Sırrı Süreyya Önder
| Deputy Speaker of the Grand National Assembly of Turkey (en) | |
|---|---|
| - | |
Nimetullah Erdoğmuş (en) | |
| Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Istanbul (1st electoral district) (en) | |
| - | |
| Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Ankara (en) | |
| - | |
| Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Ankara (en) | |
| - | |
| Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Istanbul (2nd electoral district) (en) | |
| - | |
| Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Istanbul (2nd electoral district) (en) | |
| - |
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Mirin | |
| Cihê goristanê |
Goristana Zincirlikuyuyê (en) |
| Hevwelatî | |
| Perwerde |
Zanîngeha Enqereyê ya Fakulteya Zanistên Siyasî (en) (heta an) |
| Pîşe |
Siyasetmedar, derhênerê fîlman, senaryonivîs, stûnnivîs, aktor |
| Bav |
Ziya Önder (d) |
| Karder |
Özgür Gündem (dp. ), Radikal (- |
| Partiyên siyasî | |
| Cezayê birrî |
Membership in an illegal organization (d) () |
| Xelat |
Altın Koza Xelata Senaryoya Herî Baş (d) () |
Sırrı Süreyya Önder (jdb. 1962, li Semsûrê - m. 3 gulana 2025an, li Stembol), derhêner, aktor, rojnamevan û siyasetmedarekî bi eslê xwe tirk bû ku yek ji wan siyasetmedaran ku ji bo mafê kurdan a li Tirkiyeyê têkoşîn dikir. Sırrı Süreya Önder di dîrokên cihêreng de wekê derhêner, senarîst, lîstikvan, hilberînerê muzîkê û nivîskarê stûnan di çapemeniyê de xebitîye. Di hilbijartinên giştî ya 2011an de ku wekê berbijarê Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê (berbijarên serbixwe yên ku ji aliyê BDPe ve hatibûn piştgirî kirin) beşdarê hilbijartinan bibû, ji herêma 2em a Stenbolê wekê parlamenterê Stenbolê hatibû hilbijartin. Di hilbijartinên herêmî yên sala 2014an de wekê berbijarê HDPê ya Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê bi Pinar Aydınlar re beşdarê hilbijartinan dibe lê nehatiye hilbijartin. Di hilbijartinên giştî yên hezîrana sala 2015an de wekê berbijarê HDPê bû û di hilbijartinên giştî yên mijdara sala 2015an de ji herêma 1em a Enqerê wekê parlamenter hatiye hilbijartin.
Di serdema 24an de wekê parlamenterê Stenbolê, di serdemên 25 û di serdema 26an de wekê parlamenterê Enqereyê hatiye hilbijartin. Herî dawî di hilbijartinên giştî ya sala 2023an de wekê parlamenterê Stenbolê ya serdema 28an ji DEM Partiyê wekê parlamenterê Stenbolê hatibû hilbijartin.[1]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sırrı Sureyya Onder di sala 1962an de li navçeya navend a Semsûrê wekê kurê malbateke bi eslê xwe tirkmen e ji dayik bûye. Bavê wî berber û nivîskarê daxwaznameyan bû û di heman demê de di salên 1960î de damezrîner û serokê Partiya Karkerên Tirkiyeyê ya parêzgeha Adîyemanê bû.
Dema ku ew heşt salî bû bavê wî ji ber nexweşiya sîrozê dimire. Önder ligel dayik û çar xwişk û birayên xwe çû mala bapîrê xwe û di vê heyamê de wekê şagirtekî wênekêşekî dest bi xebatê kir. Di zaroktiyê de gelek zehmetiyan dikişîne. Dema bavê wî dimire Önder hêj zarok e pêwist dibîne ku çi karî bibîne bixebite.
Di temenê 16e saliya xwe de ji ber ku pereyê ku wî ji wênekêşiyê qezenc dikir têrê nedikir ku malbata xwe xwedî bike wekê karkerê demsalî tevlî Rêxistina Kontrol û Jiholêrakirina Malaryayê dibe. Dema ku Hikûmeta Eniya Neteweperest hatiye damezrandin ji karê xwe hatiye derxistin piştî ji kar tê derxistin ji xwe re dikaneke veherkirina lastîkan vekiriye.[2]
Ji bo Zanîngeha Enqereyê, beşa bi navê Samanî yê xwe tomar dike lê hatina cûntaya leşkerî ya sala 1980yî sala 1981ê tê girtin, zîndanî kirin. Piştre heft salan di girtîgehên cuda de dimîne.
Di sala 2006an de wî yekem fîlma xwe ya bi navê Beynelmilel - Navneteweyî dikişîne ku ev fîlm gelek deng vedide û xelatan werdigire. Önder ji bo malperê nûçeyên wekê BirGün û Radikal û ji bo gelek kovaran kuncikan nivîsiye. Di hilbijartinên giştî yê 2015an de, wekî parlamenterekî tê hilbijartin û paşê jî derbasê HDPê dibe û dikeve koma vê partiyê ya parlamenê.
Sê xwîşk û birayên wî yên bi navê Zehra Aras, Ali Onder û Behice Bilgiç hene. Di sala 1991an de bi Halide Tülay Demirsöz re zewicî û demek kurt piştî wê ew ji hev cuda dibin. Keçek wî yê bi navê Ceren Önder û neviyek wî yê bi navê Ferhan Can hene.
Siyasetmedarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sırrı Süreya Önder di sala 1978an de, dema ku ew xwendekarê pola duyemîn ê Lîseya Adiyamanê bû, ji ber protestokirina Komkujiya Mereşê hatiye binçavkirina û piştre jî hatiye girtin. Piştî ku ji girtîgehê derdikeve li Zanîngeha Enqereyê, beşa Fakulteya Zanistên Siyasî qezenc dike û diçe Enqereyê ku di ezmûna ketina zanîngehê de bijareya wî ya yekem bû. Dema ku Darbeya 12ê Îlonê pêk hat, ew li Enqerê bû û di dema pêla yekem a girtinên leşkerî de ew jî hatibû girtin. Piştî darizandineke dirêj Sırrı Süreya Önder bi cezayê diwanzdeh salan tê cezakirin. Onder, ku dema ku cara yekem bi posterên lêgerînan li navçeya Altındağ a Enqerê di xaniyekî de xwe veşartibû piştî ku hevalekî wî yê ku berê pê re îşkence lê hatibû kirin cihê veşartina ji dewletê re tê gotin û piştre jî hatiye girtin. Ji ber protesto û çalakiyên grevên birçîbûnê serbestberdana wî hatiye astengkirin û heft sal li girtîgehên cûrbecûr dimîne.
Onder piştî ku di sala 2013an de di dema Xwepêşandanên Parka Gezî ya Taksimê de bi fîşeka gazê birîndar bibû rakiribûn nexweşxaneyê.[3]
Sırrı Süreya Önder yek endamên şandeya siyasetmedarên HDPê bû ku diyaloga di navbera Abdullah Öcalan û Hikûmeta Tirkiyeyê de ku di 28ê Sibata 2015an de bi dawî bibû, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd di şandeyê de bû.[4] Di 3ê kanûna pêşîn a sala 2018an de ji ber axaftinên wî yê di pîrozbahiyên Newroza sala 2013an de 43 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.[5] Di 6ê kanûna pêşîn a sala 2018an de hatiye girtin û dişînin Girtîgeha Tîpa F ya Kandira ya Kocaeliyê. Piştre dema ku Dadgeha Destûrî biryara binpêkirin azadiya axaftinê dide di 4ê cotmeha sala 2019an de ji girtîgehê derdikeve.[6]
Nivîskarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sırrı Süreya Önder kariyera xwe ya rojnamegeriyê di navbera çileya sala 2010 û adara 2010an de bi nivîsandina nivîsan li rojnameya BirGünê dest pê kiriye. Piştî cotmeha sala 2010an, wî di rojnameya Radikalê de û di navbera mehên gulan û hezîrana sala 2011an de jî di rojnameya Özgür Gündemê de wekê nivîskarê stûnan nivîsaran nivîsîbû.
Di sala 2009an de pirtûka xwe yê bi navê Beynelmilel nivisî ye.
Mirina wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sırrı Süreya Önder ku di 15ê nîsana sala 2025an de krîza dil derbas kiribû, bêhiş û bê rehjen rakiribûn nexweşxaneyê û bi destwerdana awarte gera xwînê careke din dîsa dest bi gerê kiribû. Piştî ku testan nîşan dabûn ku di seranserê dirêjahiya temarê aortaya wî de tîş kirin heye, saet 23:35an de wî hildabûn niştergeriya awarte. Di dema niştergeriya ku bi qasî 12 saetan berdewam kiribû, by-pass û niştergeriya aortîk li ser wî hatibûn kirin.[7][8]
Hejdeh roj dermankirina wî di beşa lênêrîna giran de berdewam kiribû. Ji ber kopmlîkasyonen ku piştî neştergerî yê derketibûn holê, gelek organên wî têk çûbûn. Sırrı Süreya Önder tevî hemî mudaxeleyan nehat rizgarkirin û di 3ê gulana sala 2025an de saet di 16.10an de li Nexweşxaneya Florence Nightingale ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dide.[9]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Sırrı Süreya Önder".
- ^ "Pêşîniyek bide min û ez ê nîşan bidim ka meriv çawa dibe parlamenter". web.archive.org. 11 hezîran 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 hezîran 2013. Roja gihiştinê 4 gulan 2025.
{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Turkey protests spread after violence in Istanbul over park demolition | World news | The Guardian". web.archive.org. 23 çiriya pêşîn 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 çiriya pêşîn 2013. Roja gihiştinê 7 gulan 2025.
{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Phillips, David L. (2017). An Uncertain Ally: Turkey under Erdogan's Dictatorship. Milton: Taylor and Francis. ISBN 978-1-351-62394-0.
- ^ "Sırrı Süreyya Önder in Prison". bianet.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 7 gulan 2025.
- ^ "Sırrı Süreya Önder" (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 6 çiriya pêşîn 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 gulan 2025.
- ^ "Stenbol - Kesên siyasî li nexweşxaneyê Sirri Sureyya Onder ziyaret kirin". DHA | Demirören Haber Ajansı (bi tirkî). 16 nîsan 2025. Roja gihiştinê 7 gulan 2025.
- ^ "Der barê rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder de çi tê zanîn?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 15 nîsan 2025. Roja gihiştinê 7 gulan 2025.
- ^ "Ji bo Sırrı Sureyya Onder ji siyasetmedaran peyamên sersaxiyê". BBC News Türkçe (bi tirkî). 3 gulan 2025. Roja gihiştinê 7 gulan 2025.
- Aktorên tirk
- Derhênerên fîlman ên tirk
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 24an
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 25an
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 26an
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 28an
- Jidayikbûn 1962
- Kesên ji Semsûrê
- Mêr
- Mirin 2025
- Parlamenterên Stembolê
- Senaryonivîsên tirk
- Siyasetmedarên girtî li Tirkiyeyê
- Siyasetmedarên tirk
- Siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan
- Siyasetmedarên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan