Selîh Hulusî Paşa
| Serokwezîrê osmanî (d) | |
|---|---|
| - | |
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Mirin | |
| Cihê goristanê |
Eyüpsultan Cemetery (en) |
| Navê rastî |
Salih Hulusi Kezrak |
| Hevwelatî | |
| Perwerde | |
| Pîşe |
Siyasetmedar, mamoste, dewletmedar, nivîskarê siyasî, helbestvan |
| Karder |
Turkish Military Academy (en) (- |
Selîh Hulusî Paşa (jdb. 1864 - m. 1939) siyasetmedarekî osmanî bû ku di dema dagirkirina Stembolê de di navbera 8ê adarê û 5ê nîsana 1920an de 28 rojan di bin desthildariya Mehmed VI de wekî sedrazmê Împeratoriya Osmanî xizmet kir.[1]
Ew di 1864an de li Stembolê ji dayik bû. Ew bi eslê xwe çerkez bû.[1] Wî dibistana leşkerî bi pileya kaptanê stafê mezûn kir. Di 1919an de, di hikûmetên Damad Ferîd Paşa û Elî Rîza Paşa de wekî Wezîrê Deryayî xebitî. Di 8ê Adarê de, erkê avakirina hikûmetekê ji wî re hat dayîn. Ew demeke kurt piştî dagirkirina Stembolê di 2ê Nîsana 1920an de îstifa kir. Di hikûmeta paşê ya Ehmed Tewfîq Paşa de, ew dîsa wekî Wezîrê Deryayî xebitî. Di vê serdemê de di 5ê kanûna pêşîn a 1920an de bi hikûmeta dijber a li Enqere re beşdarî Kongreya Bîlecîkê bû. Ew bi endamên din ên hikûmeta Stembolê re ji Bilecikê hate sirgûnkirin Enqereyê. Piştî wergirtina piştrastiyek nivîskî ku ew ê postek din qebûl neke, di 7ê adara 1921an de hate vegerandin Stembolê. Li gel vê yekê, wî di hikûmeta Stembolê de wezîfeyek qebûl kir. Ji ber hilweşandina siltanatiyê di mijdara 1922an de ji siyasetê teqawît bû. Di 1939an Stembolê mir.[1]
