Seîdê Nûrsî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Seîdê Nûrsî
Seîdê Nursî
Jidayikbûn12ê adara 1878an
Gundê Nûrs, Xîzan - Bedlîs
Mirin23ê adara 1960an, (82 Salî)
Riha (Tirkiye)
EsilKurd
Bernav
  • Bedîuzeman
  • Seîdê Kurdî
Hevwelatî Kurdistan
DestûrnameŞêx Muhemmedê Celalî
PîşeFîlozof, Alim, Nivîskar
SerdemSedsala 19an û 20an
BandorbarMuhemmed, Ebdulqadirê Geylanî, Xezalî, Farabî, Ehmedê Xanî, Şêx Esadê Erbîlî
BandorkerMuhemmed Seîd Remezan el-Bûtî, Xelîl Xeyalî
Dê û bav
  • Mîrze (bav)
  • Nûrê (dê)
biguhêreBelge

Bedîuzzeman Seîd Nûrsî, yan Bedîuzzeman Seîdê Kurdî[1] (jdb. 1878[2] li Nors/Nûrs, Xîzan − m. 23ê adara 1960an li Riha) fîlozof û nivîskarekî kurdÎslamê ye. Muellifê Kulliyata Risaleyên Nûr e.

Jê re Bedîuzzeman[1] ("Di dema wî de kes asayê wî tune") tê gotin. Di dîroka Îslamê de çar kes xwediyê vê şerefa mezin bûne. Digel leqeba Bedîuzzeman, tê zanîn ku navên Seîdê Nûrsî, Seîdê Kurdî, Mela Seîd, Mela Seîdê Meşhûr jî bi kar anîne.

Jiyana Bedîuzzeman Seîdê Kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Seîdê Nûrsî û birayê wî Şêx Ebdulrehman. Çavkanî: Arşîva dîjîtal û orîjînal a Navenda Zhîn.

Bedîuzzeman Seîdê Kurdî, di sala 1878an de (navbera 5 kanûna paşîn - 12 adar) li bajarê Bedlîsê, navçeya Xîzanê, li gundê Nûrsê ji dayik bûye. Bavê wî sofî Mîrze, dêya wî jî Nûre xanim bû[3]. Tehsîla pêşîn û navîn li welêt diqedîne. Di xortaniya xwe de xebatên welatperweriyê dike. Beşdarî Şerê cîhanî yê yekem dibe. Li Rûsyayê, du salan dîl dimîne û paşê vedigere welêt. Di tevgera welatperweriyê de xebata xwe domand. Paşê, dev ji van xebatan berda û bi temamî xwe da rêya dînî. Di vê xebatê de dijayetiya rejîmê kişand. Li gelek deran heps û sirgûnî kişand. Li Rihayê di 23 adara sala 1960 de çû ser heqiya xwe.

Di kitêba xwe ya Munazeratê de, Bedîuzzeman gotiye "Mirin roja newroza me ye". Pirr balkêş e ku du roj piştî Newrozê û hem di sibeha şeveke Leylet-ul Qedrê de wefat kiriye.

Perwerdehî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bedîuzzeman Seîd Nûrsî di sala 1878an de li Nûrsê gundekî Xîzanê navçeya Bidlîsê ji dayik bû. Perwerdahiya pêşîn ji Mela Ebdullah girt. Îcazeta xwe li Bazîdê li Medresa Şêx Muhemmedê Celalî stand. Navê Bedîuzzeman (بَديعُ الزَّمان Badî' az-zamân) lê hat danîn ji ber ku di zanîna Îslamî de pir pêşveçuyî bû, di nav civata Îslamnasan de cîhek zaf mezin digirt. Di sala 1894an de li kitêbxaneya Bidlîsê du sal xwendina xwe berdewam kir û di Ulema Îslamî de bû xwedî navekî giran. Ji wir çû Wanê. 10 sal li Wanê ma. Xebatên xwe li wir berdewam kir.

Di hengama ku li bajarê Wanê ma, di qonaxa waliyê Wanê de kitêbên hemdem û yên li ser zanistên fenî dîtin û bi balkêşî ew zanistên hanê di demeke kurt de bidest xistin. Di jiyana xwe ya li bajarê Wanê de kitêbek li ser matematîkê jî nivîsandiye, lê mixabin ew kitêb di agirekî de şewitiye[çavkanî hewce ye].

