Neolîtîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Serdema Neolîtîk hat beralîkirin)

Neolîtîk, Çaxa kevirî ya nû an jî Serdema kevirî ya nû çaxeke arkeolojîk a Dinyaya Kevnare û dabeşkirina dawî ya Çaxa kevirî ye. Tevî ku di Paleolîtîkê de çend cinsên însanan hebûn, heta Neolîtîkê tenê Homo sapiens sapiens maye.[1] (Dibe Homo floresiensis heta destpêka neolîtîkê, nêzîkî 12.200 sal berê, jiyabe.)[2] Ev çaxeke pêşketinên teknolojîk û civakî yên prîmîtîv bû. Neolîtîk di nêz.10.200 b.z. de li hin cihên Rojhilata Navîn dest pê kir, û li deverên din ên dinyayê paşê dest pê kir.[3] Di navbera 4.500 û 2.000 b.z de bi dawî bû. Neolîtîk pêşveçûneke taybetmendî û guherînên tevgerî û kulturî ye ku tê de bikaranîna dehlên kovî û xwemalî û heywanên kedîkirî jî pêk hatine.

Çaxa neolîtîkê bi çandiniyê dest pê kir, ku "Şoreşa Neolîtîkê" çêkir. Çandiniya neolîtîk a destpêkî bi çend cinsên nebatên kedîkirî û kovî, û xwedîkirina kûçik, mih û bizinan re sînordar bû. Di çaxa neolîtîkê de pêşketina gundên ewilî, çandinî, kedîkirina heywanan, amûr, û şerên herî kevn ên qeydkirî pêk hatine.[4] Jîngehên mirovan mayindetir bûn. Xaniyên girover ên ji kerpîçê çêkirî û bi tenê odeyekê li hin ji wan jîngehan de hebûn. Dibe ku dîwarekî kevirî li derdora jîngehan hebûn da ku heywanên kedîkirî tê de xwedî bikin û şêniyan ji eşîrên din biparêzin. Jîngehên ku dûra hatin, xwedî xaniyên kerpîçî ên çargoşeyî ne ku malbatan wê demê di tenê odeyekê de an jî di gelek odeyan de bi hev re dijiyan. Keşfên definkirinê, kulteke bav û kalan dide pêşî ku mirovan kiloxên miriyên xwe diparastin. Kultura Vinčayê dibe ku sîstema nivîsînê ya herî pêşîn çêkiribe.[5] Kompleksên mabeda megalîtîk ên Ġgantija bi bînayên xwe yên gewre berbiçav in. Her çend hin civakên ewrasyayî yên neolîtîka dereng mîrektiyên tebeqekirî ên tevlihev û hetta dewletan ava kiribin jî, dewletên pêşîn li Ewrasyayê piştî derketina metalurjiyê hatine avakirin, û piraniya civakên neolîtîkê bi giştî cikavên sade û wekhevîxwaz bûn.[6] Hejmareke mezin a derziyên ji hestî û qiloçan çêkirî hatine keşfkirin, ku ew ji bo girêdana çermî îdeal in lewra wisa dixuye ku piraniya cilûbergan ji çermên heywanan hatine çêkirin. Kevirên qulkirî ên ku (li gorî mezinahiyê) dibe wek serê girover ê teşiyan an jî giraniya tevnan hatibin bikaranîn hatine keşfkirin[7][8][9] lewra cil û kitanên ji hiriyê çêkirî di dawiya neolîtîkê de[10][11] dibe ku derketibin holê.

Çaxa neolîtîkê bi belavbûna amûrên metalî re (di çaxa paxirî an çaxa bronzî de; an jî li hin deverên cografî di çaxa hesinî de) bi dawî bûye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "World Museum of Man: Neolithic / Chalcolithic Period" (bi îngilîzî). World Museum of Man. Ji orîjînalê di 21 çiriya pêşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 tebax 2013.
  2. ^ Lyras; û yên din. (2008). "The origin of Homo floresiensis and its relation to evolutionary processes under isolation". Anthropological Science (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 1 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2017.
  3. ^ Figure 3.3 from First Farmers: The Origins of Agricultural Societies by Peter Bellwood, 2004
  4. ^ "The Perfect Gift: Prehistoric Massacres. The twin vices of women and cattle in prehistoric Europe" (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 11 hezîran 2008 de hat arşîvkirin.
  5. ^ Winn, Shan (1981). Pre-writing in Southeastern Europe: The Sign System of the Vinča Culture ca. 4000 BC. Calgary: Western Publishers.
  6. ^ Leonard D. Katz Rigby; S. Stephen Henry Rigby (2000). Evolutionary Origins of Morality: Cross-disciplinary Perspectives (bi îngilîzî). United kingdom: Imprint Academic. r. 158. ISBN 978-0-7190-5612-3. Ji orîjînalê di 1 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 tebax 2020.
  7. ^ Gibbs, Kevin T. (2006). "Pierced clay disks and Late Neolithic textile production" (bi îngilîzî). Academia.org. Ji orîjînalê di 1 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 îlon 2013. {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)
  8. ^ Green, Jean M (1993). "Unraveling the Enigma of the Bi: The Spindle Whorl as the Model of the Ritual Disk". Asian Perspectives (bi îngilîzî). 32 (1): 105–124. Ji orîjînalê di 11 sibat 2015 de hat arşîvkirin.
  9. ^ Cook, M (2007). "The clay loom weight, in: Early Neolithic ritual activity, Bronze Age occupation and medieval activity at Pitlethie Road, Leuchars, Fife". Tayside and Fife Archaeological Journal (bi îngilîzî). 13: 1–23.
  10. ^ Harris, Susanna (2009). "Smooth and Cool, or Warm and Soft: Investigatingthe Properties of Cloth in Prehistory" (bi îngilîzî). Academia.edu. Ji orîjînalê di 1 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 îlon 2013. {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)
  11. ^ "Aspects of Life During the Neolithic Period" (PDF) (bi îngilîzî). Teachers' Curriculum Institute. Ji orîjînalê (PDF) di 5 gulan 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 îlon 2013.