Selahattin Demirtaş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Selahattin Demirtaş
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan
Wezîfedarî
22ê hezîrana 2014an – 11ê sibata 2018an
BerêErtuğrul Kürkçü
PaşêSezai Temelli
Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê
Wezîfedarî
1ê sibata 2010an – 22ê nîsana 2014an
BerêMustafa Ayzit
Demir Çelik
PaşêPartî hat girtin
Binêre Partiya Herêmên Demokratîk
Parlamenterê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Wezîfedarî
22ê tîrmeha 2007an – 7ê tîrmeha 2018an
Herêma
hilbijartinê
Diyarbekir (2007)
Hekarî (2011)
Jiyan
Jidayikbûn10ê nîsana 1973an
Palo, Xarpêt, Bakurê Kurdistanê
Partiya siyasîPartiya Civaka Demokratîk
(Bêriya 2008)
Partiya Aştî û Demokrasiyê
(2008–2014)
Partiya Demokratîk a Gelan
(2014–didome)
Hevjîn
(z. 2002)
Zarok2
XizmNurettin Demirtaş (bira)
PerwerdeFakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê
Malperdemirtasinfo.com/ku
biguhêreBelge

Selahattin Demirtaş, (jdb. 10ê nîsana 1973an, Palo, Xarpêt (parêzgeh) li Bakurê Kurdistanê) parêzer, nivîskar û siyasetmedarekî kurd e ku ji sala 2014an heta sala 2018an li gel Figen Yüksekdağ wekê hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan hevserokatî kiriye.[1]

Demirtaş di hilbijartina serokomariyê ya sala 2014an da dibe berbijarê serokomariyê ya HDPê û di rêza sêyem de cih girtiye. Di hilbijartinên parlamenê yên hezîrana sala 2015an de HDP ji sedî 13,1 û di hilbijartinên pêşwext ên mijdara sala 2015an de jî ji sedî 10,7 li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê deng wergirt. Selahattin Demirtaş ji 4ê mijdara sala 2016an ve girtî ye. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartinên serokomariya sala 2018an Demîrtaş wek berbijarê xwe nîşan da û Selahattin Demirtaş ji girtîgehê kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi rê ve biriye.[2]

Di biryareke ku di kanûna sala 2020an de hat dayîn, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku "dema girtina [Demirtaş] berdewamiya girtina (hevdem digel referandûma girîng a makezagonê û hilbijartinên serokatiyê)" û "meyla sîstematîk a "qirkirinê" ya muxalefetê ya Tirkiyeyê. dengan", berdewamkirina girtina Demîrtaş, armanca siyasî ya sereke ye."[3]

Salên destpêkê û xwendina wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Selahattin Demirtaş di sala 1973an de li navçeya Palo ya bi ser parêzgeha Xarpêtê ve jidayik bûye.

Demirtaş, dibistana seretayî û dibistana navîn li Amedê xwend û di ciwantiya xwe de li dikana a bavê xwe Tahir Demirtaş bi bavê xwe re karê tesîsatiyê dikir. Piştî ku di sala 1990an de dibistana navîn xilas dike beşdarî ezmûna zanîngehê ya sala 1991an bû û Zanîngeha 9 Eylül a Îzmîrê Beşa Birêvebiriya Karsaziya Deryayî qezenç kir. Demirtaş di sala 1993an de dîsa ket ezmûna zanîngehê û vê carê jî Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê qezenc kir.

Sedema xwendina wî ya hiqûqê, piştî vedîtina cesedê Serokê partiya HEPê ya bajarê Amedê Vedat Aydın û piştre di pêvçûnan de piştî 3 rojan birayê wî Nurettin Demirtaş di dema xwendina zanîngehê de li Zanîngeha Mûglayê dixwend, hate binçav kirin û 22 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Demirtaş aniye ziman ku jiber derfetên tineyiyê malbata wî nekarî jibo ku beşdarî doza birayê bibe, parêzer bigire.[4]

