SAS

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji S.A.S hat beralîkirin)

Şerîkeya Hevpişk ya Sadekirî (bi fransî: Société par actions simplifiée, bi înglîzî: Simplified Joint Stock Company) di qanûna Fransayê da kêm-zêde mîna Şerîkeya Berteskkirî (limited company) di qanûna Brîtanyayê da ye. Şerîkeyên weha, salixeka salane heye ko ji aliyê destgehekê alînegir ve dihêt têbînîkirin. Kurtiyeka salane û diravnameya mezaxtin û desthatanjî salane dihêt belavkirin. Serokê şerîkeyeka hevpişk ya sadekirî Président e. Lê, bervajî société anonyme çi board an destekên rêveber nîne. Şerîkeyê heye ko rêveberekê giştî (Directeur Général) jî hebit. Serok berpirsyarê karên şerîkeyê ye, lê rêveberê giştî jî derheqa aliyên sêyê wekî serokî desthilata wî heye.

Airbus şerîkeya mezin ya frok-çêkirinê şerîkeyeka S.A.S. e.