wan bêbandor dikin. Xwîn di nav lûleyên xwînê de belavê hemû beşên laş dibe. Dil xwînê pompe dike, xwîn di nav xwînberan de ji dil derdikeve û ber bi şane û xaneyên laş ve diherike. Heman xwîn di nav xwînhêneran de vedigere nav dil[4]. Di laşê mirovek têgihîştî de bi qasî 5 – 6 lître xwîn heye[3]. Heke ji ber xwînberbûnê (xwînçûyîn) xwîna nav laşê mirov bi qasî 1,5 lître kêm bibe, dibe ku bibe sedema mirina mirov.

Polenkirina komeleyên xwînê[biguherîne]

Hebûn an jî tinebûna dijepeydakerên li ser rûyê xirokên sor, komeleyên xwîna mirov diyar dike.

Li ser rûyê xirokên sor de li gel proteînên hevbeş, karbohîdratên taybet heye, van karbohîdratan xwe bi proteînên li ser rûyê xiroka sor ve girê didin û wekî glîkoproteîn bi nav dibin. Molekulên glîkoproteînî, ji bo dijetenên nav plazmaya mirov, wekî madeyek dijepeydaker e[5]. Ji boy polenkirina cureya xwînê, du cure glîkoprotein(dijepeydaker) heye, dijepeydakera A û dijepeydakera B. Sîstema ABO li ser rûyê xirokên sor, hebûna yek an du dijepeydaker, an jî nebûna dijepeydaker diyar dike[6] . Herwisa komeleya xwîna mirov jî li gor hebûn an jî tunebûna van dijepeydakerên li ser rûyê xirokên sor, diyar dibe[1]. Komeleya xwîn zanyariyek bomaweyî ye, ji dê û bavan derbasî mirov dibe[6]. Heke li ser rûyê xirokên sor ê mirovek dijepeydakera A hebe, komeleya xwîna vî mirovê A ye. Heke dijepeydakera B li ser rûyê xirokên sor bin, vê gavê xwîna mirov komeleya B ye. Na heke herdu dijepeydaker, A û B bi hevre li ser xirokên sor bin, komeleya xwîna wî mirovê AB ye. Hin caran dibe ku li ser rûyên xirokên sor hîç dijepeydaker tune be, wê gavê komeleya xwîna mirov O ye[4]. ( wekî O ya komê tê xwendin) Ji xeynî dijepeydakeran, di nav plazmaya xwînê de hin proteîn hene û wekî dijeten bi nav dibin. Dijeten jî du cure ne, dijetena A û dijetena B[3].

Komeleya A[biguherîne]

Kesên komeleya xwîna wan A ye(ango glîkoproteîna A li ser rûyê xirokên sor ê wan e) lîmfexaneyên wan dijetena B berhem dikin[6]. Ev dijeten li gel xirokên sor di nav plazmaya xwînê de tevdigerin. Ji boy dijetena B, dijepeydakera A xwemalî ye, loma êrîşê xirokên sor nake[7] . Ev têkiliya dijeten û dijepeydakera xwemalî ne tenê ji boy komeleya A, lê ji boy hemû komeleyên xwînê wisa ye.

Komeleya B[biguherîne]

Kesên bi komeleya xwîna B ye, plazmaxaneyên(lîmfexane) wan dijetena A çê dikin. Ango li ser rûyê xiroka sor a wan de dijepeydakera B, di nav plazmaya wan de dijetena A heye[5].

Komeleya AB[biguherîne]

Heke komeleya xwîna mirovek AB be, tu dijeten berhem nake, ango di nav plazmaya van kesan de li dij dijepeydakerên A û B dijeten tine ye, lê li ser rûyê xirokên sor ê wan de dijepeydakera A û B heye[5].

Komeleya O[biguherîne]

Mirovên komeleya xwîna wan O ye, plazmaxaneyên wan dijetenên A û B berhem dikin. Ango li ser rûyê xirokên sor ê van kesan de dijepeydaker tine ye, lê di nav plazmaya wan de hem dijetena A hem jî ya B heye[5].

Dijetenên xwînê wekî beşek sîstema bergiriyê kar dikin. Hin caran dibe ku di navbera du mirovan de pêdivî bi xwîn guhaztinê hebe. Heke xwîna xwînbexşer û xwîna xwînwergir ne guncav bin, bi navbeynkariya dijetenan topelbûna xwîn rû dide. Lûleyên xwînê dixitime( tê girtin) di encam de xwînwergir dimire. Wekî mînak, heke xwîna komeleya A bidin mirovek ji komeleya xwîna B, dijetenên A yê nav xwîna komeleya B xwe li ser rûyê xirokên sor ê xwîna komeleya A ve girê didin û xwîn topel dibe[1].

Çavkanî[biguherîne]

  1. a b c OpenStax, Microbiology, openstax, 2016 https://openstax.org/details/books/microbiology]
  2. a b OpenStax Biology. 2013. [1]
  3. a b c Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
  4. a b c Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  5. a b c d Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8
  6. a b c OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [2]
  7. Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.