Kariyera siyasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serokatiya komeleya ÎHDê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî mezûnbûna beşa hiqûqê, di sala 2000an de, dema ku Osman Baydemir dibe serokê Komeleya Mafê Mirovan (İHD) ya şaxê Amedê, Selahattin Demirtaş jî di wî demê de beşdarî rêveberiya İHDa ya Amedê dibe. Di vê heyamê de, wî li ser gelek dozên binpêkirina mafên mirovan xebitî. Demirtaş anî ziman ku bûyera herî pê bi bandor dibe wê demê de windabûna Serokê Partiya Demokrasî ya Gel (HADEP) ya Navçeya Sîlopiyê , Serdar Tanis û Wekîl Ebubekir Deniz bû, û piştî encamên neyênî yên lêkolînan li Silopî û Şirnexê, wî ani ziman ku wî jibo dîtina cendekên wan wesaîta xwe hêdî hêdî di rê de heta Amedê ajotinbûn.[5] Di sala 2004an de, Osman Baydemir di hilbijartinê de wek şaredar hate hilbijartin û Selahattin Demirtaş bû serokê İHDê ya şaxa Amedê.

Di axaftina xwe de ku wî di 2006an de, Demirtaş, ku bi têlefonê beşdarî bernameyek nîqaşê ya Roj TV bû û jiber " jibo serokê PKKê Abdullah Ocalan anî ziman "divê rola wî di çareserkirina pirsgirêka kurd de were nirxandin" lêpirsîn hate vekirin.  Doz di 2010an de hate bidawîkirin û 1 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, lê dadgehê "bi biryara taloqê çevderiya ya 5 sala" da Demîrtaş ji vê dozê taloq kir.[6]

Demirtaş di sala 2006an bi alîkariya malbata xwe nivîsgehek dadrêsî vekir, lê belê bi biryara hilbijartinên pêşwext ên sala 2007an û jiber qedexeya siyasî ya Parlamenterê berê yê DEP'ê ya Amedê Hatîp Dîcle, bi pêşniyara nasên Demirtaş jibo namzetiya "Bi Hezaran Namzetên Hêviyê" ku DTP û EMEP, ÖDP û SDP tevlî bûn, Demirtaş bû namzetên serbixwe yên parlamenteriyê û wek parlamenter hate hilbijartin.[7]

Serokatiyên Partiyên DTP û BDPê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Selahattîn Demîrtaş dema 34 saliya xwe de wekî Serokê Koma Partiya Civaka Demokratîk (DTP) hat hilbijartin. Di sala 2009an de piştî ku Dadgeha Bingehîn tirk partiya (DTP) girt Demirtaş beşdarî partiya avakirî Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) bû[8]

Di 1ê Sibata 2010an de ji ber qedexeya 5 salan a li ser sîyaseta ku li ser damezrêner û kesatîyên pêşeng ên DTP'ê hatibû danîn, di 1ê Sibata 2010an de di kongreya BDPê de Selahattin Demirtaş ji 288 dengan, 288 deng wergirt û Selahattîn Demîrtaş ku wek Serokê Giştî yê BDP'ê hate hilbijartin. Demirtaş di destpêkê ve di Pêvajoya Çareserîyê de ku destpêka hevdîtinên Osloyê yên sala 2009an de hatin dîtin, rolekî çalak girt ser xwe. Bi awayekî çalak tevlî doza Komkujiya Roboskî û dozên KCK'ê bû. Di nava 5 salên darizandinên KCK'ê yên li ser mijarên weke serbestberdana parastina Kurdan û kurtkirina dema dirêj a binçavkirinê de, bû dengê pêşeng. Di hilbijartinên 2011an de weke namzetê serbixwe yê Colemêrgê ku partiya wî û Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê piştgirî dida wî, weke parlamenter hat hilbijartin.[9]

Hevserokatiya HDPê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema hevserokatiya HDPê, Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag

