Seksa oral

Têkiliya zayendî ya devîn, Seksa oral an jî seksa devîn yek ji cureyên seksê, têkiliya zayendî an seksî ye û bi bikaranîna devê hişyarkirina endamên tenasulî (genital) ye.
Bêjenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Peyva oral ji oris (dev) a latînî tê. Bi devê, ango lêv û ziman alastina organên cinsî yên partner e. Di gelek çandan de ji xeynî têkiliya cinsî ya tenasulî (seksa genîtal) cureyên din rewa nayên dîtin an bi veşartî tê kirin. Gorî ola îslamê seksa oral ne heram lê nîv heram e. Herwekî têketina spermayan a dev heram-qedexe ye. Li hin welatan bi fermî qedexe ye. Bo mînak li Sîngapûr seksa oral û seksa anal bi fermî qedexe ne.[çavkanî hewce ye]
Heger hîjyenîk nebe hemî cureyên seksê dikare bi xwe re hin nexweşiyên mîkrobîk belav bikin. Zerika reş û zerika zer dikare bi riya seksê derbas bibe. Vîrûsên Papilloma dikarin şêrpenceyê li dev derînin. HIV jî herwisa.
Cureyên sereke yên karê seksî yê bi dev[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- 69 (Şêst û Neh): Di heman demê de alastina organê partner e. Ango mêr a parcota xwe, jin jî yê parcotê xwe.
- Fellatio an jî felasyon: Alastina organa cinsî yê mêr e. Piranî serê penîsî tê hişyarkirin.
- Cunnilingus an jî kunîlîngus: Bi ziman û lêv hişyarkirin û anîna orgazma jinê ye. Piranî zîlik tê stîmûlîzekirin.
- Anilingus an jî anîlîngus: Stîmûlîzekirina zotikê ye.
Hin cureyên seksa awarte yên di heman beşê de jî hene. Bo mînak: Cumshot (bixwîne kemşot), Deepthroating (bixwîne dîpsrowtîng) hwd. Parcot dikarin di seksa oral de prezervatîvê jî bikarbînin.