Samsunspor
| Samsunspor | ||
| Agahiyên gelemperî | ||
|---|---|---|
| Sala damezirandinê | 30'ê pûşperê, 1965 | |
| Serok | Yüksel Yıldırım | |
| Rahêner | Thomas Reis | |
| Malper | samsunspor.org.tr | |
|
| ||
Samsunspor yan jî bi navê tije Samsunspor Kulübü, yaneyeke werzişê ya bajarê Samsunê ye ku di sala 1965'an de hatiye damezrandin. Rengên yaneyê sor, spî û reş in.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Samsunspor di 30'ê pûşperê sala 1965'an de bi yekbûna pênc yaneyên herêmî (19 Mayis, Akınspor, Fener Gençlik, Samsunspor û Samsunspor Galatasaray) hat damezrandin. Sembola yaneyê "Atatürk li ser hespê" ye ku ji peykera li Parka Avusturyayê ya Samsunê hatiye girtin.
Bûyera 20'ê Rêbendanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 20'ê rêbendana 1989'an de, dema tîma Samsunsporê ji bo maçê diçû bajarê Meletiyê, otobusa wan qeza kir. Di vê qezaya dilşewat de rahêner Nuri Asan û lîstikvanên mîna Muzaffer Badalıoğlu û Mete Adanır jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê, rengê reş li rengên yaneyê hat zêdekirin.
Serkeftinên Yaneyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kupaya Balkanan (1): 1993-94
- Şampiyoniya Lîga Yekem a TFF (7): 1968-69, 1975-76, 1981-82, 1984-85, 1990-91, 1992-93, 2022-23
- Fînala Kupaya Tirkiyeyê (1): 1987-88
Yarîgeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Samsunspor maçên xwe li Stadyuma Samsunê ya nû (Samsun 19 Mayıs Stadyumu) dilîze. Ev stadyum di sala 2017'an de hatiye vekirin û xwediyê kapasîteya 33.919 kesan e.