Di sala 2012an de bi kadroyên BDPê yên derbasî HDPê bûn re jibo ku avabûneke siyasî ya berfirehtir pêk were Di 22ê Hezîrana 2014an de tevî Fîgen Yuksekdag ji bo Hevserokatiya HDPê hat hilbijartin. Dema hevserokê HDPê de bû namzet ji aliyê partiya xwe ve ji bo Hevserokatiyê hate hilbijartin. Di 7ê Hezîrana 2015an de ji aliyê partiya xwe ve weke berbijêrê parlemana Stenbolê bo hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê hate hilbijartin.[10]

Hilbijartinên serokkomariyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hilbijartina sala 2014an[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Selahattin Demîrtaş di sala 2015an de dema ku di mîtînga "Em ê aştiyê ava bikin" ya Bloka Aştiyê ya Stenbolê de diaxive.

Selahattîn Demîrtaş, yek ji 3 berbijarên ku di Tebaxa 2014an de cara yekê bi referandumê beşdarî hilbijartina serokomariyê bibû, bi rêjeya ji sedî 9,76 ê dengan stand û namzeta 3yem ya ku herî deng standiye.[11]

Di dema kampanyaya hilbijartinê de TRT 1, TRT Turk, TRT Avaz û TRT Avaz û RTUK'ê serî li dadgehê da TRT Haber, TRT 1, TRT Avaz û RTUK'ê, Demîrtaş ani ziman ku di dema kampanya hilbijartinê de bi têrkerî wext jê re veneqetand, rexne kir. Di dema xebatên hilbijartinê de rexneyên xwe yên li ser dema TRT'ê ya ji bo namzetan bi gotinên "TRT xulamê we ye, bila bi şev û roj bixebite" anî ziman û rexne li Recep Tayyîp Erdogan kir ku jibo pêşniyara xwe ya ji bo bernameya televîzyonê ya zindî neda û got, "Eger hûn vê zilm dibînin ku destên xwe bidin destê me, silavê bide me, hûn ê çawa bibin serokê her kesî?" Jiber ku HDP bi awayekî diyarî mafê jinan diparêze, yek ji axaftinên Demirtaş ya balkêş ev bû; "Nîvê hilbijêran jin in. Ew ê ji sedî 50 û 1 ê qezenc bike. Pêdiviya me bi zilamekî heye. Ez ê dengê xwe bidim xwe" Ev gotin bû gotina herî navdar ên kampanya wî[12]

Hilbijartina sala 2018an[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Selahattin Demirtaş li ser biryara HDPê bû namzetê serokomariya sala 2018an hate nîşandan. Demîrtaş bi alikariya ya parêzerên xwe hemî kampanyaya xwe ya serokkomariyê li ser malpera xwe ya twîtterê[13] û carek jî, di girtîgeha Edîrne yê de beşdarî bernameya TRTyê bû û di derbarê kampanya xwe ya serokkomariyê axivî.[14] Selahattin Demîrtaş di axaftinekî xwe de di derbarê pirsgirêka Kurd wiha anî ziman; "Ne pêkane ku mirov li ser rê bimeşin û bi têgihiştinên ku HDP'ê ji nedîtî ve tên û weke bela li wan tê kirin, qala çareseriya pirsgirêkan bikin. Em di çareserkirina pirsgirêkên welat û civakê de xwedî helwesteke rêgez û exlaqî ne. Di vê çarçoveyê de deriyê me li kesî nayê girtin. Siyaset ne tolhildan e, çareserî ye."[15]

Statîstîkên hilbijartinan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hilbijartina serokkomariyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka hilbijartinê Deng Rêjeya ji sedî ya dengan Partiya siyasî Nexşe
2014 3,958,048 9.76% Partiya Demokratîk a Gelan
2018 4,205,794 8.40% N/A

Parlementerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka hilbijartinê Deng Rêjeya ji sedî ya dengan Hevserok Partiya siyasî Nexşe
Hezîrana 2015an 6,058,489 13.12% Figen Yüksekdağ Partiya Demokratîk a Gelan
Mijdara 2015an 5,148,085 10.76%

Herêmî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka hilbijartinê Deng Rêjeya ji sedî ya dengan Partiyên siyasî Nexşe
2014 2,611,127 6.29% Partiya Aştî û Demokrasiyê
Partiya Demokratîk a Gelan

