Here naverokê

Serhildana Qamişlo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Serhildana Qamişlo an komkujiya Qamişlo serhildaneke kurdên Sûriyê bû ku di adara 2004an de li bajarê QamişloRojavaya Kurdistanê rû da. Ev serhildan bûye hinceta komkujiyekê ku ji aliyê hêzên leşkerî yên rejîma Bees a Sûriyê ve li dijî kurdan hatiye pêkanîn.

Yek ji sedemên bingeh ew bû ku têkiliyên di navbera ereban ên ku di dema bernameya Kembera Erebî de li Qamişlo bi cih bûne û niştecihên kurd de bi dehsalan aloz bûbû. Di adara 2004an de, di dema maçeke futbolê de, di navbera temaşevanên ereb û kurd de pevçûn derketin. Li ser vê yekê, ofîsa herêmî ya Partiya Baes ji aliyê xwepêşanderên kurd ve hate şewitandin. Wek bersiv, peykerê Hafiz Esed li bajarê Qamişloye hate hilweşandin, ku hilweşandina peykerê Sedem ê li Meydana Firdos a Iraqê anî bîran.[1]

Artêşa Sûriyê zû bersiv da vê yekê; leşkerên rejîmê bi alîkariya tank û helîkopteran hatine bicîh kirin, û operasyoneke berfireh hate destpêkirin.[1] Bi kêmanî 30 kurd hatin kuştin û 160 jî birîndar bûn, dema ku hêzên ewlehiyê kontrola bajêr ji nû ve bi dest xistin. Di encama operasyonê de, bi hezaran kurdên Sûriyê reviyan Başûrê Kurdistanê.

  1. ^ a b "The PKK and Syria's Kurds". web.archive.org. 17 îlon 2008. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 17 îlon 2008. Roja gihiştinê 13 adar 2025.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)