Serêş

Serêş behsa hestên êşê yên li devera serî dike. Ew cure êş ji ber acizbûna pêkhateyên hestiyar ên li hember êşê yên di nava serî de (wekî serkilox, perdeyên mejiyê, damarên xwînê yên mêjî, demarên serî an jî beşên jorîn ên demarên stûna piştê) çêdibe. Tevna rastîn a mêjî (ku beşek ji sîstema demarên navendî ye) li hember êşê ne hestiyar e. Li gorî dabeşkirina ICD-10 (kodên R50–R69), serêş wekî sîmptomeke giştî tê polenkirin.
Sebeb
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zêdetirî 200 cureyên serêşê hene. Hin ji wan bêzerar in û hinên din jî metirsiyê li ser heyatê çêdikin. Terîfkirina serêşê û encamên muayeneya newrologî diyar dikin ka pêdivî bi testên zêdetir heye an na û ka kîjan rêbaza dermankirinê pirtir çêtir e.[1]
Serêş bi berfirehî wekî "seretayî" an "duyemî" têne dabeş kirin. Serêşên seretayî serêşên sivik û dubare ne ku ji ber nexweşiya bingehîn an pirsgirêkên avahîsaziyê çênabin. Bo mesele, mîgren cureyek serêşa seretayî ye. Her çend serêşên seretayî dikarin bibin sedema êş û seqetiya rojane ya giring, lê ji hêla fizyolojîkî ve ne xeternak in. Serêşên duyemî ji ber nexweşiyek bingehîn çêdibin, wek enfeksiyonek, birîndarbûna serî, nexweşiyên damarî, xwînrijandina mêjiyê, acizbûna mîdeyê, an tumora mêjî. Serêşên duyemî dikarin xeternak bin. Hin "alayên sor" an sîmptomên hişyariyê nîşan didin ku serêşek duyemî dikare xeternak be.[2]
Epîdemolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Lêkolînên li ser mijarê nîşan didin ku nêzîkî %64–77ê mezinan di qonaxeke heyata xwe de tûşî êşa serî bûne. Her sal, bi navînî, %52-65ê însanan rastî serêşî tên. Lêbelê, belavbûna êşa serî li gorî awayê pêkanîna lêkolînê gelek diguhere; lêkolînan rêjeya belavbûna wê di tevahiya heyatê de di navbera %8 (kêmtirîn) û %96 (zêdetirîn) de destnîşan kirine.[3] Piraniya van serêşan ne xeternak in. Tenê nêzîkî %1–5ê wan kesên ku ji ber serêşî li beşa lezgîn a nexweşxaneyê didin, xwediyê sebebeke bingehîn a cidî ne.[4]
Zêdetirî %90ê serêşî ji cureyê seretayî ne. Piraniya van şerêş yên seretayî, êşên ji cureyê tansiyonê ne.[3] Piraniya kesên ku bi serêş ya cureyê tansiyonê dikişînin, xwediyê êşeke "demkî" (epîsodîk) ne ku tê û diçe.[3] Tenê nêzîkî %1ê mezinan xwediyê serêşê yên tansiyonê a "kronîk" ne ku tê de êşa serî di mehê de zêdetirî 15 rojan berdewam dike.[3]
Nêzîkî %14-15ê însanên li cîhanê tûşî mîgrenê dibin û ew yek wê dike duyê cureyê herî belav ê serêşê.[3] Mîgren di nav jinan de ji mêran pirtir tê dîtin û herî zêde di serdema destpêk û nîvê temenê mezinbûnê de rû dide.[3] Bo mesele, li Ewropa û Amerîkaya Bakur, %5-9ê mêran û %12-25ê jinan tûşî mîgrenê dibin.[3]
Serêşên komî (cluster headaches) kêm tên dîtin. Ew li seranserê cîhanê tesîrê li yek kes ji her hezar kesan dikin.[5] Serêşên komî nêzîkî sê caran zêdetir tesîrê li mêran dikin li hemberê jinan.[3]
Tarîx
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Yekê sîstema dabeşkirinê ya qeydkirî ji aliyê Aretaeusê Kapadokyayî ve ku zanyarekî bijîşkiyê yê serdema kevn a yewnan-romayî bû, hate weşandin. Wî di navbera sê cureyên cuda yên serêşî de cudahî danî: i) cephalalgia ku behsa serêşî ya ji nişka ve dest pê dike û demkî ye dike; ii) cephalea ku behsa cureyeke kronîk a serêşê dike; û iii) heterocrania ku êşeke serî ya bi qeyran (paroksîzmal) e û tenê li aliyekî serî rû dide. Sîstemeke din a dabeşkirinê ku dişibe yên nûjen, di sala 1672an de ji aliyê Thomas Willis ve di esera wî ya bi navê De Cephalalgia de hate weşandin. Di sala 1787an de, Christian Baur bi giştî serêşan li ser du beşan dabeş kir: îdîopatîk (serêşên seretayî) û semptomatîk (serêşên duyemî), û 84 kategorî diyar kir.[6]
Zarokan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bi giştî, zarok jî heman cureyên serêşê yên mezinan dijîn, lê dibe ku sîmptomên wan hinekî cuda bin. Rêbaza teşhîskirina serêşê li cem zarokan dişibe ya mezinan. Lêbelê, dibe ku zarokên biçûk nikaribin êşa xwe bi awayekî zelal bi gotinan bînin ziman.[7] Eger zarokekî biçûk bêhnteng an bêaram be, dibe ku serê wî diêşe.[8]