Li qonaxa walî di rojnameyekê de vê nûçeyê dibîne: "yan divê em hemû Quranan ji nav misilmanan hilînin yan jî misilmanan ji Quranê sar bikin. Jiholêrakirina hemû Quranan bêîmkan e lê divê em bi awayekî misilmanan ji Quranê sar bikin. Yan na heta ku Quran di destê wan de be em bi ti awayî nikarin li wan hikim bikin." Li ser vê nûçeya hanê Xîreta Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ya dînî difûre û wiha dibêje "Ez'ê nîşanî hemû cîhanê bidim ku Quran xwedî ronahiyekê ye ku ne vedimire û ne jî dikare bê vemirandin!"

Li ser vê yekê berê xwe dide paytextê osmanî Stembolê û li wê derê di xaneya Şekercî de odeyekê kirê dike û li ser deriyê wê odê lewheyeke balkêş darde dike: "ji hemû pirsan re bersiv heye, lê ji ti kesî pirs nayên kirin". Li ser vê daxuyaniya balkêş bi sedan kes ji ehlê ilm û zanistê berê xwe didin xana şekirciyan û pirsên xwe yên herî zor jê dikin. Ew jî bi alikariya Xwedayê Zane bê dudilî û xeletî bersivê li hemûyan vedigere. Li ser vê yekê navê wî di nav cîhana zanayên paytext de jî pêl bi pêl belav dibe û navdar dibe. Dema ku rektorê zanîngeha el-Ezherê ji bo serîdanekê hatiye Stembolê, alimên wê derê jê lawa dikin ku bi Bedîuzzeman Seîdê Kurdî re têkeve nîqaşê. Ew alimê han jî ji bo ku asta zanistiya wî bipîve, pirseke wiha jê dike: "Gelo nerîna te derbarê Ewropa û Osmaniyan çi ye?" Bedîuzzeman bersivê lê vedigerîne: "Ewropa bi dewleteke îslamî avis e û dê rojekê ji dayîk bibe. Osmanî jî bi dewleteke ewropî avis e û dê rojekê ji dayîk bibe!" Li ser vê bersivê rektorê el-Ezherê wiha dibêje: "Ez jî di heman nerînê de bûm, lê tenê Bedîuzzeman dikare bi vê kurtayê bilêv bike. Naxwe bi vî xortî re kes nikare têkeve nîqaşê û zora wî bibe![çavkanî hewce ye]

Zanîngeha Zehra[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xewna wî ya herî girîng ew bû ku li Wanê zanîngeheke Îslamî bi navê Medreseya Zehra were avakirin.

Ev daxwaza xwe ragihand padişahê Osmanî. Guh nedan gotinên wî û ew berê avêtin timarxanê, paşê ji wir girtin avêtin girtîxanê. Piştî serbestberdana wî li Stembolê di "xîtaba li Hurriye" de ji gel re got ku "Meşrûtiye" ne tiştekî dijî Îslamê ye. Ew axaftin di rojnamên wê demê de hat weşandin.

Di sala 1910an de zivirî welêt û hat Wanê. Li bajarên Kurdistan geriya, çû Mûş, Bidlîs, Çolemêrg, Amed û Rihayê. Li wan deran di nivîs û axaftinên xwe yên bi navê Munazerat de bi serokê eşîrên kurdan re li ser buyerên demê peyivî. Di sala pey wî de çû Şamê û di mizgefta emewî de xutbek li ser kêşeyên siyasî, aborî û civatî yên civata Îslamê da. Ew xutbe paşê bi navê Xutbeya Şamê hat çapkirin.

Ji Şamê hat Stembolê û tev li gerra Siltan Reşad li welatên rojhilatê bû. Li Skopiyeyê tev li hîmavitina Zanîngehê bû. Dema ji ber Şerê Balkanê ew proje hat sekinandin, bi hikûmeta osmanî da pejirandin, ku ew texsîsata Zanîngeha Skopiyê li Medresa Zehra were guhêztin. Paşê hat Wanê. Hîmê Zanîngeha Zehra di sala 1913an de li kêleka behra Wanê, li Artemîtê hat avitin. Lê ji ber destpêkirina Şerê Cîhanî yê yekem avakirin rawest.

Di vê navberê de pêwendiyên xwe bi kurdên li Stembolê re çêdikir serî dida qehwexaneyên ku kurd lê rûdiniştin û di ber xwe dida ku wan hişyar bike û yekîtiya navxweyî çêbike da ku bi saya vê yekîtiyê hem namûsa kurdayetiyê û hem jî ya alema îslamê rizgar bike.

