Seleteya heştpêyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Seleteya heştpêyê

Seleteya heştpêyê, seleteya axtepotê seleteyeke bitehm e û ji goştê heştpêyê tê çêkirin.

Derbareyê heştpêyê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heştpê an axtepot (ji grekî, Ὀκτάπους), ajaleke deryayî li filûma molûskan a heşt an jî deh piyan e. Axtepot hov e û bi piyên xwe nêçîra xwe digire. Kurka wê tijî aveke mîna hibrê ye. Li dijî êrîşekê, ji bo ku xwe veşêre, vê hibrê dipijiqîne. Heştpê ajaleke deryayî ya sîfalode yan pêserîyane ji cînûsa Octopus sp., ku der dorî 286 cureyan jê hene.

Di kurdî/îraniya kevn de ji lingê (nig) re pa, pad tê gotin. Ev bêje hêj jî di kurdî de zindî ye, , dest-pê hwd. Di zimanên rojavayî de herwiha cih digire, koka wê yek. Koka bêjeya heştê jî di zimanê îndogermaniyan (hind û ewropayî) de yek e, eight, acht, heşt. Ango hêştpê û axtepot yek in.

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Heştpêya xwe amade bikin (heger teze ye). Bi tevî 4 ta bexdenûs û 1 dendik sîrê têxin quşxaneyê. Avê bikin ser û heya nermijî bû bikelînin.
  2. Axtepota we ya keliyaye, hûr hû tîke bikin û têxin binikek mezin. Şeraba spî pê werbikin.
  3. Ji bo amadekirina sosa wê, rûnê zeytê, ava lîmonê, 2 dendik sîra kutayî, xwê û îsot pêwîst e û wan di badiyekê de tevdin.
  4. Pîvaz û bexdenûsa hûrkirî bikin ser goştê xwe. Bi zeytûn, firîngî, gelaz (gilyaz) û qalikê lîmonê yê tîkekirî bixemilînin. Helbet hûn dikarin xemla xwe dewlemend bikin.
  5. Sosa we amade kiribû berdin serê û bo xwarinê têxin binikên servîsê, bînin ser destexaneyê (sifreyê).