Sala çar împeratoran
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Împerator Nero, mirina wî bû sedema şerê navxweyî û sala çar împeratoran
Sala çar împeratoran dewreyeke dîroka împeratoriya Romê ye ku piştî mirina împerator Nero (sala 68 piştî zayînê) di maweyekê salekê de çêbûye. Ji ber vê hindê di sala 69an de şerekî navxweyî çêbû û împeratoriya Romê çar caran împeratorê xwe guherand. Di dawiyê de Vespasian ma împerator û bavika nû ya flavî destpê kir.