Ji bo nimûne maqaleyeke xwe de Bedîuzzeman Seîdê Kurdî nexweşî û çareseriya nexweşiyên kurda û qenciyên wan weha rêz dike.

« Ey gelî kurdan! Îttifaqê de quwwet, îttihadê de heyat, di biratiyê de se'adet heye. Kabika Îttihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin da we ji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we re bibêjim: Hûn bizanin ku sê cewherên me hene, hifza xwe ji me dixwazin. Yek îslamiyet e, ku hezar xûna şehîdan buhayê wê dane. Ê duduwan însaniyet, ku lazim e em nezera xelqê de, bi xizmeta 'eqlî, ciwanmêranî û însaniyeta xwe nîşanî dinê bidin. Ê sisêyan, milliyeta me ye, ku meziyet da me, ê berê ku bi qenciya xwe saxin, em bi karê xwe, bi hifza milliyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin.
Piştî wê, sê dujminê me hene, me xerab dikin. Yek feqîrtî ye, çil hezar hemmalê Stembolê delîla wê ye. Ê duduwan cehalet û bêxwendinî ku hezar ji me da yek "qezete-rojname" nikarin bixwînin delîla wê ye. Ê sisêyan dujminî û îxtilaf e, ku ew 'edawet quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbiyê dike û hukumet jî ji bêînsafiya xwe zulm li me dikir. ku we ev seh kir, bizanin çara me ew e, ku em sê şûrê elmas bi destên xwe bigrin, ta ku em hersê cewherên xwe ji destên xwe nekin! Hersê dujminê xwe ser xwe rakin. Û şûrê ewil merîfet û xwendin e. Ê duduwan îtifaq û muhebeta millî ye. Ê sisêyan însanê şuxla xwe bi nefsa xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û pişta xwe nedê. Wesiyeta paşê: xwandin, xwandin, xwandin û destêhevgirtin, destêhevgirtin, destêhevgirtin. »
Bedîuzzeman li Almanya 1918, piştî ji girtigehâ Rûsya revîya

Dema Şerê Cîhanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Seîd Nûrsî bi şagirtên xwe ji bo parastina welat dijî Rûsya ket şer. Xebata xweya nivîsandinê di şer de jî neda rawestandin û Îşarat-ul I'caz qedand. Ji telebeyên wî Hemzeyê Muksê di nivîseke ser jiyana Mela Seîd de wiha behsa Işarat ul-I'caz dike:

« Heta niha tefsîreke di wî menhecî da telîf bûyî mewcûd nîne û hetta ez dikarim bibêjim ku, ji bilî mehsûlê qeriheyê xwe malê ewqaf derc nekiriye. Îsbat dike ku Kelamê Qedîm bi nezmtî mu'ciz, bi mefhûmtî heqq û heqîqet e û bi funûnê musbete temamen muwafiq û rehnuma ye. Beriya ku hezretê Ustad vê tefsîrê telîf bike ez di helqeya tedrîsa wî da bûm. Kelamê Qedîm hildida destê xwe û bi kurdî teqrîr dikir, hêç li kitêb û tefsîrê nedinihêrrî. Ji hevalên me efendiyekî bi namê Mela Hebîb bi kurdî not digirt. Ze'f dewam nekir herba 'umûmî destpê kir. Bedîuzzeman Seîd Efendî gava muharebeyê da di cebheya herbê da wek me'xez tenê malikê wan notan bû, lê elyewm ew kitaba ku me li Metbe'eya Ewqaf bi teb'a wê ra iştixal kir, telîf kiriye. » [4]

Di şer de pir kes ji xwendevanên wî şehîd ketin. Ew jî ji aliyê rûsan hat girtin. Di şoreşa Rûsyayê de tevlihevî li Rûsya çêbû û ev jî ji bo rvîna wî bû sedem. Ji Kostroma derbasî Petersburgê, ji wir jî Warşovayê û di dawiyê de Viyanayê bû. Bi alîkariya Hikûmeta Alman derbasî Stembolê bû. Dema osmanî di Şerê Cîhanî yekem de binketin û brîtanî ketin Stembolê Seîdê Nursî berhemekî xwe bi navê 'Xutuwatî Sîtte' dijî dagirkeriya brîtanî weşand. Desthilatdarê brîtanî dan ragihandin ku mirî an jînde wî bigrin û bînin.

