Serdema Bronzê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Hin amûrên giştî yên ku heta domahiya serdema bronzê hatine çêkirin.

Serdema bronz an jî Serdema tûnc, navê demekê ye ku mirov ji amêjena  bronzê amûr çêdikirin.[1] Bronz bi asas awêteya pîl û sifirê ye. Kereseyên wekî kevir û darîn jî ji bo amûran dihatin bikaranîn belam bronz hem ji bo birîn û qesifandinê ji din çêtir bûn û dirûvdan (şekildan) jî hêsantir bû.Serdema bronzê li her cih bi heman demê de nebûn. Çunkî hawîş ji hev dûr bûn û di navbera wan de têkilî hê çênebû bûn. Serdema bronzê li rojavaya Ewropayê di navbera  salên 2000 û 800 a beriya zayînê de dom kir. Belam serdema bronzê li Mezopotamyayê di beriya zayînê sala 3300an de dest pê kiri bû.[2]

Bastannas, wiha difikirin ku mirov di serdema bronzê de ji berê tertîptir bûn. Çunkî çêkirina amûrên metal pir zor bû û hewcetî pê hin hunerwerî dibûn. Ev mirovên ku xwediyê van hunerweriyan bûn, ji mirovên din girîngtir bûn. Ev amûrên metal ên nû hate firotin an jî standin û bi vî awayî bazirganî di navbera mirovan de hate kirin.

Piştî çêkirina amûrên hesin, dawî li serdema bronzê hat û serdema hesinê dest pê kir. Sedema destpêkirina serdema hesinê ev bû ku dîtina pîl ji dîtina hesinê zortir bû. Sedema din jî amûrên sifir pir nerm bû û sûdmend nebûn.

Çandinî[biguherîne]

Dîmenekê çandinî ya xelkê misirê.

Di serdema bronzê de xwirdeyên yawanî (direwîn) êdî parçeya girîng a diyetê nebûn. Çandinî di wexta sumeriyan de dest pê kiri bû.

Çandinî ji nêçîrvanî pirtir ji mirovan re destek didan.diramet, ji bo dan û standin û bikaranîna zivistanê, dikaribûn bên veşartin.

Xelkên mezopotamyayê ji bo axên çandinî yên kêrhatî di navbera xwe de şer kirin û bi vî awayî jî şahînşahî derketin holê. Piştî demeke kin xelkê misirê ku li geliyê Nîl ê berdar de dijîyan, gelheya xwe zêde kirin. Bi vî awayî jî ew hejmara şervanên xwe jî zêde kirin û ev hejmar ji bo berfirehkirina şahînşahê sê qat ji şahînşahê sumeriyan zêde bûn. 

Li Sumerê ceh dirameta yekem bû. Li ber ceh genim, sêv, tirî û xurme jî dihatin gihandin. Çandiniya mezopotamyayê ji aliyê çemên dîcle û firatê ve dihatin sînordarkirin û destekirin. Sêlav ji berfên ku di serê bihar û havînê de li ser çiyayên bakurê kurdistanê dibariyan, pêk dihatin.

Mêşin û bizin bi giştî ji bo goşt, şîr, rûn û pênîrê hatin kêdîkirin. Bajerê mezin yê bi navê Ur qadekê nêzîkî 50 hektarî cih digirtin.Ew xwediyê 10.000 ajalê bûn. Gelheya bajarê 6.000 kes bûn û hêza karkirinê ya 3.000 kesî yê wê jî hebûn. Digel vê jî xakeke 3.000 donimî ya şarê Ur çandî bû.

Galerî[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Childe V.G. 1930. The bronze age. New York: Macmillan.
  2. Pernicka E. et al 2003. Early Bronze Age metallurgy in the northeast Aegean. In: Wagner G.A., Pernicka E. and Uerpmann H-P. (eds) Troia and the Troad: scientific approaches, natural science in archaeology. Berlin; London : Springer, 143–172.ISBN 3-540-43711-8

Girêdanên derve[biguherîne]