Girtina wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kampanyaya siyasî li dijî siyasetmedar û rêxistinên kurd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di çarçoveya kampanyayeke siyasî ya giştî ya li dijî dijberên siyasî de - bi piranî li dijî siyasetmedar û çalakvanên kurd - Demirtaş, hevserok Fîgen Yuksekdag û 9 parlamenterên din ên HDPê di 3ê Mijdara 2016an de hatibûn girtin.[16][17][18] Demirtaş bi "propagandaya terorê û endamtiya rêxistina terorê ya çekdar (PKK)" hat sûcdarkirin.[19][20][21]

Ev kampanyaya li dijî dijberên siyasî bi talîmata hikûmeta Erdogan pêk hatibû. Di heman demê de 15 dezgehên ragihandinê yên alîgirê kurdan, ku di nav wan de rojnameya rojane Özgür Gündem û ajansa nûçeyan a Dîcle Haber Ajansı (DIHA) jî hebûn, hatin girtin û bi sedan saziyên sivîl hatin qedexekirin[22]

Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Sibata 2017an de Demîrtaş serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. Ji ber binçavkirinên siyasî (û girtina saziyên kurdan) Demîrtaş di sibata 2017an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Piştre DMMEyê daxwaza serbestberdana demildest a Selahattin Demirtaş û tazmînatê kir.[23]

Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê di biryarê de wiha tê gotin:

"Dadgeh digihîje wê encamê ku sedemên ku ji hêla rayedaran ve ji bo girtina pêşdarazê hatine destnîşan kirin, di serî de ji bo veşartina sedemên siyasî bûn."

DMMEyê di biryara xwe de diyar kir ku binçavkirina Demîrtaş di dema referandûma sîstema serokatiyê ya sala 2017an a Tirkiyeyê û hilbijartinên Serokkomariyê yên sala 2018an de bi mebesta tepeserkirina pirdengiyê û sînordarkirina azadiya nîqaşên siyasî bû. Li gorî DMMEyê, di nav tiştên din de mafê azadiya îfadeyê û mafê azadî û ewlehiyê hatiye binpêkirin. Divê dewleta Tirkiye jî ji bo xisarên madî, zerarên ne madî û tazmînata lêçûnê bi giştî 60 hezar û 400 euro bide Demîrtaş.[24][25][26] Biryara DMME ya Tirkiyê hê jî nehatiye cîbicîkirin.

Di 31ê kanûna paşîn a sala 2023an dema ku ew di girtîgehê de bû bavê wî Tahîr Demairtaş koça dawî dike.[27] Hatiye ragihandin ku Selahattin Demirtaş şîna bavê xwe di hucreya xwe ya girtîgehê de digire û daxwaza beşdar bûna cinazeyê bavê xwe nekiriye.[28]

Xelatên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Xelata bêtirsiya siyasî ya taybet a Progressive Alliance Awardsê (2019-Swêd)[29]
  • Xelata mafên mirovan a Wimarê (2021-Almanya)[30]

