Serdar Roşan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.


Serdar Roşan
Jidayikbûn1958 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Serdar Roşan nivîskar, wergêr, helbestvan û çîroknivîsekî kurd e. Bi eslê xwe ji Diyarbekirê ye. Heya sala 1982an li Kurdistanê ma û di dawiya wê salê de çû Swêdê. Ji wê salê bi vir de li Stockholmê dijî. Bi edebiyatê ve mijûl dibe û di malpera Nefel.comê de kunciknivîs e[çavkanî hewce ye]. Heya niha neh kitêbên wî hatine weşandin. Wî hejmarek ji berhemên nivîskarên biyanî yên binavûdeng weke Ernest Hemingway, Guy de Maupassant (fr), Jack London û Miguel de Cervantes wergerandiye ser kurmanciyê.

Berhemên wî ev in[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Dara gûzê (Novel, Weşanên Doz, Stembol)
  • Bazên welat (Şiîr, Weşanên Doz, Stembol
  • Çîrokên hezar û şevekê (Çîrok, Weşanên Nûdem, Swêd)
  • Mircana qelew, Guy de Maupassant (Werger, Novel, Nûdem)
  • Bi xatirê sîlehan, Ernest Hemîngway (Werger, roman, weşîner: Nûdem)
  • Novelên cîhanê (Werger, novel ji gelek nivîskarên nawneteweyî, Weşîner: Weqfa kurdî ya li Stockholmê)
  • Destanên kurdî (Amedekar: Serdar Roşan, Reşo Zîlan, Ji zargotina kurdî, Weşîner: Weqfa Kurdî ya li Stockholmê)
  • Don Quijote (Don Kişot) Cervantes (Werger, Weşanên Doz, Stembol)
  • Xencer (Şiîr, Weşanên Doz, Stembol)
  • Don Kîşot-2 Cervantes (Werger, Weşanên Doz, Stembol)