Serdeste

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Serdeste di artêşên klasîk de bo fermandarê leşkeran tê gotin. Di wateya "serê deh kesan" de ye. Artêşên nûjen teknîka çekan bingeh digire. Di yekîneyên leşkerî yên nû de, hejmara tîm (leşkerî), deste (leşkerî), gurdan an hengan li gorî pêdiviyan tên sazkirin.

Deste dikarin ji deh kesan zêdetir an kêmtir bin jî. Lê ji ber ku berê wisa bûye, wisa hatiye bikaranîn, peyv nayê guhertin. Payeya sercan (çawîş, serkar) ji ya serdeste jortir e. Di artêşên nûjen de dikarin payeyên wan bên yekkirin jî.

Wateya peyvê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dest bi kurdî herwiha deh e, ji deh pêçiyên destekê derketiye. Ev rengdêrek e, ne nav e. Lê ketiye hin devokên kurdî. Bo mînak kirmanckî de, ji deh re dest dibêjin. Deh nav û rengdêrek bo bêçî (pêçî, tilî) ye. Di kurdiya kevn de ji bêçiyên lingê re "dehê pê" hatiye gotin. Bêjeya deh+ifandin (bi tirkî itelemek) jî ji kurdiya kevn e, ji heman kokê ye. Mirov bi tiliyan tiştekê didehifîne, bo wê tilî pêwîst in. Bi almanî zeh jî ji wê kokê tê. Herwiha ziehen (sîhen) jî bi almanî tê wateya bi destan, tiliyan tiştekê kişandin, dehifandin hwd. Bêjeya şeh, şe (tirkî tarak) jî. Lewra şeh û bêçiyên dest-lingan dişibin hev.

Di artêşên klasîk de erka wan bi giştî fermankirina deh leşkeran e. Deh leşker ji wan tê pirsîn. Paye bo tevahiya cureyên artêşê ye.

Serdesteyên hin artêşan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]