Serhildana Anatolyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema serhildana Anatoliyayê dijî dagirkeran destpêkir Şêx-ul Îslam dijî wan fetwa derxist. Seîd Nursî jî dijî wê fetwayê fetwak wederxist û da ragihandin ku serhildana 'Quwa-î Milliye' cîhad e û kesên dijî desthilatdaran şer bikin mucahîd in. Herwiha li aliyê Mustafa Kemal dijî desthilatdaran mucadele kir. Ev ji aliyê Mustefa Kemal û hevalên wî hat dîtin û wan xwast ku Bedîuzzeman were Enqereyê.

Dema Enqereyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bedîuzzeman di 25ê çiriya paşîn a sala 1922an de bi merasîmeka fermî hat meclîsa Enqereyê. Li Meclîsa Enqereyê bi piraniya dengan berdewamkirina avakirina Zanîngeha Zehra li Wanê da pejirandin. Lê dema raghiand endamên meclîsê ku bila ev nimêj bikin û girîngiya nimçjkirinê ji gel re bibêjin ew û meclîs ji hev qetiyan. Di dawiyê de ew têgihîşt ku daxwaza îslamnexwazan pêkhatiye.

Dema Nefiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di serhildana Şêx Seîd de di sala 1925an de ew jî hat girtin û li Burdurê hat nefîkirin. Di destpêka sala 1926an de ew anîn gundekî piçûkê Spartayê, Barla. Piraniya berhema xwe a herî mezim, Risaleyên Nûr li vir nivîsand û da weşandin. Ji ber ku hikûmetê dixwast ew li ber çavên wan be, Bedîuzzeman anîn nava Spartayê. Li vir polîs ew û 120 şagirtên wî girtin û birin girtîxaneya Eskişehirê. Biryara dadgehê ew bû ku wê Bedîuzzeman 11 di girtîgehê de binmîne û pişt re nefî Kastamonu be. Di sala 1943an de careka din hat girtin. De'we hemû li ser Risaleyê Nûr lê dihat kirin. Ew ji wir şandin Denizliyê li wir heta 1944an ma. Piştî berdana wî dîsa serbest nema û ew şandin Emirdağê navçeya Afyonê.

Li wir li hemberê bîna hikûmetê bicîh kirin. Nedihîştin biçe mizgeftê jî. Dewletê pê nikari bû, ewî karê xwe yê ronakkirina cîwanan li her derê berdewam kir. Sê caran hewl dan xwe ku wî bi jehrê bikujin.

Bi saya serê pêşveçûna gerdişên teknîk êdî nivîsên wî li her derê dikarî bûn werin belavkirin. Ev di çavên hikûmeta CHPê de bibû qîtek. Lewma cardin hate girtin û 20 meh heps jê re hat dayinç Lê dadgeheka din ev biryar ji holê rakir û ew serbest ma. Paşê biryerk din ji Enqerê hat û li Afyonê hat rawestandin. Di dawiya sala 1949an de car din hîştin ku were Emirdağê.

Dema Partiya Demokrat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dema Partiya Demokrat de jî ji bo sedema şepqe hat dadkirin, pişt re ji bo kitêba wî a Rêbera Ciwanan. Piştî dadkirinê li Stembolê sê mehan li wir ma û zivirî Ispartayê.

Di sala dawiya jiyana xwe de çû Rihayê. Pir nexweş li ber mirinê bû. Lê hikûmetê ew li Kurdistanê nedixwast, jê re ferman derxistin da ku biçe Ispartayê. Li Rihaye 23ê adarê di sala 1960 gihîşt rihmeta xwedê. Piştî Alparslan Türkeş generalek nijadperest bi zordariyê hikûmet kir destê xwe laşê Bedîuzzeman dizîn û bi balafireke leşkerî revandin birin. Heta niha kes nizane li ku ye[çavkanî hewce ye].

Nîşe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Seîd Nûrsî di sala 1909an de xwestiye rojnameyek kurdî derxîne

Çend Gotinên Wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

"Ku em kurd in, dibe ku bêne xapandin. Lê em tu kesî naxapînin. Em ji bo jiyaneke bêrûmet tenezulî derewan nakin." [5][6][7][8]

Wesata wî li Kurdan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şîretên Seîdê Nûrsî li gelê kurdan kiriye. Seîdê Nûrsî ji weke Ehmedê Xanî ji bo Yekitiya kurdan xebat kiriye, Wî jî xwestiye kurd bi hev re yekiti çêbikin di qisedanekî xwe de waha gotiye.[9][10]

Ey Gelê Kurd !