Jiyana taybet[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Selahattin Demirtaş, di 2002an de bi Başak Demirtaş re zewicî û du keçên wan yên bi navê Delal û Dilda hene.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Selahattin Demirtaş kimdir? İşte Demirtaş'ın hayatı". www.sozcu.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  2. ^ "Turkey's top Kurdish politician to run for president from behind bars - Al-Monitor: Independent, trusted coverage of the Middle East". www.al-monitor.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  3. ^ "HUDOC - European Court of Human Rights". hudoc.echr.coe.int. Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  4. ^ "Selahattin Demirtaş'ın bilinmeyenleri! Muharrem Sarıkaya yazı dizisi | Gündem Haberleri". web.archive.org. 5 adar 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 adar 2016. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ Gazetesi, Evrensel. "Selahattin Demirtaş kimdir? Selahattin Demirtaş ne zaman tutuklandı?". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2021.
  6. ^ "Demirtaş'a hapis cezası! - Politika Haberleri - Radikal". web.archive.org. 24 îlon 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 îlon 2015. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  7. ^ "Özgeçmiş / Cumhurbaşkanı Adayı Selahattin Demirtaş". web.archive.org. 9 gulan 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 gulan 2015. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  8. ^ Gazetesi, Evrensel. "Selahattin Demirtaş kimdir? Selahattin Demirtaş ne zaman tutuklandı?". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2021.
  9. ^ Gazetesi, Evrensel. "Selahattin Demirtaş kimdir? Selahattin Demirtaş ne zaman tutuklandı?". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2021.
  10. ^ Gazetesi, Evrensel. "Selahattin Demirtaş kimdir? Selahattin Demirtaş ne zaman tutuklandı?". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2021.
  11. ^ Gazetesi, Evrensel. "Selahattin Demirtaş kimdir? Selahattin Demirtaş ne zaman tutuklandı?". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2021.
  12. ^ Gazetesi, Evrensel. "Selahattin Demirtaş kimdir? Selahattin Demirtaş ne zaman tutuklandı?". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2021.
  13. ^ "Profîla twîtterê a Selahattîn Demîrtaş".
  14. ^ "Demirtaş'ın TRT Konuşmasının Tam Metni". Bianet - Bagimsiz Iletisim Agi. Roja gihiştinê 25 kanûna paşîn 2021.
  15. ^ "Demirtaş: Sadece seçim döneminde değil tümüyle silahlar susmalı". BBC News Türkçe (bi tirkî). Roja gihiştinê 25 kanûna paşîn 2021.
  16. ^ "ZEIT ONLINE | Lesen Sie zeit.de mit Werbung oder im PUR-Abo. Sie haben die Wahl". www.zeit.de. Ji orîjînalê di 5 adar 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  17. ^ Welle (www.dw.com), Deutsche. "Türkische Polizei nimmt führende Kurden-Politiker fest | DW | 03.11.2016". DW.COM (bi almanî). Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  18. ^ "Selahattin Demirtaş'tan tutukluluğunun 4. yılında mesaj: Direniyoruz, başarıyoruz, kazanıyoruz". BBC News Türkçe (bi tirkî). Roja gihiştinê 27 kanûna paşîn 2021.
  19. ^ "Türkei: Chefs der prokurdischen HDP festgenommen". Der Spiegel (bi almanî). 4 çiriya paşîn 2016. Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  20. ^ "HDP-Spitze in Haft: Steinmeier bestellt türkischen Geschäftsträger ein - WELT". DIE WELT (bi almanî). Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  21. ^ "Türkei: Polizei führt Chefs der prokurdischen Partei HDP ab - WELT". DIE WELT (bi almanî). Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  22. ^ Zeitung, Süddeutsche. "Türkei: Weitere pro-kurdische Medien per Dekret geschlossen". Süddeutsche.de (bi almanî). Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  23. ^ Steinvorth, Daniel. "Erdogan-Gegner Demirtas: Gericht fordert Freilassung | NZZ". Neue Zürcher Zeitung (bi almanî). Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  24. ^ "AİHM Büyük Dairesi Demirtaş Kararını Açıkladı". Amerika'nin Sesi | Voice of America - Turkish (bi tirkî). Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2020.
  25. ^ Daventry, Michael (22 kanûna pêşîn 2020). "Human rights court orders Turkey to release Kurdish leader Demirtaş". euronews (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2020.
  26. ^ "EGMR-Urteil: Selahattin Demirtas muss aus Haft entlassen werden". Der Spiegel (bi almanî). 22 kanûna pêşîn 2020. Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  27. ^ "Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 31 kanûna pêşîn 2023.
  28. ^ "Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 31 kanûna pêşîn 2023.
  29. ^ "Avrupa'dan Selahattin Demirtaş'a ödül". Independent Türkçe (bi tirkî). 16 çiriya paşîn 2019. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2021.
  30. ^ Welle (www.dw.com), Deutsche. "Selahattin Demirtaş'a Weimar İnsan Hakları Ödülü | DW | 22.07.2021". DW.COM (bi tirkî). Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2021.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]