Salih Yusivî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Salih Yusivî
Navê rastî
صالح اليوسفي Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûnkanûna paşîn 1918 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin25 hezîran 1981 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bexda Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîIraq Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
  • Kurdistan Socialist Democratic Party Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Salih Yusivî (z. 1918an li Zaxoyê - m. 25ê pûşpera 1981ê li Bexdayê, Îraq) siyasetmedar û nivîskarekî kurd bû.

Hêj Salih Yusivî biçûk bû bavê wî çû ber dilovaniyê û kete di destên dayika xwe de. Ew neviyê şêx Yusivê Zaxoyî ye. Xwendina xwe ya destpêkê li Bamernê temam kir, xwendina amadeyî li sala 1938'ê li amadeyî ya Al.el. Beyt li Bexda temam kiriye. Weke mamoste li nahiya Herîrê, li başûrê Kurdistanê hate danan û piştî hîngê car din vegera Bexdayê û li kolîja zanstên Şerî´etê ji sala 1942-43 xwendiye. Helbet, Yusivî gelek hest bi derd, zilim û azarên gelê xwe dikir, ku ji aliyê rijêmên Iraqê ve dihat kirin. Lewra her di xortaniya xwe de dest bi karê siyasî kir, û ji ber wê çendê gelek dihat binçav kirin û lê gerihan. Gelek caran ketiye di salûlên zîndanên take kes yên rijêmê de. Li sala 1947 hate girtin û dûrxist bajarê Hille li jêrî ya Îraqê, paşî hate berdan û li sala 1949 weke nivîser li dadgeha Şengalê hate qebûl kirin û paşî veguhaste bajêrê wî, Zaxo.

Jiyan a wî ya siyasî pir e ji bûyeran, gelek bi nihênî ji bû şoreşa Kurd kar dikir heta beyan a 11'ê adarê sala 1970. Di karê xwe yê ramiyarî de û di xortaniya xwe de li sala 1936 rêkxiraw a "Brûsik" saz kir û li sala 1939 partiya "Hîwa" saz kir û ev partî li sala 1944'ê roxa û li cihê wê partiyeke nû bi navê "Rizgarî Kurd" saz kir. Li sala 1946'ê di kongreya xwe de bi tevayî biriyar dan ku bigehin PDK.

Li serdemê şoreşa tîrmeha sala 1958'ê, Yusivî berpirsê liqa yekem ya PDK li wîlayeta Mûsilê bû. Li sala 1960 peywendiyên rejîma Qasimî û Kurdan têkçûn û navê Yusivî li serê lîsteya navên berbendkirî bû.

Peykerê Salih Yûsivî li bajarê Zaxo

Postên fermî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî beyan a 11'ê adarê ya sala 1970 Yusivî ev karên han dan ser milên xwe:

  1. Li 29'ê adarê sala 1970 bû wezîrê dewletê.
  2. Bibû cêgirê serokê komîteya dostane ya Iraq-Soviyêtê.
  3. Bibû serokê liqê pêncê yê PDK li Bexdayê.
  4. Bibû serokê yekêtiya nivîserên Kurd.
  5. Bibû serokê komeleya rewşenbîrî ya Kurd.
  6. Bibû gerînendeyê kovara "Roja Kurdistan", bi herdu zimanan Erebî û Kurdî.
  7. Serokê kovar "Stêr", ya bi zimanê Kurdî.
  8. Endamê komîte û encumen a hevkarî û aştî ya cîhanê.
  9. Endamê komîte û encumen a hevkarî û aştî ya Iraqê.
  10. Berpirs û çavdêrê yekêtiya xwendevanên Kurdistanê.
  11. Berpirs û çavdêrê sandîkeyên karkerên Kurdistanê.

Karê rojnamevanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yusivî hozanvan û nivîser jî bû. Bû gerînendeyê rojnameya

  1. Birayetî
  2. Kovara Stêr
  3. Nûserî Kurd

Li meha hezîranê ya sala 1981, bi destê rejîmê bi nameyeke bombekirî li Bexdayê hate şehîdkirin û termê wî yê pîroz li 25.06.1981 bi komelek mezin anî bajêrê bab û kalên wî Zaxoyê û li wir hate veşartin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]