Dî ttîfaqê de quwwet, di îttihadê de heyat, di biratiyê de se'adet, di hikûmetê de selamet heye. Kabika Îttihadê û sirîta muhebbetê qewî bigrin da we ji belayê xelas bike.

Qenc guhê xwe bidinê, ez ê tiştekî ji we re bibêjim: Hûn bizanin ku sê cewherên me hene, hifzê ji me dixwazin.
Yê yekemîn: Îslamiyet e, ku bi hezaran xûna şehîdan buhayê wê dane.

Yê duduwan: Însaniyet, ku gerek e em nezera xelqê de bi xizmeta 'eqlî, ciwanmêranî û însanîyetîya xwe nîsanî dunyayê bidin.

Yê sisiyan: Mîlîyeta me ye, ku mezîyetê da me; ê berê ku bi qencîya xwe sax in , em bi karê xwe bi hifza mîllîyeta xwe, ruhê wan qebra wan de sad bikin.

Piştî wê, sê dujminê me hene, me xerab dikin. Yek feqîrî ye. Çil hezar hemmalê Stembolê delîlê wê ye.

Yê duduwan: Cehalet û bêxwendinî ye ku hezar ji nav me kes hene nikarin rojnameyek bixwînin ev delîla wê ye.

Yê sisiyan: Dijmintayî û îxtîlaf e ku ev 'edawet quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbîyê dike û hukumet jî, ji bêînsafîya xwe zulm li me dike.

Ku we ew seh kir, bizanin çara me ew e, ku em sê şûrê elmas bi destên xwe bigrin, ta ku em hersê cewherên xwe ji destên xwe nekin! Hersê dijminê xwe ser xwe rakin.


Şûrê pêşhîn: M'rîfet û Xwendin e.
Yê duduwan: Îtîfaq û Muhebeta mîlî ye.
Yê sisiyan: Însanê şuxla xwe bi nefsa xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û pişta xwe nedê.

Wesîyeta paşê:

"Xwendin", "xwendin", "xwendin" û bi destêhevgirtin, bi destêhevgirtin, bi destêhevgirtin.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kitêbên Seîdê Kurdî yên bi kurdî ew in:

Weşanên Nûbihar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Rîsaleya Biratiyê
  • Peyivên Biçûk
  • Peyiva Bîst û Sêyemîn
  • Vateyê Qijkekî (Kirmanckî/Zazakî)
  • Munazerat (Digel Metnê tirkî)

Weşanên Zehra[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kitêbên piçûk
  • Xutbeya Şamê
  • Munazerat
  • Mûcizeyên Qur'anê
  • Mûcizeyên Ehmedî
  • Dîwana Herba Urfî
  • Rîsaleya Munacatê
  • Rîsaleyên Îxlasê
  • Rîsaleyên Remezan û Îqtisad û Şukrê
  • Rîsaleya Mîrac û Şeqqa Qemerê
  • Rîsaleya Nexweşan
Kitêbên mezin
  • Dersên Civakî
  • Mesnewiya Nûriye
  • Mektûbat

Weşanên Envar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Peyvên Biçûk

Weşanên RNK[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Peyvên Biçûk - Peyva Bîst û Sêyemîn - Mektûba Bîstemîn

Weşanên Weqfa Xizmet (Hizmet Vakfı)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Rîsaleya Siruştê
  • Kelîmeya Bîst û Sisêyan
  • Rîsaleya Uxuwwetê
  • Şehadetnameya du Dibistanên Musîbetê Yan Jî Dîwana Herba Urfî û Seîdê Kurdî
  • Rîsaleya Nexweşan
  • Rêbera Ciwanan

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 9 nîsan 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 9 kanûna pêşîn 2014{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 13 tîrmeh 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 30 tîrmeh 2010{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ http://www.nuradilan.com, ji orîjînalê di 4 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 19 tebax 2013 {{citation}}: Di |sernav= de lînkeke derve heye (alîkarî)
  4. ^ http://kurdinur.blogspot.com
  5. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 19 sibat 2010 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 5 tîrmeh 2009{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  6. ^ http://www.risalehaber.com/news_detail.php?id=58608
  7. ^ http://www.risaleakademi.com/arastirma-projeleri/mektup-hatra-ve-belgeler/313-bediuezzamann-gazete-mueracaat[Girêdan daimî miriye]
  8. ^ https://archive.today/20130630060837/www.risaleakademi.com/images/Risale/img_0148%20-%20kopya.jpg
  9. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 21 tebax 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 11 çiriya paşîn 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  10. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 10 adar 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]