Seleteya pelên îsotê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Seleteya pelên îsotê, seleteya belgên bîberê ji seleteyên parêzê yên pêjgeha kurd e.

Kesên parêzê digirin, ango di parêzgirtinê de ne, xwe ji xwarin-vexwarinên bibez, birûn dûr digirin. Lewra kolesterola nepak barê dil û damaran giran dike. Damar bi plakên kolesterînê teng dibin, xetereya felc (falinc) û mirina masûlkeyên dil derdikeve holê. Îro li erdxanê (dinya) bi milyonan kes parêzê digirin.

Bertevî (melzemeyê tevlîkirinê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 kg pelên bîberê yên teze yan jî di sarincê de bi tezetî hatiye qerisandin (cemidandin).
  • 1 SÇ (stekana çayê) rûnê zeytê
  • Xwê (solin)
  • 2 KŞ (kevçiyê şîraniyê) sirke
  • 3-4 dd (dendik) sîr
  • 2 KX (kevçiyê xwarinê) şekir

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pelan ziravane hûr bikin, bixaşînin. Aka keskbûyî birijînin, bi ava zelal bişon, bidarivînin.

Sîrê bikutin, berdin badî yan tasekê. Rûnê zeytê, şekir, sirke, xwêyê tevlî bikin, çêncekê (sos) çêbikin.

Pelên xaşandî li binikên servîsê parve bikin, sosa xwe berdin ser. Li ser daxwazê dikarin hinekê ava lîmonê yan qexdekê biharbêhnê jî bikarbînin.