Scarlett Johansson

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Scarlett Johansson
Scarlett Johansson in Kuwait 01b.jpg
Navê rastî
Scarlett Ingrid Johansson
Jidayikbûn 22ê çiriya paşîn a 1984an (36 salî)
Netewe Amerîkî
Salên çalak 1994-niha
Hevjîn

Ryan Reynolds (2008-2011) Romain Dauriac (2014-2017)

Colin Jost (2020)
Zarok 1
Şanenav Scarlett Johansson's signature.svg
biguherîneBelge

Scarlett Ingrid Johansson, (jdb. 22ê çiriya paşîn a 1984an) aktrîs û stranbêjeke amerîkî ye. Scarlett Johansson di sala 2018 û 2019an de bû lîstikvana herî payebilind a cîhanê û gelek caran di lîsteya 100an a Navdar a Forbes de cih girtiye. Fîlimên wê li seranserê cîhanê 14,3 milyar dolarî berhev kiriye. Scarlett, xelatgirê Xelata Tony û Xelata BAFTAyê ye. Namzetênbûna wê ya du xelatên Oscarê û pênc Xelata Zêrîn a Globe heye.

Jînenîgarî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Scarlett Johansson di sala 1984an de li New York ji dayik bû. Bavê wî, Karsten Johansson, mîmarekî danîmarkî ye; kalikê wî, Ejner Johansson, senarîst û derhênerê sînemayê bû. Diya wê, Melanie Sloan, cihûyeke aşkenazî ya polonî ye û hilberînerê sînemayê ye. Xwişka wê Vanessa Johansson jî lîstikvan e. Du birayên wê jî hene, Adrian û cêwiyê wê Hunter Johansson.

Di 27ê îlona 2008an de bi Ryan Reynolds re ku bi Berg û Blade III de, di rêzefîlma "Du Guys and Girl" de dilîza bi merasîmek navmalbatî li Kanadayê zewicî. Lê ew piştî ku Ryan Reynolds bi Sandra Bullock re hate dîtin ji hev qetiyan. Bi rojnamevanê fransî Romain Dauriac re di çiriya pêşîn a 2012an de dest bi hevrebûnê kir. [1][2] Di îlona 2013an de pêwendiyên xwe eşkerekirin.[3] Johansson di sala 2014an de bi zarokê xwe ya yekem ducanî bû û li Fransa dest bi jiyanê kir û keçekê wan, di îlona 2014an de hate dinê.[4] Di Kanûn 2017an de, Johansson bi Colin Jost re têkiliyek da dest pê kirin. Johansson û Jost di Gulana 2019an de zewicî.[5]

Kariyera wê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Johansson di sala 2007 de li ser dika Vicky Cristina Barcelona

Scarlett Johansson bi fîlimê xwe North ("Bakur") a 1994an dest pê kir. Di wan salan de, wê di gelek fîlimên wekî Home Alone 3 Little Girl, Manny & Lo, Ger Lucy Fell de lîst. Di 1998an de bi fîlimê The Horse Whisperer, ku tê de bi Robert Redford û Kristin Scott Thomas û fîlimê 2001 Ghost World re dilîze, hate naskirin.

Di sala 2003an de, ew di fîlimên Di Wergêranê de winda bûyî û Keçikek bi Guhark de, û di Festîvala Fîlimê ya Venedîkê de Xelata Lîstikvana herî çêtirîn stend. Wê di heman salê de bi van her du fîlman du namzetên cuda xelata Zêrîn Globe bi dest xist.

Di Hezîran 2004an de daxwazek werdigire ku beşdarî Akademiya Huner û Zanistên Fîlimê ku Xelatên Akademiyê belav dike bû. Wê di heman salê de di The Perfect Score, Di Pargîdaniya Baş de, û Stranek Evînê ji bo Bobby Long de lîst. Ew bi filmê xwe Stranek Evînê ji bo Bobby Long carek din ji bo Globe Zêrîn hate berbijar kirin.

Di 2005an de, wê bi Ewan McGregor re di Giravê de, fîlimek Michael Bay, lîst. Di heman salê de, ew di fîlimê Match Point a Woody Allen de xuya bû û ji bo rola xwe ya di vî fîlimî de ji bo Xelata Zêrîn a Gilobe Lîstikvana Herî Baş jî hate berbijar kirin. Ew di nav behreyên ciwan ên Hollywoodê de jî hate nîşandan.

