Sendroma Stokholmê
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (kanûna pêşîn 2025) |
Sendroma Stokholmê | |
|---|---|
Dîmenek ji avahiya Kreditbanken, Banka Krediyê ya berê li qada Norrmalmê ya Stokholmê. | |
| Dewlet | Swêd |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Sendroma Stokholmê têgehek e ku rewşa psîkolojîk a di dema pêwendiya di navbera dîlgirtî û kesê ku ew dîl girtiye de çêdibe vedibêje û têgeh dikare wekê pêkhatina sempatî, evîn û empatiyê were ravekirin.[1][2] Dergetina têgehê di dema hewldanekê şêlandina bankeyekî ku di sala 1973an de li qada Norrmalmê ya bajarê Stokholm, Swêdê pêk hatiye de derketiye ku di dema şêlandina bankeyê de çar kes di nav bankeyê de dîl hatibûn girtin ku paşê van kesan red kirin ku li dijî şêlekaran şahidiyê bikin.[3]
Bûyer û binavkirina sendromê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 1973an de Jan-Erik Olsson ku girtiyekî bi berdana bi şert hatibû berdan, di dema şêlandina bankeyê ya serneketî ya Kreditbanken ku yek ji mezintirîn bankayên Stockholmê bû de çar karmend (sê jin û yek jî mêr) dîl girtibûn. Wî dema şêlandinê de dixwaze ku hevalê wî Clark Olofsson ji girtîgehê were berdan ku alîkariya wî bike. Şêlakaran kermendên bankeyê şeş rojan (23-28ê tebaxê) di nav yek ji depoyên bankê de dîl girtibûn.
Piştî ku polîsên Stokholmê ji bo analîzkirina bertekên qurbaniyan ên li hember şêlandinê û rewşa wan ji Nils Bejerot ku krîmînolog û psîkiyatrîstekî swêdî ye, alîkarî xwestiye wî vê têgehê bi nav kiriye. Bejerot, ne di dema bûyerê de û ne jî piştî bûyerê, qet bi dîlgirtiyan re hevdîtinan nekiriye, bi wan re neaxivî û name nenivîsandiye lê dîsa jî nexweşiyeke ku wî bi nav kiribû li wan teşhîs kiriye. Bejerot piştî serbestberdana dîlan di bernameyeke nûçeyan de axivî û diyar kiriye ku bertekên dîlgirtiyan encama şûştina mejiyê wan e ku ji aliyê dîlgirên wan ve pêk hatiye. Nils Bejerot di depêkê de sendromê bi navê Norrmalmstorgssyndromet ku tê wateya "Sendroma Qada Norrmalmê" ku hewldana şêlandinê li vî qadê pêk hatibû. Sendrom piştre li derveyî Swêdê wekê "Sendroma Stokholmê" hatiye naskirin.[4]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ King, David (4 tebax 2020). Six Days in August: The Story of Stockholm Syndrome (bi îngilîzî). National Geographic Books. ISBN 978-0-393-63508-9.
- ^ Jameson, Celia (1 çiriya pêşîn 2010). "The "Short Step" from Love to Hypnosis: A Reconsideration of the Stockholm Syndrome". Journal for Cultural Research. 14 (4): 337–355. doi:10.1080/14797581003765309. ISSN 1479-7585.
- ^ Adorjan, Michael; Christensen, Tony; Kelly, Benjamin; Pawluch, Dorothy (1 tebax 2012). "Stockholm Syndrome as Vernacular Resource". The Sociological Quarterly. 53 (3): 454–474. doi:10.1111/j.1533-8525.2012.01241.x. ISSN 0038-0253.
- ^ New Scientist.