Sema Yüce

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Sema Yüce (Serhildan) hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Sema Yüce

Sema Yüce çalakvaneke siyasî ya kurd bû ku di sala 1971ê de li gundê Qerxelixa Şêx Remezan a bi ser navçeya Dûtaxa Agiriyê ve ji dayikê xwe bûye. Dibistana Seretî li gundê xwe ya navendî li Tûtakê û dibistana amadehiyê jî li Agiriyê xwend. Ji bona zanîngehê diçe Enqerê û li vir bi rêxistina PKKê re dikeve têkiliyê. Di sala 1991ê de ji Mêrdînê tevlî refên rêxistina navhatî dibe[çavkanî pêwîst e].

Di gulana 1992an de diçe Serhedê[çavkanî pêwîst e]. Piştî çend mehan li navenda bajarê Agirî tê girtin û Dadgeha Tirkiyê 22 sal cezayê zindanê lê dibire û dişîne zindana Nevşehirê. Pişt re jî nefî zindana Çanakkaleyê dikin[çavkanî pêwîst e].

Sema Yüce, di Newroza sala 1998an de agir bi bedena xwe dide û di 17ê hezîrana 1998an de jiyana xwe ji dest da[1].

Çavkanî[biguherîne]