Selmanî

Selmaniya Jor
Y. Sülmenli
Selmaniya Jor li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Selmaniya Jor
Selmaniya Jor
Koordînat: 38°44′32″Bk 38°14′59″Rh / 38.74222°Bk 38.24972°Rh / 38.74222; 38.24972
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMeledî
NavçeErxewan
NahiyeErxewan (navend)
Bilindahî
1.095 m (3593 ft)
Nifûs
 (2010)
169[1]
Koda postayê
44960
Koda telefonê(+90) 422
Map
biguhêreBelge

Selmanî, Selmaniya Jor (bi tirkî: Y. Sülmenli) yek ji gundên girêdayî Erxewan a Meletîyê ye.

Niştecihên gund pirranî Kurdên Dersîmê ne. Gelek şarezayiyên Kurd li vir desthilatî kirine. Di dema Osmaniyan de wekî tevahiya herêmê, gundê Selmanî jî ji ber Elewîbûna xwe ji Osmaniyan zilm û zordarî dîtine. Ev yeka han, bi damezrandina Komara Tirkiyê ve bi navê "Laîsîzm" assîmîlasyona gelê herêmê jî hêsantir dike. Bi destê hin pîr (serokên civatên Elewiyan) û dedeyan û hin malbatan jî tên meşandin. Tê gotin ku piştî Komkujiya Ermeniyan dewleta Tirk gelek milk û pere daye hin malbat û pîran. Li herêmê bandora pişavtinê gelek mezin e.

Gel xizan e û gund koçberî dide. Nifûsa wê niha li dora 300 kesî ye. Aborî pirranî li ser çandiniyê ye. Di sala 1985'î de bi alîkariya Almanya li gund bo cara yekemîn dibistan tê çêkirin.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe[2]
2008 177[3]
2000 222
1990 271
1985 359

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]