Çaxa zarok ji serêşê gilî dikin, gelek dêûbav ji ber metirsiya tûmora mêjiyê nîgeran dibin.[9] Bi gelemperî, serêşî yên ku ji ber girêyên mêjî çêdibin, însan bêhêz dikin û bi vereşînê re têne dîtin. Lêkolînekê destnîşan kir ku taybetmendiyên têkildarî tûmora mêjiyê li cem zarokan ew in: serêşî ya ku zêdetirî 6 mehan dikişîne, serêşî ya têkildarî xewê, vereşîn, tevliheviya hiş, nebûna sîmptomên dîtinê, nebûna tarîxa malbatî ya mîgrenê û encamên neasayî yên muayeneya newrologî.[10]
Hin tedbîr dikarin alîkariya pêşîlêgirtina serêşiya zarokan bikin. Vexwarina gelek avê di nava rojê de, dûrketina ji kafeînê, xeweke têr û birêkûpêk, xwarina xwarinên hevseng di çaxên guncaw de, û kêmkirina stres û çalakiyên zêde dikarin pêşî li serêşê bigirin. Rêbazên dermankirinê yên ji bo zarokan dişibin yên mezinan, lêbelê divê hin dermanên taybetî, wekî narkotîkan, nedin zarokan.[9]
Zarokên ku bi serêşî ne, ne lazim e ku di temenê mezinbûnê de jî serêşiya wan hebe. Di lêkolînekê de li ser 100 zarokên ku serêşiya wan hebû, piştî heşt salan %44ê wan ên bi serêşê ya ji ber tansiyonê (tension headache) û %28ê wan ên bi mîgrenê, êdî serêşa wan nemabû. Di lêkolîneke din de li ser kesên ku bi serêşê ya kronîk a rojane dikişandin, piştî du salan %75ê wan êdî bi vê êşê re rûbirû nemabûn, û piştî heşt salan jî ew rêje gihîştibû %88ê.[11]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Scottish Intercollegiate Network (çiriya paşîn 2008). Diagnosis and management of headache in adults. Edinburgh: NHS Quality Improvement Scotland. ISBN 978-1-905813-39-1. Ji orîjînalê di 19 nîsan 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 tîrmeh 2010.
- ↑ Goadsby PJ, Raskin NH (2012). "Chapter 14. Headache". Bi Longo DL, Fauci AS, Kasper DL, Hauser SL, Jameson J, Loscalzo J (edîtor). Harrison's Principles of Internal Medicine (Çapa 18). New York, NY: McGraw-Hill. ISBN 978-0-07-174890-2.
- 1 2 3 4 5 6 7 8 Stovner LJ, Hagen K, Jensen R, Katsarava Z, Lipton R, Scher A, Steiner T, Zwart JA (adar 2007). "The global burden of headache: a documentation of headache prevalence and disability worldwide". Cephalalgia. 27 (3): 193–210. doi:10.1111/j.1468-2982.2007.01288.x. PMID 17381554. S2CID 23927368.
- ↑ Mattu M, Goyal D, Barrett JW, Broder J, DeAngelis M, Deblieux P, Garmel GM, Harrigan R, Karras D, L'Italien A, Manthey D (2007). Emergency medicine: Avoiding the pitfalls and improving the outcomes. Malden, MA: Blackwell / BMJ Books. r. 39. ISBN 978-1-4051-4166-6.
- ↑ Fischera, M.; Marziniak, M.; Gralow, I.; Evers, S. (hezîran 2008). "The incidence and prevalence of cluster headache: a meta-analysis of population-based studies". Cephalalgia: An International Journal of Headache. 28 (6): 614–618. doi:10.1111/j.1468-2982.2008.01592.x. ISSN 1468-2982. PMID 18422717.
- ↑ Levin et al. 2008, r. 60.
- ↑ Rothner AD (hezîran 1995). "The evaluation of headaches in children and adolescents". Seminars in Pediatric Neurology. 2 (2): 109–118. doi:10.1016/s1071-9091(05)80021-x. PMID 9422238.
- ↑ Schultz BE, Macias CG (2011). "130: Headaches in Children". Bi Tintinalli JE, Stapczynski J, Ma O, Cline DM, Cydulka RK, Meckler GD (edîtor). Tintinalli's Emergency Medicine: A Comprehensive Study Guide (Çapa 7). New York, NY: McGraw-Hill. Ji orîjînalê di 23 kanûna pêşîn 2016 de hat arşîvkirin.
- 1 2 Schultz BE, Macias CG (2011). "130: Headaches in Children". Bi Tintinalli JE, Stapczynski J, Ma O, Cline DM, Cydulka RK, Meckler GD (edîtor). Tintinalli's Emergency Medicine: A Comprehensive Study Guide (Çapa 7). New York, NY: McGraw-Hill. Ji orîjînalê di 23 kanûna pêşîn 2016 de hat arşîvkirin.
- ↑ Medina LS, Kuntz KM, Pomeroy S (tebax 2001). "Children with headache suspected of having a brain tumor: a cost-effectiveness analysis of diagnostic strategies". Pediatrics. 108 (2): 255–263. doi:10.1542/peds.108.2.255. PMID 11483785.
- ↑ Wang SJ, Fuh JL, Lu SR (tebax 2009). "Chronic daily headache in adolescents: an 8-year follow-up study". Neurology. 73 (6): 416–422. doi:10.1212/WNL.0b013e3181ae2377. PMID 19605771. S2CID 32419124.