Kişik (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Sedrenc (Roman) hat beralîkirin)
Ji bo maneyên din li Kişik binêre.
Kişik
  • Berhema wêjeyî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Welat
ZimanAlmanî
Dema avabûnê
  • Sedsala 20an Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema weşandinê1942, 1943 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
NivîskarStefan Zweig
WergêrSalih Badilî
WeşanxaneWeşanxaneya Lîsê
Cihê weşandinêArjentîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
CureRoman Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ŞêweÇîrok Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mijara serekeÎzolasyon, Almanyaya Nazî, Psîkotrawma, sedrenc û Anschluss Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Motîv
  • Veguhastina bi keştî
  • hostayê sedrencê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê çîrokê
Rêza yekem
Auf dem großen Passagierdampfer, der um Mitternacht von New York nach Buenos Aires abgehen sollte, herrschte die übliche Geschäftigkeit und Bewegung der letzten Stunde. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêza dawî
"Schade", sagte er großmütig. "Der Angriff war gar nicht so übel disponiert. Für einen Dilettanten ist dieser Herr eigentlich ungewöhnlich begabt." Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kişik (bi almanî: Schachnovelle) yek ji berhemên navdar ên Stefan Zweig e ku li Brezîlê dema mişextiya xwe de nivîsiye. Çapa wê ya ewil 250 heb û di sala 1942yan de ji Buenos Aires derket. Kişik li Almanyayê ji 1.200.000î bêhtir hate firotin.

Wergera wê ya kurdî ji aliyê Salîh Badilî ve di 2012an de ji Weşanên Lîsê derketiye.

Mijar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çîrok di keştiyeke behrê ya ku berê xwe ji New Yorkê daye Buenos Airesê de derbas dibe. Hinek ji rêwiyên keştiyê şampiyonê kişikê yê pirtûkê Mirko Czentovic vedixwînin yariyê. Di yariya ewil de wek herkesî texmîn kirî şampiyon bi ser dikeve. Di rovanşa yariyê de dema hindik mabû têk biçe yekê navê wî Dr. B tevlî dibe, yariyê de kes bi ser nakeve û wekhev dimînin. Li ser vê yekê rêwiyên keştiyê ji bo Czentovic û Dr. B de yariyekî amade dikin. Berî yarî dest pê bike, Dr. B ji vebêjê pirtûkê re behsa çîroka xwe dike. Ji aliyê Gestapo ve Dr. B tê girtin û dikin hicreyekî de. Rojekî berî lêpirsînê ji montê bi dîwêr ve daliqandî pirtûkeke kişikê didize. Li gor yariyên di pirtûkê de di hicreya xwe de bêyî textikê kişikê di serê xwe de dest bi lîstikê dike. Ev yariya kişikê Dr. Byê ku hindik mabû ji qehra dîn bibe ji nû ve jiyanê dide Dr. B. Lê paşiya paşî digihe cihê ku ew jê re dibêje "xeleka mirinê" û hemû lîstikên pirtûkê hîn dibe, dîsa dikeve wê rewşa berî pirtûk bikeve destê wî. Li ser vê êdî ew di serê xwe de yariyên nû çêdike û ev yariyên şîzofrenîk heta krîzê derbas dike bi xwe re dilîze. Dawiyê ji hepsê tê berdan. Di keştiyê de yariya wî û Czentovic ya ewil wekhev diqede. Dr. B bi wan tecrubeyên xwe yên hicreyê ku ewqas yarî di serê xwe de bi xwe re lîstibû, hemû gav û hemleyên Czentovic beriya wî texmîn dikir û dema dor digihişt Dr. B gelek zû hemle dikir. Di yariya duyem de Czentovic ferq kir ku Dr. B tê de xira dibe û dîno mîno dibe bi qest êdî hêdî hêdî dilîze û Dr. B dîsa dikeve krîzê û yarî di nîvî de dimîne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]