Di sala 2007an de fîlmê tenê ya Johansson komedî-drama The Nanny Diaries bû. Di heman demê de wî di fîlimê Ruh de Silken Floss de lîst. Fîlimê tenê ya Johansson a di sala 2009an de Mêr Çi Dibêjin, Jin Çi Femdikin de lîst.

Fîlmografî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Fîlm[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Fîlmên wê
Sal Nav Rol Nîşe
1994 North Laura Nelson
1995 Just Cause Kate Armstrong
1996 If Lucy Fell Emily
Manny & Lo Amanda
1997 Fall Little girl
Home Alone 3 Molly Pruitt
1998 The Horse Whisperer Grace MacLean
1999 My Brother the Pig Kathy Caldwell
2001 The Man Who Wasn't There Rachael "Birdy" Abundas
Ghost World Rebecca
An American Rhapsody Zsuzsi/Suzanne Sandor
2002 Eight Legged Freaks Ashley Parker
2003 Lost in Translation Charlotte
Girl with a Pearl Earring Griet
2004 The Perfect Score Francesca Curtis
A Love Song for Bobby Long Pursy Will
Good Woman A Good Woman Meg Windermere
The SpongeBob SquarePants Movie Mindy (dengdan)
In Good Company Alex Foreman
2005 Match Point Nola Rice
The Island Jordan Two Delta/Sarah Jordan
2006 Scoop Sondra Pransky
The Black Dahlia Katherine "Kay" Lake
The Prestige Olivia Wenscombe
2007 The Nanny Diaries Annie Braddock
2008 Other Boleyn Girl Mary Boleyn
Vicky Cristina Barcelona Cristina
Spirit, TheThe Spirit Silken Floss
2009 He's Just Not That Into You Anna Marks
2010 Iron Man 2 Natasha Romanoff/Black Widow
2011 We Bought a Zoo Kelly Foster
2012 The Avengers Natasha Romanoff/Black Widow
Hitchcock Janet Leigh
2013 Don Jon Barbara Sugarman
Under the Skin Laura
Love (Her) Samantha (seslendirme)
2014 Captain America: The Winter Soldier Natasha Romanoff/Black Widow
Chef Molly
Lucy Lucy
2015 Avengers: Age of Ultron Natasha Romanoff/Black Widow
2016 Hail, Caesar! DeeAnna Moran
The Jungle Book Kaa (dengdan)
Captain America: War of Heroes Natasha Romanoff/Black Widow
Sing your song Ash (dengdan)
2017 Ghost in the Shell Major Mira Killian / Motoko Kusanagi
Kızlar Gecesi Jessica "Jess" Thayer
2018 Dog Island Nutmeg (dengdan)
Avengers: Infinity War Natasha Romanoff / Black Widow
2019 Captain Marvel Nav tine; Cameo
Avengers: Endgame
Jojo Rabbit Rosie Betzler
Marriage Story Nicole
2020 Black Widow Natasha Romanoff / Black Widow Di dema kişandinê de ye

Televîzyon[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Rêzefîlmên televîzyonê
Sal Nav Rol Nîşe
1995 The Client Jenna Halliwell Beş: "Pîlot" (rêzefîlm)
2001 Anatomy of a Scene Bi xwe Beş: "Girl with the Pearl Earring"
2004 Entourage Bi xwe Beş: "New York" (rêzefîlm)
2005-08 Robot Chicken Dengdan 6 beş
2006-18 Saturday Night Live rolên cihêreng 5 beş
2014 HitRecord on TV Olivia Beş: "Re: Games"
2015 Assassin Banana Pink Lady (dengdan) 2 beş

Şano[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Şano
Sal Nav Rol Cih
2010 A View from the Bridge Catherine Cort Theatre
2012 Cat on a Hot Tin Roof Margaret Richard Rodgers Theatre

Dîskografî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Albûmên stûdyoyê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

EP[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. "5 Things to Know About Scarlett Johansson's Fiance Romain Dauriac - ABC News". web.archive.org. 2015-12-06. Roja wergirtinê: 2020-12-12.
  2. "First Dates from Scarlett Johansson & Romain Dauriac: Romance Rewind | E! Online". web.archive.org. 2015-11-16. Roja wergirtinê: 2020-12-12.
  3. "Actress Scarlett Johansson is engaged - CNN". web.archive.org. 2017-09-11. Roja wergirtinê: 2020-12-12.
  4. "Scarlett Johansson and fiance welcome baby girl". web.archive.org. 2015-07-03. Roja wergirtinê: 2020-12-12.
  5. "Scarlett Johansson ile Colin Jost nişanlandı - 1 | NTV". web.archive.org. 2019-05-20. Roja wergirtinê: 2020-12-12.