Serdema kevnare

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xopanên Foruma Roma

Serdema kevnare an Serdema antîk an Antîk (ji latînî Antiquus) serdemeke dîroknasên Ewropayê ji bo dor Deryaya Navîn salix da ye. Ew ji sedsala 8an b.z. de dest pê dike û heta sedsala 6an p.z. diajo. Di dema Antîkê de bi gelemperî Helen û Împeratoriya Romê serwerî ajotî bû.

Yewnana kevnare[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Yewnanistana kevnare

Dema antîk, weke demekê berî zayinê ku di navbera sedsale 7an û heta sedsale 4an a berî zayinê ye. Ev dem, weke demeka ku tê de felsefeya, matematîk, çand û hwd pêşketîya. Gotina demokrasiyê jî, ku li ser koka "demos" û "krîtos" ava ya, ji wê demê ya. Ev dem, di vê demê de, zanyar û filosofên weke Talês, Demokrîtos, Haraklîtos, Arîstotelês, Sokratês, Platon û hwd ku derketina na. Çînîkirina têgihiştinê û awayên wê û lêkolînên weke ên li ser ´atom´ê û hwd, destpêka wan ji vê demê tê dayîn dest pê kirin.

Ev dem, li ber bahre reş li Girekê dest pê dike. Bi wê re jî, di sadsalên 5´min û 4´min de jî, roma derdikeve li pêş. Li Roma, berî zayinê ji sadsale 5´min û hwd de pêşketina wê dest pê dike. Dema Roma a pêşî, weke demeka "komar"î tê dîtin û şîrove kiirn. Piştre, piştî dema helenistîkê, wê ji komarîtîyê bi ber împaratortiyê ve herê. Şerê Roma ê bi Kartece re û herêmên din ên dunyê wê bike ku roma Mazin bibe. Li Kartece, Hanîbal, weke împeratorê mazin ku herême Afrîka pirranîya wê kiribû bin destê xwe de. Piştre jî, Gelek beşên ku î ro weke beşên Roma û Spanya tê dîtin jî, di wê demê de ên afrîkî û bi kartece ve girêdayî bûn.

Antîk bi dewletên Helenî re destpê dike û bi hilwaşîna Împeratoriya Romê ya Rojhilat a di 476an re xelas dibe. Yewnanan di sedsala 8'an de dest bi kolonî kirina dewletên dor xwe kir û pê re jî heta Anatolî dor Deryaya Navîn kir. Îskenderê Mezin xakên heta hundira Asyayê dagir kirin û ji pê re jî Împeratoriya Romê dor Deryaya Navîn serwerî ajotî bû.

Yewnana Kevnare heta xiristiyanî der tê ye. Gorî dîroknasan wê bandoreke mezin li ser Împeratoriya Romê û şarmendiyê Ewropayê kirî ye.

Yewnana Kevnare bi erdnîgarî ji bo xakên li ser yewnanî dihat axaftin tê bikaranîn: nîvgirava Yewnanê, Kîpros, giravên Egeyî, Anatoliya (Îyonya), Sîsîlya û başûrê Îtalya bû. Di wê demê de demeke yewnanan heta nîvgirava Îberî û Misir yewnanan belav bû bûn. Di dora 700 b.z. Homer Îliyad û Odîseya nivisandî bûn. Di sedsala 8an Leyzên Olîmpiyadê dihat saz kirin.

Dema Helenî bi mirina Îskenderê Mezin re dest pê dike û bi dagir kirina Yewnanistana ji aliyê Împeratoriya Romê di 146 b.z. re xelas dibe.

Dema Helenîstîkî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Serdema helenîstîk

Sedsale sêyemin a berî zayinê jî weke demeka "helenîstikî" tê dîtin û şîrove kirin. Felsefe bi mentiq û hwd, di vê demê de bidest pêşketina xwe kiriya. Îskenderê Mekedonî bixwe jî, weke ´zaroyê vê dema helenîstik´ tê dîtin. Ev dem, weke demeka ku hin bi hin bandora girekê li her herêmên wê kêm dibêya. Di vê demê de, hin bi hin herêmên girêkê dikeve bin destê împaratoriya roma de. Li herêmê roma Pêş dikeve. keyaniyên Selevkof, Pontos û hwd, ên ku di vê demê de pêş dikevin in. Îskenderê Mekedonî, weke zaroyê çanda girekî, dixwezê ku serdestîya wê bide domandin. Lê ew, bi sernekeve. Li ber pêşketina roma û hêrêmên din pêşnekeve. Lê Roma jî, bi çanda wê pêş dikeve. bandûra berhemên dema girekê, di demên piştre ê zêde bibe.

Gotina "helenistik"[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gotina helenistik, dîroknasê alman Johann Droysen avêtiya li holê. Ji navê helen ê helen hatîya derhanîn.

Roma Kevnare[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Romaya Kevin

Roma Kevnare dewleta ku li Antîkê di sedsala 9'an da li bajarê Romê (Romayê) derketî bû. Di dema jiyandar bû wê monarşî, olîgarşî, komar û împeratorî dîtin. Wê di wan 20 sedsalan serwerî ajotî de dor Deryaya Navîn gelek bandorî bû. Împeratorî di sedsala 5'an de pêşin bû du paran û ji pê re jî ya rojava hilwaşiya û ya rojhilat jî wek Bîzans serwerî ajot. Bi gelemperî va bûyera wek dawiya Serdema Kevnare û destpêka Serdema Navîn tê pejirandin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]